Dewletên dagirker li gor stratejiya partiyên siyasî li Kurdistanê odeyên fikrî vedikin û karê xwe dikin. Ji 1999’an ve dewleta tirk bi hemû awayî xebat kiriye ku şer ji bakurê Kurdistanê bîne Başûr ku statûyeke kurdan li wir heye. Yanî bi tîrekê du nîşana bike hedef. Ji 2000 û 2001’an û şûnde gerîla hatin Başûr bicih bûn ku bêhaydariya PDK-YNK’ê karekî wiha negihaye encamê. Û ji sala 2000 û şûnde şer li başûrê Kurdistanê berdewam dike. Wan xwestin ku hêza PKK’ê weke partiyên siyasî yên rojhilatê Kurdistanê bixin bin rikêfa xwe û di kampên îzolekirinê de bicih bikin, lê rêberên PKK’ê daxwazeke wiha nepejirandin. Ev jî bû sedem ku hereketa siyasî-sivîl a bakurê Kurdistanê bihêztir bibe. Armanceke din a dewleta Tirkiyeyê ew e ku piştî 2003’yan û şûnde ku defaktoya ku li Iraqê û başûrê Kurdistanê durist bûye, nemîne. Wê yekê Tirkiye xistiye nava rewşeke pir xerab û zêdetir ji berê bi metirsiyên tevgera kurd a di bin pêşengiya PKK’ê de hesiyaye.
Pirsa duyemîn û gelek stratejîk ji hemû welatên herêmê, Ewropa û Amerîkayê ev e “Hêla veguhestina enerjî an jî wize an jî petrol û gaz ji bo Ewropa ye”. Yanî ‘ji hêla geşepêdana havçerx“ ku ji girê Meleqe destpêdike tê bo kendava erebî an jî fars, ji wir ji bo başûrê Iraqê, ji wir jî ji bo Kerkûk û Telefer, Şengal, Heleb û Hesekê û piştre digihije derya naverast ku qirarê li sala 2030’an bê dawiyê. Ew proje weke “hêleke altunî an jî zêrîn” Asya bi Ewropa bi hev re girêdide. Dema ev proja dîrokî û mezin bi ser bikeve hemû planên dewletên dagirker li dijî kurdan vala derdikevin. Binêrin dema artêşa dagîkera tirk tê herêma Berwarî û Bala tenê bi leşkerên xwe ve nayê, belkî ekîpên ji mihendisên erdnasî û bisporên neft û gazê jî tevî wan hene û di deqeyên piştî dagîkirinê de bi amrazên modern li bîrên neftê û gaze digerin û lêkolînê li ser hemû rûberê axa dagirkirî dikin. Ji ber ku di vê rewşa îro de aboriya Tirkiyeyê pir xerabe û bûye sedema kirîzeke siyasî-aborî li dijî desthilata AKP-MHP’ê. Ew bêrawestan dixebitin ku kanên petrolê li cihên dagirkirî peyda bikin û bi wan dewlemendiyan jî dixwazin têkeliyên xwe bi Ewropa re bihêztir bikin. Sedema ku nexwestin di hilbijartinên şaredariyan de Şirnex nekeve destê DEM Partiyê jî meremeke wiha ye ku li herêmê bîr û kanên petrolê peyda kirine. Niha li herêma Berwarî Bala jî li pey wê armancê ne. Ew dixwazin bi behaneya PKK’ê wê hêlê bixin jêr kontrola xwe û pêre jî bendên Mîsaqê Millî jî cî bi cî bikin. Lê ev weke xeyalekê ye û tenê bo mesrefa naxweyî a Tirkiyeyê bikar tînin. Yanî bi wê perwerdeya kemalîst û bêbingeke dîrokî dixwazin xewnên sultanên osmanî û Mistoyê Kor bi bîra civaka xwe bînin. Xewnên ku êdî kurd nahêlin ji sedî yek jî bê cî bicîkirin.
Proja Tirkiyeyê ew bû ku hêla petrolê ji Azerbaycanê bîne û ji Tirkiyeyê ber bi Ewropa derbas bike, lê ji ber zêdegavî, gefên li dijî Yekîtiya Ewropa, tehdîdên li dijî Yunan û Qibrisê, fikir-ramanê îslamistên radîkal, axaftinên a-polîtîkane yên Erdogan, sûdstandina ji faktora penaberên ku bi rêya Tirkiyeyê dişandin Ewropa û hevkariya bi DAIŞ’ê re di dema berxwedana Kobanê zilhêzên amerîkî-ewropî bi meremên qirêj yên rayedarên tirk hesandin. Ji ber van sedeman ew proje têk çû. Hêla nû ya ku min li jor behs kir pêngaveke stratekîj a DYA, Ewropa û herwiha Israîl jî weke hêzeke mezin a herêmê ye. Di vê navê de sedemên vê yekê jî gelek hene ku pêwîst bû hemû aliyê siyasî li Kurdistanê sûdekî pir mezin jê bistadana, lê heta niha tenê li dijî hev diaxivin û hev û din tawanbar dikin! Yanî mijûlahiyeke zarokane bi hinek lîstikên ku paşerojê yê agirê zirar-ziyanên wê mala hemû kurdan wêran bike, layîqî partiyên mezin li welatê me nîne. Divê rewş baştir bê analîzkirin û stratejiyeke nûdem û li ser esasê daxwazên gelê bê darijadin. Çimkî Tirkiye wê hêla hêzê gelek bi zirara xwe dizane û baş pêhesiyaye ku ger ew proje ser bigire kurd jî yê bibine xwedî pergaleke gelek bihêz û mezin li hêrêmê Rojhilata Navîn. Ji ber ku divê proja girîng de petrola Kurdistanê jî heye. Qirar û biryar jî ji kevn de li ser berjewendiyên aborî û bitaybetî petrolê hanine dayîn, maf û heqên neteweyî û mirova di pilana wan hêzên mezin de nebûne û nînin jî.
Petrola kurdan
Li Sûriyeyê sê hewzên mezin yên petrolê hene: Konî Kux, Xirabcîr û Omer û vana jî her sê di destê kurdên Rojava de ne. Tirk bi êrîşên leşkerî û zextên li ser statuya kurdan li Sûriyeyê dixwazin wan herêman jî bêxin nava sinorên peyama xwe ya xeyalî anku Mîsaqî Millî, lê êdî dem ne serdema desthilata osmaniyên sultanên tirk e. Di herêmê de welatên din yên li dijî xewn û xeyalên tirkên şovenîst jî hene.
Du rastiyên dîrokî
1.Sala 1926 dema Mistefa Kemal dest ji axa wilayeta Musilê (başûrê Kurdistanê) berda, hingî protokolek di navbera wan û îngilîzan de hat îmzakirin ku ji sedî 10 ji petrol palawgeha Kerkûkê yê a Tirkiyê be û ew protokol heta sîstema padîşahî li Iraqê hebû di navbera du welatan de berdewam bû. Yanî dema Ebdulkerîm Qasim ji sala 1958’an hat ser kar êdî sîstem bû komarî û ew girêbesta hat îptalkirin (1926 heyt 1958).
2.Divê em wesiyata Mistefa Kemal bo Îsmet Înonu, Ecevît, Turgut Ozal û îro jî ji T. Erdogan re bi bîr bînin ku hê jî li ser cî bicîkirina bendên peymana Mîsakî Millî bi îsrar in. Ev xeta wan ya starejîk û dewleta tirk ji bo vê meselê bi hemû awayan bi dewletên cîran re di têkeliyên diplomatik de ne.
Armancên AKP-MHP’ê
Ji hêla din jî li ser dewlemendiyên “Ava Kurdistanê” herî dawiyê Erdogan bi rayedarên dewleta Iraqê re hinek protokol îmza kirine. Sedemên vê yekê jî hene: Sal ji salê hejmara nifûsa xelkê herêmê zêdetir û ji ber rewşa xerab a jîngehê pêwîstiya bi avê, zêdetir dibe. Tirkan ji mêjda bi projaya GAP’ê destpêkirine û daxwazên xwe yên siyasî-aborî bi ser hikûmetên herêmê da didin sepandin. 25 salên din hejmara nifûsa Iraqê yê ji 80 milyonan zêdetir bibe. Pirsgirêka avê di jiyana milyonan xelkê herêmê de bandor heye û tirk baş ji bo xwestekên xwe mijara avê weke ya petrolê bikar tînin. Ew av jî kû derê tê? Kîne xwediyên sereke yên wan bendavên mezin? Ew cahawa dixwazin ji kanên petrol û ava me sûdê bistînin û “pirsa kurd“ bêçareserî bihêlin? Gelo nabe bi ewqas îmkanên mezin yên ji hevfamkirinê re êdî partiyên siyasî li Kurdistanê nebine amrazê destê meremên qirêj yên dagîrkerên axa xwe? Êdî ji vê zelaltir aliyekî veşartî yê siyasetê dimîne ku em bi ewqas kar û kiryarên tije dijberî yên Erdogan ê sextekar nehisên? Li vira ye ku hezaran car mixabin em bi vê rastiya tehl dihisin ka partiyên siyasî û siyasetmedarên me bi awayê dûrbînane ev faktorên girîng û dîrokî nedîtin û stratejiya xwe ya nû danerijandine. Em gelekî dereng mane û dijmin jî her roj zêdetir ji berê li dijî me liv û lebata dike. Weke petrola Kerkûk, Kirmaşan, Batman, Gabar û hwd bi ava Kurdistanê jî siyaset û ticaretê dikin.
Hêzeke nû a di destê Tirkiyeyê de
Van rojan hêzeke zêdetirî 800 çekdarên radîkal û îsmalistên selefî-DAIŞ’ê bi rêya Tirkiyeyê bêne çiyayên Kurdistanê û pêwîste PDK û partiyên din li Kurdistanê baş bizanin ku ev tenê li dijî PKK’ê û gerîlayan nîne. Rêkeftineke Tirkiyeyê, Sûriye û Rusya heye ku di Idlib û Efrînê de hêzên terorîstî yên îslamîst nemînin û êdî ji bo pêvajoyeke nû wan ji herêmê derxînin. Ew hêzên radîkal yê bînin Kurdistanê.
Dîsa bila bê bîra me ku bicihkirina gerîlayên PKK’ê li Qendîlê bi rizamendiya PDK-YNK, PKK û dewletên wekî Îranê bû. Ew hatine ku herêm weke çiyayên Tora-Bora ji hêzên îslamî yên terorîst re nebûne hêlîn û bargehên leşkerî. Ev proja han yê bibûya sedema asayişa herêm û hêzên îslamî yê nebibûna amrazê destên dewletên herêmê lê mixabin Tirkiye ew hevsengî bi zirara kurdan têkda û îro jî kurd li hemberî hev sekinîne.
Şerê Tirkiyeyê ji 27’ê hezîranê heta roja îro berdewame û wan li ber ku ji Behdînan heta Qeladizê rûberê şerê xwe berfirehtir bikin ku elbete ger tiştekî wiha rûbide jî ji hêla welatên weke Îranê nayê pejirandin. Tirkiye di hisab kitabên xwe de gere bizanîbe ku niha li herêmê Erebistan, Israîl, Iraq û Suriye jî hene û kurd jî xwedî hêzeke mezinin dema ku hev bigirin. Aliyên kurd bi çavên vekirî gere vê rastiyê bizanîbîn ku ger Tirkiye here herêma Qendîl, Silêmanî û sinorên rojhilatê Kurdistan an jî Îranê êdî yê pêvajoyeke tije metirsiyên mezin dest pêbike. Herwiha tevî şerê kurda yê navxweyî Îran jî bikeve nava şer. Hingî ew, ereb û tirk yê li hev bikin û weke pêşiyên me gotine:“ Ba tê, baran tê, ji emirê befrê diçe”, yanî zirarên herî mezin yê kurd bibînin. Elbete di sedan salên berê Napoleon Bonarat jî ji bo dagîkirina axa Rusya xewnên wiha dîtibûn, lê ew negiha armanceke xwe jî. Di şerê cihanî yê duyemîn de Hîtlerê cinayetkar û faşîst jî xwe amade kiribû ku li Moskova jî li ber deriyê koşka Sor ji xelkê re biaxive, lê me dît ku leşkerên artêşa bûn ku di qada navendî ya Berlînê de dewat û şahî digerand. Erdogan ê cinayetkar jî yê nikarîbe bigehe armacên xwe lê şertê yekê ji bo vala kirina van planên qirêj hevgirtina kurdan e.
Êdî bi hatina wan îslamistên radîkal û hov re asayiş yê li herêmê namîne. Hemû sinorên Behdînan bi qasî ji sedî 75 ketine destê tirkan û zemîne tê amadekirin bi hatina wan hêzan re him demogafiya herêmê bigûherînin û him destkeftên kurdan ji holê rakin.
Pêwîste PKK çi bike?
Di vê rewşê de pêwîste PKK şerê li Dêrsim, Amed û Serhedê mezintir bike û tenê li Qendîl nemîne. Ger Tirkiye di şerê bi hêza gerîla re biser bikeve yê bê û ji Silêmaniyê ber bi Kerkûkê ve here. Yanî armanceke sereke ya Tirkiyeyê dagîkirina petrola Çemçemal û Kerkûkê ye.
Di 20 salên derbasbûyî de ji bo van armancên tirkên dagîrker hezaran kurd hatine şehîdkirin. Tenê di van du mehên bihûrî de nêzî dused gund hatine wêrankirin û vala kirin.Ji 1990’an heta niha nêzî hezar kes hatine şehîdkirin û bi sedan gund wêran bûne.
Herwiha ev aliyekî destpêkirina şerê cihanî yê sêyemin e ku ji Gaza heta Rusya-Ukrayna û Kurdistanê destpêkiriye.
Ger welatên herêmê li dijî van hewldanên Tirkiyeyê karekî nekin, xetereyên mezin li pêşberî me ne, lê pêngava yekê ya destpêkirina vê hevgirtinê gere PKK, PDK û YNK hilînin. Partiyên parçên din yên Kurdistanê jî divê di vê rewşê de bêhelwest û kar nemînin.
Gere em vê rastiyê jî bizanin ku ew hewldanên Tirkiyeyê piştî seredana Erdogan bo Iraq û Kurdistanê derbasî pêvajoyeke nû bûne ku berî hatina xwe li ser mijarên “av û petrolê” li hev kiribûn û Erdogan jî hat û ew protokol îmzakirin.
Ger hêzên kurd çira kesk ji tirkan re pênexistine rewşa îro çênedibû. Herwiha Amerîka ye ku ew derî ji Tirkiyeyê re vekiriye, lê ya xerab ew e ku kurd xwedî stratejiyeke nîştimanî û hevgirtî nînin. Armanc tenê tunekirina PKK û gerîla nîne, belkî statuya başûrê Kurdistanê û Rojava ye jî.
Gelo ew ê PKK’ê xelas bikin?
PKK zêdetirî 40 sal in li çiyayên Kurdistanê şerê dijmin dike, lê artêşa tirk hatiye û dest vala vegeriyaye. Gerîla bi klêşên jenggirtî destpêkirin û îro xwedî çekên giran û li Rojava jî xwedî statu ne. PKK 40 sal e xelas nebûye, 400 salên din jî xelas nabe.
Karê dîrokî ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd ew e ku AKP-MHP rêberên kurdan ji girtîgehan azad bikin. Bi guherandina yasaya bingehîn bêjin Tirkiye welatê kurd û tirkan û kêmnetewên dine.
Kîna Erdogan û pirsa kurd
Serkeftina kurdan di hilbijatinên Tirkiyeyê û bakurê Kurdistanê de bûye kîneke mezin di dil û mejiyê Erdogan de. Siyaset zanista birêvebirina welat e. Di bin zextên dewleta Tirkiyeyê de li Rojava û bakurê Sûriyê de “paşxistina hilbijatinên Rojava” ma ji demeke din re, lê aliyê kurd jî bi merca ku êdî şer û êrîşên tirkan li ser Rojava bêne sekinandin ew daxwaza Amerîka pejirandin. Pêre jî fuze û amrazên din yên serê xweparastinê ji hêla Amerîka ve dane artêşa li statuya rojavayê Kurdistanê. Ev di şetrenca siyasetan de serkeftineke mezin a aliyê kurd tê hesibandin.
Bi ser hev de ji mêjde ye ku hêsirên ji xwînê û rojên reş pareke cudanebûy a jiyana kurdan bûne, lê bi hêviyên mezin li benda rojên geştir bin. Bila tim ev dirûşma min di bîra we de bimîne: “Em ê bi ser bikevin, ji ber ku em mehkûmî serkeftinê ne. Zêdetrî dused salane ku li ser singê axa me şer berdewame. Ked û xebata şervan û şehîdên serxwebûna Kurdistanê li çar aliyên welatê ji bîr nekin. Ji wan armancên serkeftinê re şerê xwe nesekinîn…”