Desthilata AKP-MHP’ê çawa nirxên kurdan ên çandî, civakî, dîrokî û siyasî dixwaze ji holê rake li dijî xwezaya kurd û Kurdistanê jî hovitiyê dike. Ji salên 90’î ve xwezaya Kurdistanê tê talankirin, darên wê tên şewitandin û jêkirin. Siyaseta şewitandin û talankirina xwezaya Kurdistanê wekî şêwazekî şerê taybet li dijî kurdan tê bikaranîn. Bi hincetên “Ewlehiya Herêmê” xwezaya Kurdistanê bi destê AKP-MHP’ê û sermayedaran tê talankirin û wêrankirin.
Bi pêşengiya Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê, Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di 17’ê îlonê de bi dirûşmeya “Li dijî Talana Xwezayê û Hilweşandina Şer” wê ber bi Çiyayê Cûdî ve bimeşin. Têkildarî van mijaran hevberdevkê Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê Mirad Bîlgîç pirsên me bersivandin.
Li Kurdistanê talankirin û qirkirina xwezayê didome. Bi taybetî jî xwezaya Çiyayê Cûdî, Çiyayê Gebarê û herêma Bestayê ya Şirnaxê 2 sal in bi hinceta “ewlehiyê” tê talankirin. Dewlet ji xwezaya Kurdistanê çi dixwaze?
Xwezaya Kurdistanê ji salên 90’î ve ye tê talankirin. Piştî şerê yekemîn ê cîhanê dewleta osmaniyan belav bû û komara Tirkiyeyê li ser hilweşindina osmaniyan ava bû. Gelê kurd, tirk û gelên din ev komar bi hev re ava kirin. Heta komar ava bûyî jî behsa biratî û wekheviyê dihat kirin. Lê piştre polîtîkayên netew-dewletê ketin dewrê û kesên ku komar avakirin fikra ku “Tirkiye ya tirkan e” bi pêş xistin. Tunekirin, kolekirin û îmhakirina gelê kurd êdî bûbûn polîtîkayên sereke yên dewletê. Her wiha ji ber van sedema gelek gelên din nekarîn hebûna xwe biparêzin û di nava polîtîkaya homojenkirinê de heliyan.
Sed sal in bi polîtîkayên bi vî rengî û bi operasyonên leşkerî gelê kurd û erndîgariya Kurdistanê xistin di hedefa xwe de. Ji bo ku xwezaya Kurdistanê tune bikin her amûr bi kar anîn. Daran dişewitînin, daristanan talan dikin û bendavan çêdikin. Ji salên 90’î ve guhertina demografyayê bi pêş xistin. Bi hezaran gundên Kurdistanê vala kirin. Ji 2012’an şûnde û bi modela Srî Lankayê polîtîkayên tasfiyekirinê xistin dewrê. Yanî bi fikra “tu golê ziwa bikî masî nikare bijî” li dijî gelê kurd û xwezaya kurdan dest bi êrîşên tasfiyekirinê kirin.
Di van salên dawîn de xwezaya Kurdistanê ji deriyê rantê re vekirine. Berê dar dişewitandin lê niha daran ji kokên wan ve jêdikin û ji bo ku careke din jinûve şîn nebin. Van darên ku jêdikin bi destên sermayedarên xwe difiroşin. Bi vî awayî 2 sal in li Cûdî, Gabar û herêma Bestayê daran jêdikin. Her cihê ku destên wan digihîjê talan dikin û dixwazin ‘golê ziwa bikin û masiyan bikujin’. Hemû hêza xwe ji bo ku kurd û Kurdistanê tune bikin bi kar tînin. Ji ber van sedeman Heskîf di bin avê de hiştin.
Ji bo vê talankirina xwezaya Kurdistanê di raya giştî de bertek nayên nîşandan. Dema ku mijar dibe kurd û Kurdistan û her wiha xwezaya kurdan her kes bêdeng e. Der barê vê rewşê de tu dikarî çi bibêjî?
Pirsa esasî jixwe ev e. Bi salan e em dibînin ku ji hêla nêrîna ekolojîk de di asta cîhanê de guhertineke erênî çêbûye. Li hemberî pirsgirêkên ekolojiyê bertekên erênî jî derdikevin. Çi ji bo parastina daristanan be, çi ji bo parastina xwezayê be bertek hene û heta dema daristanek dişewite êdî li cîhanê ev dibe rojev. Tevî vê yekê jî pirsgirêkên ku ekolojiyê bi rengekî bingehîn tune dikin, li Kurdistanê diqewimin, çima di raya giştî de bertekek pêwîst dernakeve. Gelo Kurdistan ne parçeyeke ji vê cîhanê ye, pirsa bingehîn ev e û gelek hêmanên vê pirsê hene. Divê em li gorî van hêmanan tevbigerin. Ji bo agahdarkirina raya giştî divê pêşî li cihê ku pirsgirêk lê heye bertekên pêwîst derkevin holê da ku cîhan jê agahdar bibe. Her çendî ku desthilatdar vê yekê binixumînin jî lê ev bertek dikare dengê mirov bigihîne raya giştî û gelên din ên cîhanê.
Bertek hene û kesên ku dixwazin vê talanê bisekinînin jî hene lê cîhan çawa bi bûyerekê dihese, ew bi rêya çapemenî û medya civakî pê dihese. Lê medyaya alîgir bûyerên bi vî rengî beravajî dike û bi hişmendiya dewletparêziyê tevdigere. Bi hişmendiya dewlet çi bike rast dike, em nikarin li dijî wê tiştekî bêjin, hatine mezinkirin. Ji ber wê jî dema ku dewlet dibêje em jêkirina daran ji ber sedemên “Ewlehiyê” dikin medyaya alîgir vê rewşê piştrast dike û polîtîkayên dewletê pesend dike. Ev rewş wekî pirsgirêkek ekolojiyê nayê dîtin. Her kes li gorî xwe tiştekî dibêje. Lê divê baş bê zanîn ku ev rewş bandora xwe ne tenê li ser mirovan dike, di heman demê de bandorê li ser ajal, nebat, avhewa, av û axê û li ser hemû hebûnên xweza û jiyanê dike.
Xala duyemîn; kesên ku dikarin ji çapemeniya alîgir wêdetir li mijarê binêrin, kesên ku di hêla jiyanî de dixwazin li mijarê binêrin ew jî çi dikin? Ew jî kesên ku qaşo xwezaparêz û demokrat in vê rewşê dişopînin. Lê mixabin dema ku ew jî rasterast bi perspektîfek jiyanî li mijarê nenêrin, ew jî bi mejiyê nijadperestî hatibin xwedîkirin û li ser navê ekolojîparêziyê mijarê şolî dikin û bi hinceta ewlehiyê ve girêdidin û dibin parçeyek ji vê qirkirinê.
Ji bo ku em bikaribin dengê xwe bigihînin raya giştî divê em tiştekî wiha mezin û girseyî bikin ku em bikaribin ambargoya medyaya alîgir bişikînin, dengê xwe bi ser dengê kesên ku dibêjin qaşo em ekolojîparêz in û demokrat in, bixin.
Bi pêşengiya Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê û bi tevlîbûna gelek sazî û partiyên siyasî di 17’ê îlonê de li dijî talankirina xwezayê wê ji Cizîrê heta Cûdî meş bê lidarxistin. Der barê vê meşê de tu dikarî raya giştî agahdar bikî?
Bi salan e ku em hewl didin nêrîna jiyaneke bi ekolojiyê re hevseng ava bikin. Em hewl didin balê bikişînin ser jiyaneke ekolojîk. Her wiha em hewl didin ku pêşî li qirkirina xwezayê bigirin. Lê em rast û rast bibêjin wiha xuyaye ku ev hewldanên me bi têrê nekirin. Heke hewldanên me têrê bikirina îro em bi vê pisgirêka hatiye asta ku bandorê li hemû cîhanê bike rû bi rû nediman.
Li gorî daneyên fermî di 7 mehan de ji sedî 8 daristanên Şirnexê tune bûne. Ev êrîşa qirkirin û talankirinê ye. Ji bo pêşîgirtina vê talanê em xwe seferber dikin lê em dibînin ku kesên vî tiştî dikin li tu kesî guhdar nakin û tu pîvan ji bo wan tune ne. Bi çalakî û daxuyaniyan me xwest ku em pêşî li vê qirkirinê bigirin lê bi têrê nekir.
Dema em çûn Şirnexê û me pirsgirêk di cih de dît, me got divê demildest birîna daran were sekinandin û ji bo ku ev talukeya jiyanî ji holê rabe divê tiştên pêwîst werin kirin. Lê em dibînin ku ji wê rojê heta îro jêkirina daran kêmtir nebûye zêdetir bûye. Lewre divê em tiştekî ku pêşî li vê talanê bigire peyda bikin ji ber jiyan di talukeyê de ye. Êdî ev ne tenê pirsgirêka ekolojîparêzan e.
Di 17’ê îlonê de bi tevlîbûna saziyên sivîl û partiyên siyasî li dijî talankirina xwezaya Şirnex û Cûdî em ê ji Cizîrê ber bi Cûdî ve bimeşin. Ji bo vê meşê çend roj berê me bangawazî jî kiribû. Piştî bangawaziyê me dît ku gelek saziyên sivîl, dezgeh, sendîka û partiyên siyasî piştgirî dan vê bangawaziya me.
Her kesê ku bixwaze ji bo rawestandin, qirkirin û talana xwezayê tiştekî bike xwediyê vê meşê ew in. Ez dîsa dibêjim me ev bang kir lê ev meş ne tenê ya Tevgera Ekolojiyê ye, wekî kes an jî wekî sazî kî ji bo vê meşê xebatek kiribe ew xwediyê vê meşê ye û ji bo parastina xwezayê tiştekî baş û bikêrhatî kiriye.
Em hêvî dikin ku bi vê çalakiyê û bi tevlîbûneke xurt em ê bikaribin pêşî li vê qirkirinê bigirin.
Ji bo ku pêşî li vê talana xwezayê bê girtin, hem saziyên sivîl hem jî gel dikare çi bike?
Armanca wêrankirina xwezaya Kurdistanê bişavtin e. Desthilata AKP-MHP’ê ji bo hevkarên xwe her der ji rantê re vekiriye. Dibe ku armanca projeyên rantê ku li Tirkiyeyê dane destpêkirin, cuda be. Lê bi taybetî armanca projeyên rantê ku li bakurê Kurdistanê dane destpêkirin, wêrankirina xwezaya Kurdistanê ye û valakirina ji mirovan û bişavtin e. Piştî Heskîfê li her heremê daristan hatin şewitandin, bendav li ser Çemê Dîcleyê û Çemê Firatê çêkirin. Ev hemû nîşan didin ku armanc valakirina Kurdistanê ya ji mirovan e. Wêrankirina xwezayê tenê ne pirsgireka Kurdistanê ye. Lewma divê em hemû bi hev re dengê xwe bilind bikin. Komele û saziyên ekolojiyê li hemberî wêrankirina xwezeya Kurdistanê bêdeng in. Komele û saziyên ekolojiyê ku li Tirkiyeyê dixebitin nikarin bi helwesteke hevpar bertek nîşan bidin. Mixabin hem ji ber çapemeniyê hem jî ji ber desthilatê li hemberî xwezaya Kurdistanê nijadperestî heye.
Ji bo ku ev talan were rakirin yek kes jî dikare gelek tiştan bike. Ev pirsgirêk tenê ne ya ekolojîparêzan e. Divê ji bo ku ev pirsgirêk ji holê rabe hemû sazî, dezgeh û partiyên siyasî çi ji destên wan bê bike. Lewre tunekirina xwezayê tunebûna mirovan e jî. Avhewa bê dar û daristanan nikare fonksiyonên xwe bi cih bîne. Hemû zindiyên ku di nava vê xwezayê de dijîn bi tunekirina xwezayê re nikarin bijîn. Ji ber wê jî divê her kes ji ber vê rewşê bi wijdanî tevbigere û li pêşiya vê talanê bisekine. Heke hêza me bibe yek ne gengaz e ku tu desthilatî li pêşiya vê hêza me bisekine.
Herî dawî ji bo tevlîbûna meşa Cûdî tu dixwazî çi bibêjî?
Talankirina xwazeyê ya li Kurdistanê tê kirin, li tu devereke cîhanê nayê kirin. Xweza ji aliyekî ve bi santralan, bendav û HES’an û ji aliyekî ve jî bi şewitandin û birîna daran tê kirin. Bi meşa ku dê were li dar xistin em ê bersiveke xurt bidin vê qirkirinê. Ev erdnîgarî ne malê bavê wan e. Berî wan jî hebû û dê piştî wan jî hebe û dê her tim hebe.
Ew kesên ku li dîroka xwe, çanda xwe, nirxên xwe û li xwezaya xwe xwedî derdikevin; ji bo jiyan bi dawî nebe di 17’ê îlonê de li Cizîrê tên cem hev. Ekolojî; bi civak, daristan, hewa, av û axa xwe heye. Em bi heqîqeta xwe ya civakî ji bo jiyanê dengê xwe bilind dikin.
Ji bo meşa ku bi şîara “Li dijî Talan û Hilweşandina Şer” wê meşa azadiyê ji Cizîrê ber bi Cûdî ve pêk were; jin, ciwan, komele, rexistinên civakî yên sivîl, sendîka, ode, partiyên siyasî û bi kurtasî em bang li hemû gelên Kurdistan û Tirkiyeyê dikin ku tev li meşa Cizîrê bibin.
Mirad Bîlgîç kî ye?
Di sala 1985’an de li navçeya Farqînê ya girêdayiyê Amedê hatiye dinê. Li zaningehê mamostetiya dibistana seretayî û mamostetiya astengdaran qedandiye û di herdu beşên mamostetiyê de jî kar kiriye. Demekê ji ber sedemên siyasî di zindanê de maye. Bi salan e mamostetiya kurmancî dike. Lêkolînên zimanî, ekolojî û dîrokî dike. Ji sala 2022’yan ve wekî Hevberdevkê Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê kar û xebatên xwe didomîne.