13 Aralık, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bîra jinan

Dîrok û bîr hebûna neteweyekê ne, ji bo li ser lingan bimînin û xwe bidin jiyîn, divê herdem candar bin. Dîroka bindestan bi hezaran sal in ji hêla serdestan an jî cinsê serdest ve hatiye guhertin, dizîn an jî berovajîkirin. Dîroka gelê kurd û jinan jî yek ji van in. Gelên ku li dîrok û bîra xwe xwedî derdikeve dijî. Dîrok û jiyan ji jinan dest pê dike, îro jinên kurd ji hêla jineolojiyê ve weke roja destpêkê wê ronahiyê bidin jinan û wateya mêran jî di nava civakê de derxînin holê. Jinên kurd bi vê rola xwe ya dîrokî ronahîperest in.

Nagihan Akarsel yek ji van ronahîperestan e, bi çavên jinan dîroka jinan jinûve derxist ronahiyê. Gote; ‘’Na hûn mêr bi vî awayî ji van hêlan de derewan dikin we dîrok me ji me dizî ye. Çavkaniya Rastî ev e!’’ Helbet ne hêsan e bindestkirineke çil hezar salî. Netew-dewlet, mêr-dewlet, dagirker, kolonyalist, kapîtalîzm û mêr wê nexwaze ev rewş biguhere. Hûn dibînin bê çiqas astengî li dijî jinan û zanîna jinan heye. Ronahîperesta jinan û civakê Nagihan Akarsel ji ber van tiştan hate qetilkirin û ji me jinan re bû bîr.

Jina ciwan; Jîna Emînî ya ku ji bo tayek porê wê xuya dikir li Îrana xopan ji aliyê polîsan bi lêdanê hate qetilkirin û pê re têkoşîneke weke volkanê derket holê û li hemû cîhanê berbelav bû. Vê yekê bi me jinan bi hêztir da nîşandan ku em jin hesabê rabûn û rûniştinê, cil û bergan, şikl û şemal û azadiya xwe nadin mêran, nadin sofiyan.  Îro jinan, dewleta sofiyan ya ku kurdan ji bo çand, ziman û nirxên neteweya wan bi darvedike henase lê çikandine. Li gor ku dewlet dixwaze bi jinan re muzakereyê bike jî jin heta mafên xwe yên rewa bi dest nexin, xwe nadin ber muzakereyan. Têkoşînê bilind û geştir dikin. Jîna Emînî bi sekn û helwesta xwe ronahîperest û bîra jinan e. Edî ew sembola azadiyê ye.

Îpek Er û Gulistan Yuce yên ku ji hêla polîsên dewletê ve hatibûn xapandin û tecawizkirin bîra jinan in. Bû bîra jinan ku dûbare da rûyê jinan, desthilatdar nabin evîn, nabin mal, nabin ax, nabin war! Bêcezahiştina faîlan; Mûsa Orhan û nedîtina Zaynal Abarakov bîra jinan in.

Jin bi xwe bîra civakê ne. Sebahat Tûncel, Gultan Kişanak, Fîgen Yuksekdag, Gulser Yildirim ên ku siyaseta demokratîk dimeşandin û hîn jî hin ji wan dîlgirtîne ronahîperest û bîra jinan in.

Aysel Tûglûk a ku yekem pergala hevserokatiyê ji wê destpê kir û li gor teşhîsa demansê jî nedihat berdan bîra jinan e. Ji girtîgehê derket lê xem, êş û ji ber îşkenceyên hovane bêbîrhiştina Aysel bîra jinan e. Şiklê veşartina dayika Aysel Tûglûk ya li goristanê bîra jinan e.

Hilweşandin û bi her awayî rûxandina Nisêbîn, Cizîr û Sûrê pêre jî wekî ku tiştek nebûye festîvalên ku li van bajaran têne avakirin ji bo ku civakê bêbîr bihêlin bîra jinan in. Li van bajaran zêdebûna tacîz, tecawiz, di nav ciwanan de bikaranîna dermanên hişbirinê bîra jinan e. Erdzemînên Cizîrê, Pakîze Nayir, Sêvê Demîr û Fatma Nayir ên ku di wan bodriman de hatin qetilkirin bîra jinan in. Cemîle Çagirga ya 11 salî ku diya wê laşê wê di cemedê de vedişart ji bo xeranebe bîra jina ye. Kuştina dayika Taybet ku 7 rojan li nava kolanê li ser betona sar ma û zar û zêçên wê nikarîbûn pêve biçin bîra jinan e.

Desteserkirina vîn û destkeftiyên kurdan bi rêya qeyûman ku bi mafê demokratîk şaredariyên xwe girtibûn bîra jina ye. Piştî ku bi zordestî ku şaredariyên kurda bidest xistin û di wan şaredariyan de kêf, seyran û bêazînî ya ku li wan şaredariyan kirin bîra jinan e.

Malbata Barzaniyan rêya şer pevçûn û kuştinan vedikin û dikarin ji bo berjewendiyên xwe hemû tiştî bikin bîra jinan in. Çapemeniya azad ku pênûsa xwe ji Apê Mûsa girtiye û ji ber ku bi cesaret rastiyan dinivîse, herdem di be hedefe dewletê û xebatkarên wê têne girtin, bîra jinan in.

Herî dawî Seroka Konseya Navendî ya TTB’ê Şebnem Korur Fîncanci ya ku weke bijîjkekê sozdayiya xelasî û başkirina mirova ye, ji bo ku rastiya bikaranîna çekên kîmyewî derkeve holê pêşniyar û xwesteka lêkolînên berfireh kir û hate girtin; bîra jinan e.

Em weke jinên ronahîperest herdem alîgirê rastiyan û ji bo civakê  bîr in. Em dê hertim bibin xelasiya hev û alîgirên hev. Bibin dest û lingên hev, şeqama li ser rûyê zordest, bi tayê porê xwe xwediya têkoşîn û jiyanê, ji rêhevalên xwe re mertal û pênûsa rêhevalên xwe bin. Ji bo yek neynûka rêhevalên xwe yên jin em dê bibin agir. Bîra me jî hêrsa me jî û hembêza me jî ji bo rêhevalên me yên jin herdem zindî ye.