Di civaka kurdan de partiyên siyasî xwe ji çand û neteweyê girîngtir dihesibînin. Li gorî wan, divê milet ji bo partiyê be, ne partî ji bo milet. Di kurdan de partî armanc in, û ziman û çand alav in; ango ziman û çand dikarin ji bo partiyekê bên şikenandin, xerckirin û xerakirin. Di civaka kurdan de hemû partî –rastgir an jî çepgir qet ferq nake– îdeolojiya xwe ji milet û welat hêjatir dihesibînin. Şerîet, sosyalîzm ya jî lîberalîzm, vana ji miletê kurd pêştir in, divê dewleteke bi navê Kurdistanê ji bo van îdeolojiyan ava bibe ku ew karibin lê baştir bijîn, karibin tê de vegevizin, kêf kêfa wan be. Siyaseta kurdan welatê xwe dike xulamê îdeolojiyan. Îdeolojî ji bo însanan in, însan ne ji bo îdeolojiyan in. Azadiya welatekî hêjayî hezar partî û îdeolojiyan.
*
Siyaseta kurdan xerabe ye. Em ji kû û çawa bi vêya dizanin? Ji bindestî û bêdewletbûna kurdan… Bindestî û bêdewletbûn rewşên siyasî ne. Heke siyaseta kurd xurt û serkeftî bûya wê kurd ne bindest û bê dewlet bûna. Dewlet encameke siyasî ye, lê li gel vê encama neyînî jî siyasetmedarên kurd dibên, em li vir û xelîfe li Bexdê.
Di siyaseta kurdan her partî xwe wek miletekî nû pênase dike. Û ew miletê nû (ango partî) miletê kevn (ango kurdan) bi tiştekî nahesibîne. Siyaseta kurdan li miletê kurd guhdarî nake, qîmet nade gel. Delîlê vê yekê hilbijartina serokkomariyê (2023) bû. Gel dixwest HDP namzetê xwe yê serokkomariyê derxe, lê HDPê guh neda gel û ti namzet dernexist, di leha partiya Kemalîst CHPê de bi şûn de vekişiya. Vêya bû sedema berdêlên gelekî giran: Kurdan di hilbijartinê de winda kir, di navbera AKP û CHPê de pelçiqîn, nijadperest û faşîstên tirk bûn partiya kilît û gihaştin armancên xwe, kurd bûn pepûk, dilê kafiran bi wan şewitî, çûn ber golikan. Dîsa di hilbijartina berî vêya de jî heman çewtî hatibû kirin: Hevserokê wê demê yê HDPê yê serdesthez û asîmîleker ji bo dilê Kemalîstan xweş bike ji serokê partiya olperest AKPê re gotibû, “Em te nakin serok!” Ev helwest dîsa bû sedema windakirina kurdan. Piştî vê biryara şaş û xeşîm kurd çem û çem çûn; ên qezenc kirin dîsa bûn faşîst û tirkperest (MHP). Kurd ji ber siyaseta xwe ya xerabe her tim firsendên zêrîn ji destê xwe berdidin. Sal û zeman derbas dibin û kurd dîsa bindest dimînin. Kurd divê di siyaseta Tirkiyê de xwedî rêyeke nû bin, xwediyê rêya xwe bin, ne terî, hemal û dûajoyên partiyên serdestan bin.
Hilbijartina 2023yan ji bo siyaseta kurdan têkçûneke pir şênber e. Lê ji rêveberiya HDPê kesî ti hesab neda gel. Ma gel kî bû, a girîng partî bû, siyaset bû, gel ji bo partiyê hebû, ne partî ji bo gel. Divê reveberiya HDPê piştî vê têkçûnê ji serî heta binî biguhere, nipînû bibe.
Rast e, zext û zora dewletê li ser HDPê heye. Dewlet pir tehdê li HDPê dike. Lê belê dewleta çavsor, zextkar û zordest tehde li me hemû kurdan kiriye. Li Tirkiyê ti azadîxwaz tune ye ku ji ber zext û zora dewletê filitîbe. Mirov nikare bêkêrî û çewtiyên xwe bi hinceta zext û zora dewletê şematok bike, rewa bike. HDP helbet aliyên wê yên baş jî hene: Hevserokatiya jin û mêrekî diyardeyeke baş e, kotaya bilind a jinê baş e, partî li kêmarên wek ermenî, suryanî, ereb û hwd xwedî derdikeve ev jî baş e, lê belê HDP li kurdan û vîna wan xwedî dernakeve, pir tê bikaranîn û xapandin ji alî çepgirên tirk ve, bihemd an jî bêhemd kurdan asîmîle dike. Hevserokên giştî yên HDPê û navenda partiyê zimanê wê yê serdestan e, yê dakirkeran e. Vêya dibe sedem ku neteweya kurd asîmîle bibe. Dewleta tirk di cûnta 12 Îlonê de nikarîbû kurd asîmîle bikirana, lê îro ji ber polîtîkaya xerabe ya HDPê kurd bi destê kurdan tên asîmîlekirin.
*
Kêmaniya siyaseta kurdan, û bi taybetî jî kêmaniya siyaseta HDPê epîsteme ye, ango zanîn e. Siyaseta kurdan ji ber nezan e xerabe ye. Lê ev ne sûcê hemû siyasetmedaran e, ên baş jî hene, ev sûcê siyasetmedarên cahil û ezperest e. Sererastkirina vê pirsgirêkê di destê gel de ye, divê gel siyasetmedarên epîstemîk û dilpak hilbijêre, ne ên cahil û ezperest. Civaka kurd, di neqandina siyasetmedaran de guh nade epîstemeyê, guh dide retorîkê, ev biryareke pir çewt e. Retorîk xweşbêjî ye, lewlew e, çûna emrê leglegê ye bi leqleqê. Kurd gava siyasetmedarekî retorîk (ê çenebaz ) dibînin pir qîmet didinê, wî derhal dikin rêveber. Lê retorîk vala ye, heft û heşt e, bê encam e. Siyasetmedarekî kurd heta sibê bi serdestan re bikeve heft û heştan û zora wan bibe jî hêç e, vêya wê tiştekî bi kurdan nede qezenckirin. Ji kurdan re ne siyasetmedarên retorîk, siyasetmedarên epîstemîk lazim in. Siyaseta kurdan bê stratejî ye, bê rasyonalîzm e, bê navend e, bê ruhê kurd e, kor e, bê vîzyon e; ji ber wê jî tim di çehlan werdibe. Li gorî wê, retorîk hebe bes e, slogan hebe temam e.
*
Siyaseta xerabe ew siyaset e ku pir dişibe dijminê xwe. A ku HDPê xera dike şibandina dijminan e. Êdî karakter, xulq û şexsiyeta HDPê dişibe ya dijminan. HDP êdî partiyeke kemalîze ye. Ew jî wek CHPê bi tirkî dipeyive, wek CHPê xwe elît dihesibîne, wek CHPê gel mecbûrî xwe dibîne, wek CHPê bi laîsîzm û modernîzmê payetiyê dike… Li partiyeke kurd bifikirin ku hevserokên wê bi kurdî nizanin… wek serokê partiyeke fransî bi fransî nizanibe ya jî serokê partiyeke japonî bi japonî nizanibe! Ev çawa siyaset e?! Ancax mirov ewqasî dikare dûrî gelê xwe be. Yekî ku bi kurdî nizanibe û li her derê bi kurdî nepeyive gerek nebe hevserokê giştî yê HDPê. Vana ji gel re dibin rol-modelên xerab û bişaftin pêk tê, gûrtir dibe. Hevserokên giştî yên HDPê gava carekê bi kurdî dipeyivin wek ji xwe re sixêf kiribin pê aciz dibin, xwe gemarî û nezan hîs dikin, li xwe danînin.
HDP di vê hilbijartinê de rayên wê zehf heliyan. Heke di hilbijartinên pêş de (a herêmî) dîsa guh nede miletê kurd, heke dîsa guh nede kurdî û çanda kurdan, heke dîsa ji epîstemeyê bêtir guh bide retorîkê, wê bêtir bihele û piştî demekê biqede. Divê HDP xwe biguherîne, yan na wê gel wê biguherîne, yan na wê miletê kurd ji xwe re rêyên nû yên siyasî ava bike.
Gerek di HDPê de navên kevn êdî herin û navên nû werin.
Gerek rêveberên partiyê ji du heyaman zêdetir li serî nemînin.
Gerek navenda partiyê ne Enqere be Amed be.
Gerek partî nebe pêlîstoka çepgiriya tirk.
Gerek HDP dev ji siyaseta tirkiyeyîbûnê (türkiyelileşmek) berde û neteweyî bibe.
Tirkiyeyîbûn siyaseteke xerabe ye, kurdan dike tirk. Gerek ji dêvla tirkiyeyîbûnê kurdistanîbûn bibe ramana partiyê.