Li gor nûçeyek di medyaya Rojhilatê Kurdistanê de hatiye belavkirin, leşkerên Rejîma Îranê duh di saetên êvarî de raste rast li ser zarokê 12 salî yê gundê Cekegurî ya ser bi bajarê Raskiye ya girêdayî Sîstan-Belûcistanê, gule reşand û di êrîşê de zarok qetil kir. Di êrîşê de zarokekî din jî birîndar kirin.
Hat gotin ku piştî hêzên rejîmê wesayîtek gulebaran kirine, wesayît wergeriyaye û di encama êrişê de zarokê bi navê Ihsan Askanî (12) û kur mamê wî yê bi navê Selman Askanî jî bi giranî birîndar bûye.
Hêzên Rejîma Îranê ji 20’ê tebaxê ve nêzî 150 azadîxwaz binçav kirin û şandin nezaretxaneyan. Ji wan 14 kes zarokin.