Ezîzî tekîd dike: testa bekaretê yek ji rontirîn ruxsarê vê cureya tundûtîjîyê ye ku xesarê digihîne kesayetî, şuhr, keramet, ceste û derûniya jinên me. Ev test ji xeynî vê ku stres, şerm, gumanê li hemberî kesayetî û hebûna keçan dirust dike, bi temamî ji aliyê yasayî va neyeksan e û ji hêla etîkî û mafê mirovan ve dijî mirovahiyê ye.
Wê her wiha got: testa bekaretê li dijî yasayên mafên mirovan, rênimayiyên tendurustiya cîhanî û metodên tendurustiya derûnî ye. Her wiha li gorî konvansiyona mafên medenî û siyasî û her wiha madeya 16 an konvansiyona bergirî ji îşkence û helsûkewtên din ên dijî mirovahiyê, ev test kareke “nemirovî, dijî kerameta mirovan, nedilovanî û heqaret” e.
Ezîzîyê her wiha amaje bi vê jî kir ku li gor yasayê divê encame testê radestî jinê bê kirin û heke wisa nebe ji sê mehan heta salekê ji bo bijîşk yan mamanê ceza heye û her wiha divê diyê jî bidin. Lê diyarde û rastIyên civakê berovajIyê van nîşanî me didin û em dibînin ku haya her kesî/ê ji encama vê testê çê dibe.
Ezîzî her wiha behsa bandora derûnnasî ya wê testê jî dike û dibêje: Piraniya ew jinên ku bi zorê ew test ji wan hatiye girtin dibêjin ku heqaret, îxanet û azar hest kirine. Hest kirine ku bûkokek in û bêdesthilat in û her wiha behsa vê dikin ku dest dixine nav beşa herî nihênî ya cesteyê wan û tevahiya tixûbên ceste û derûna wan tên hilweşandin.
Vê çalakvana mafê jinan dawiyê got: Heta niha jî ev mijar wekî behayekê di nav civaka me da maye. Li ser girtin yan negirtina wê testê tim behs tê kirin û li gorî hevjînan û hevkirinên di navbera kur û keçan de mijareke guhêrbar e.
Di ayînê de amaje bi pêwîstbûna testa bekaretê nehatiye kirin
Ji bo dahûrandina vê mijarê ji hêla ayînê ve me li gel mamoste Elî Casimî, pêşnimêjê heynî yê Makûyê, hevpeyvînek çêkir ku didome, em ê bixwînin.
Mamoste got: Di Quranê de ku pirtûka pîroz a misilmanan e, bi ti şêweyekê amaje bi vê mijarê nehatiye kirin. Testeke bi vî awayî di ti çavkaniyeke ayînî de behsa wê nehatiye kirin.
Wî her wiha got xwedê xwezaya jinan bi şêweyekê afirandiye ku perdeyek li gor felsefe û bereketeke taybet ji bo wan daniye. Ev perde bûye alaveke ji bo parastina tenduristî, avrû û şerefa jinan û malbatên wan.
Wî ji xeynî amaje bi berjewendiyên vê perdeyê ji bo jinan got: Ji ber ku neparastina perdeya bekaretê bi wateya hebûna pêwendiya cinsî ya beriya zewacê ye, li gor ayîna îslamê ev karekî neşiyan e. Hebûna perdeya bekaretê amêreke ji bo parastina tenduristiya jinan e û berovajiyê wê jî li dijî ayîn û yasayên civakê ne. Lewre her çiqas di çavkaniyên îslamî de amaje bi vê mijarê nehatiye kirin jî lê girîngiya vê mijarê tiştekî rohn e û divê li ser wê tekîd bê kirin.
Encam
Li gor çalakvanên mafên jinan testa perdeya bekaretê dereweke mezin ji bo biçûkxistin û çewsandina jinan e û akama wê veberhemhinana tundûtîjîya li dijî jinan e. Li gorî çanda heyî li Îran û Rojhilatê Kurdistanê hê jî rêyeke dûr û dirêj heta qedexekirina vê kirdeweyê maye.
Bi giştî çanda civakê, bîr û baweriyên nerîtî û ayînî, girîngînedan bi derûniya jinan li civaka mêrzal, kêmxemiya malbat û çalakvanên mafê jinan û hwd. bûne sedem ku heta niha jî ev test ji jinan bêt wergirtin. Xaleke balkêş jî ev e ku li gelek cihan bi vê testê ticaret tê kirin, bi şêweyekê bijîşk û maman belgeya saxlemiya perdeya bekaretê difroşin û gelek car jin ji ber stresê yan veşartina destdirêjiyê û yan jî hebûna pêwendiya cinsî û ji ber newêran ji agahdarbûna devdorê vê belgeyê dikirin û ev bi xwe belgeyeke din ji bo peyitandina nezanistîbûna vê testê ye. (dawî)