12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

4’emîn atolyeya ‘rojnamegeriya krîzê’ ya DFG’ê dest pê dike

Serdema 4’emîn a atolyeyên “Rojnamegeriya krîzê” ya ji aliyê DFG’ê ve bi armanca zêdekirina şarezatiya rojnamevanên ciwan tê lidarxistin, dest pê dike.

Serdema 4’emîn a “Atolyeya Rojnamegeriya krîzê” ya ji aliyê Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) ve tê lidarxistin dest pê dike. Rêze atolyeyên çaremîn a rojnamegeriya krîzê ku ji bo zêdekirina şarezatiya rojnamegeran, di hawirdoriya krîzê de rojnamegerî, kontrolkirina stresê û mafên hiqûqî dê were pêkanîn, di 16 û 17’ê cotmehê tê lidarxistin.

Di roja ewil a atolyeya ku dê li Eywana Civînê ya ÇandAmed a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bê lidarxistin nûçegihanê wêneyan Ensar Ozdemîr û rojnamevan Umît Bektaş dê tecrubeyên xwe bi rojnamevanên ciwan re parve bikin. Rojnamevan Omer Çelîk jî dê tecrubeyên xwe yên li qadê parve bike. Herî dawî parêzer Resûl Temûr jî dê têkildarî mafên li qadê yên rojnamevanan agahiyan bide.

Di roja duyemîn de di mijara “Rojnamegeriya krîzê” de edîtorê Ajansa Mezopotamyayê Abdûrrahman Gok dê bi serenavê “Tecrube û pêşniyarên min ên li herêma krîzê” û rojnameger Aysel Işik bi serenavê “li herêma krîzê rojnamegera jin” tecrubeyên xwe parve bikin. Di rûniştina dawî de jî Hevseroka DFG’ê Dîcle Muftuoglû bi serenavê “Parêzvaniya azadiya çapemeniyê” dê di atolyeyê de cih bigire.

Lînka serlêdanê wiha ye:

https://docs.google.com/forms/d/e/1FAIpQLSf0brk8XE8CrzpmljYHhLCz5Rn6Wszoiy5-bwaWtBYXVKF5og/viewform?usp=sf_link