12 Îlona sala 1980 de li Tirkiyeyê derbeya leşkerî di pêşengiya Orgeneral Kenan Evren de pêk hat. Di heman rojê de Parlemento hat girtin, destûra bingehîn kilît li deriyên partiyên siyasî hat xistin. Roja 12ê Îlonê Kenan Evren di palpişta xwe de derket ekrana televîzyonê. Li kêleka wî 4 derbekar hebûn. Di daxwiyaniya xwe de behsa edaletê, behsa wekhevî, azadî û rojên xweş dikir. Lê di heman seatan de lesker û polîs di kolanan de di neçîra şoreşgeran de bûn. Di kolanan de çiqas kes hebûn, bê lêpirsîn hatin binçavkirin. Gelek kes bi mehan bê suc û guneh di bin çavande man.
Li Tirkiyeyê darbeya 12ê Îlonê tramwaya Psîkologîk a siyasî a herî mezin bû. Midexleya herî mezin bû. Sê Girtîgehên pîlot hatibûn destnîşankirin. Mamak, Metrîs û Amed. Li van sê girtîgehan, li girtiyan îşkenceyên dijwar ên li dijî mirovahiyê hatin kirin. Gelek kesan di van girtîgehan de bi van îşkenceyan jiyana xwe ji dest da. Gelek kes ji wan jî seqet man.
Hemû girtî bêyî ku bêne darizandin, bi salan li van girtîgehan hatin girtin. Derbekar ji bo bigêhîjin armanca xwe çi ji destê wan dihat dikirin. Bi taybetî li Amedê îşkence êdî gihiştibû asteke wisa ku mirov nikare pênase bike. Li girtîgehan çi dibû nedihat zanîn. Têkiliyên girtiyan ji malbat û parêzeran bi giştî hatibûn qutkirin. Îşkenceyeke sistematîk pek dihat. Li girtîgehan jiyan 24 saet bi îşkence derbas dibû.
‘Qanûnên 12ê Îlonê ruh dide AKPê’
Tirkiye di sibeha 12ê Îlonê sala 1980an de çavên xwe li rojeke ku wê rê li ber trajediyeke bi salan û berdêlên giran bide vekir. Serfermandarê Giştî yê wê demê Kenan Evren, fermandarên din ên bi navê Nurettîn Ersîn, Tahsîn Şahînkaya, Nejat Tumer û Sedat Celasun daxuyaniya destdanîna ser rêveberiyê xwendin. Di pêvajoya darbeyê de 50 kes hatin bidarvekirin. Der barê 71 hezar mirovan de doz hat vekirin. 650 hezar mirov hatin binçavkirin, navê milyonek û 683 hezar kesan hat qeydkirin, 30 hezar kes ji kar hatin avêtin. 300 kesî bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest da, 171 kes ji ber îşkenceyê hatin qetilkirin. Xebatên 23 hezar û 677 komeleyan hatin rawestandin. Ji bo 400 rojnamegeran bi giştî 4 hezar sal cezayê girtîgehê hat xwestin û 3 hezar sal û 6 meh ceza li wan hat birîn. 31 rojnameger hatin girtin. 3 rojnameger bi çekan hatin kuştin, di girtîgehan de 299 kesan jiyana xwe ji dest da.
Piştî 32 salan doza 12ê Îlonê destpê kir
Piştî pêvajoya darbeyê ya bi salan berdewam kir, 32 sal şûnde di 4ê Nîsana 2012an de li Dadgeha 12emîn a Cezayê Giran a Enqereyê doz hat vekirin. Lê hat îdîakirin ku daxwaznameyên beriya 12 salan hatine dayîn winda ne. Du bersûcên dozê jî Kenan Evren û Tahsîn Şahînkaya bûn, lê nehatin cezakirin.
Mexdûran li derve çalakî li dar xist
Wê demê ji bo doza li Dadgeha 12emîn a Cezayê Giran a Enqereyê gelek mexdûrên darbeyê endamên saziyên sivîl, partiyên siyasî û sendîkayan li ber dadgehê wêneyên kesên di pêvajoya darbeyê de jiyana xwe ji dest dane hilgirtin. 477 kes, bi giştî 18 komele, partiyên siyasî û saziyên civaka sivîl jî ji bo bibin mudaxil serîlêdan kirin, lê daxwaza gelekan hat redkirin.
Qîrîna Dayika Berfo!
Dayika Berfo ya ku kurê wê Cemîl Kirbayir di bin çavan de hatibû wendakirin, di 5ê Nîsanê 2012an de ji bo dozê bi ambulansê hat Enqereyê wiha bang li Kenan Evren kir, “Ma te şerm nekir. Te çawa ev tişt anî serê kurê min? Te mala min xera kir. Bênamûs.”
Bersûc beşdarî dozê nebûn
Saziya Tiba Edlî ji berpirsên sereke yên darbeya 12ê Îlonê Evren û Şahînkaya re rapora “Tevlîbûna wan a dozê di aliyê tibî de ne mimkun e” da. Lewma bersûc bi rêya telekonferansê beşdarî rûniştineke dozê bûn. Evren di rûniştina 11emîn a dozê de ji bo 2-3 pirsên destpekê got, “Ez bersiv nadim” û paşê ji bo tevayî pirsan bêdeng ma.
Piştî derbeyê, li gel huqûq û kiryarên 12ê Îlonê pir tên rexnekirin jî, hemû hukûmetên ku hatin ser desthilatdariyê, destûra bingehîn a leşkeran neguhertin. Herî dawî niha li ser bingeha vê darbeyê, bi navê AKP zordestî û bi navê Tayyip Erdogan rêveberiyeke hişk li Tirkiyê li desthilatdariyêye. Di serdema AKPê de OHALa nefermî û veşartî pêş ket. Di serdema AKPê de binçavkirin, girtin zêde bû. Kuştin zêdetir bû. Binpêkirina mafan derket asta jor. Qedexe, sansur zêdetir bû.
Hemû rêxistinên demokratîk girtin
Têkildarî mijarê endamê Komeleya 78an Huseyîn Bariş nirxandin kir û got: “45 sal berê darbeya leşkerî li Kurdistanê û Tirkiyeyê pêk hat. Di navbera wê rojê û îro de tu guhertin tune ye. Di 12ê îlonê de li Tirkiye û Kurdistanê hemû saziyên demokratîk û partiyên siyasî hatin girtin. Di dîroka Komara Tirkiyeyê de mînaka 12ê Îlonê pêk nehat. Di bin navê demokrasiyê de darbeya leşkerî pêk hat. Beriya 12ê îlonê hin komele hatin vekirin. Lê ne komeleyên ku li pêş Tirkiyeyê de bibin asteng bûn.”
Hişmendî bi mêjiyê DAIŞê didome
Huseyîn Bariş, da zanîn ku dema darbeya leşkerî pêk hat, cîhan li ser du milan bû û wiha got: “Eniyek sosyalîst bû. Hêza din hêzên emperyal û mutefîkên wan bûn. Zihniyeta wê demê îro bi hişmendiya DAIŞ û El Kaîdeyê berdewam dike. Ji darbeyê heta niha tu qanûn nehatine guhertin. Ew qanûn û zagon bêtir mûxlak kirin û xistin meriyetê. Di ser darbeyê de 45 sal borîn. Kesên di vê pêvajoyê de bûn îktîdar, xwe xistin şûna paşayan û welat bi rêve birin. Beriya 12ê Îlonê di salên 1970î de hin gavên demokratîk hatin avêtin. Pişti 12ê Îlonê her tişt xistin destê leşkeriyê. Lê piştî demekê disa sazî û komeleyên demokratîk hatin avakirin.
‘Li Tirkiyeyê demokrasî nîn e’
Huseyîn Bariş, da zanîn ku piştî Tevgera Neteweya Demokratîk pêş ket, li Tirkiyeyê gavên mezin hatin avêtin û wiha pêde çû: “Li hundir û dervayê welat gavên demokratîk hatin avêtin. Îro li Tirkiyeyê demokrasî tune ye. Di 12ê Îlonê de darbeya leşkerkî pêk hat. Îro jî di bin Hêza Senteza Îslam û Nijadperestiyê de xapandineke mezin tê kirin. Bi vê pergalê li ser civakê zilm û kiryarên nedemokratîk tên kirin. Ciwanên ku 30 sal berê hatin girtin, bi hinceta ku poşman nebûne li gel 30 sal di girtîgehê de mane dîsa nayên berdan. Di cîhanê de mînaka vê yekê tune ye. Ev kiryar li DYAyê jî tune ye. Hin kes ji ber poşman nebûne 34 sal in girtî ne.”
‘Civakê dixapînin’
Huseyîn Bariş, bal kişand ser komîsyona ku hatiye avakirin jî û wiha got: “Serokê MHPê peyamên ku dide xizmeta çareseriyê nake. Nêzî salekê ye pêvajo hatiye destpêkirin. Niha komisyon hatiye avakirin. Lê ev komîsyon gotina kurdî qebûl nake. Komîsyona ku zimanê kurdî qebûl neke, dê çawa mafên din qebûl bike? Ev hemû lîstik û hîlebazî ne. Civakê dixapînin. Niha ji zagonên xwe re rêzê nagirin. Mirovan wekî koleyan didin xebitandin. Îro bi milyonan mirov xizmeta çend mirovan dikin.”
‘Divê em hişyar bin’
Huseyîn Bariş, herî dawî bilêv kir ku kurdê berê nîne û got: “Kurd xwe nas dikin û hişyar bûne. Lê pergala îro li ser bingehê çetewariyê tê meşandin. Li dijî sinc û wîcdan tev digerin. Di bin navê xwişkûbiratiyê de sextekariyê dikin. Dest dirêjî kurdên Rojava dikin. Di bin navê kurd û kurdewariyê de tu tiştî qebûl nakin. Hîn kurd û kurdîtiyê qebûl nakin. Hîn polîtîkaya înkarê didome. Divê haya me ji lîstik û fêlê wan hebe. Divê em hişyar bin.”