22 SIBAT 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Li qada ‘Mîtînga Azadiyê’ dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ tê berzkirin

Girseya ku li qada Îstasyonê ji bo mîtingê kom bû gelek caran bi dirûşma "Bijî Serok Apo" daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKKê Abdullah Ocalan kir.

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) li Qada Îstasyonê ya Amedê “Mîtînga Azadiyê” li dar dixe. Kesên ku beriya destpêkirina mîtîngê hatin qadê di lêgerînê re hatin derbaskirin. Beriya mîtîng dest pê bike qad tijî bû û gelek kes li ber deriyên lêgerînê rawestiyan. Li gel jinên bi cil û bergên xwe yên neteweyî beşdarî mîtîngê bûn, zêdebûna ciwanan a li qadê bal kişand. Li qadê pankartên bi dirûşma “Bila sedsala nû bibe sedsala azadiyê” û “Ji aştiyê re azadî” hatin daliqandin.

Li qadê bênavber dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok Jiyan Nabe” û “Jin jiyan azadî” hatin berzkirin.

Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar, hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, aktîvîsta Tevgera Jinen Azad (TJA) Çaglar Demîrel û Dayikên Aştiyê wê weke qiseker beşdarî mîtîngê bibin.

Piştî axaftinan wê Kolektîfa Ritmên Azad derkeve ser dikê.