Eniya Gel a Rizgariya Filistînê-Fermandariya Giştî ragihand ku vê berbangê 5 endamên wan di êrişeke hewayî ya Îsraîlê de hatine kuştin.
Fermandarê eniyê Enwer Reca ji televizyona Meyadîn a nêzî Hizbullaha Lubnanê re axivî û got: “Di êrişa Îsraîlê ya li dijî navendeke eniyê ya li bajarokê Qosaya yê sînorî de, 5 şehîdên me çêbûn. 10 kesên din jî birîndar bûn.”
Îsraîlê şeva yekşemê jî ji aliyê Colanê ve noqteyên leşkerî yên li derdora Şamê bombebaran kiribûn.