Dema ku mirov li dîroka mirovahî û civakê vegere, dê ji mirov re xuya bike ku jinan civak avakiriye û bi hezarê salan beriya niha civak bi rê ve biriye û zarok ji nifşekî derbasî nifşekî din kirine û civak serdem bi serdem, nifş bi nifş mezin û fireh kirine. Çi di milê xwedîkirina zarok û berpirsiyariya civakê de be û çi jî di milê avakirina derûniya civakê de be hemû xebat meşandine. Ev jî xuya dike ku jinan, di her gavên di pêvajoya civakê de xwe berpirsiyar dîtine û hewl dane ku rastiya her tiştî û her zanistê nas bikin.
Heger mirov li civaka xwezayî vegere dê ji mirov ve xuya û aşkere bibe ku jinan bi fedakirina giyana xwe hewl daye ku giyayên di xwezayê de ji bo zarokên xwe çêj bike, ka mirov dê pê bimire an na û piştre ji bo wan wek xwarinekê amade bike. Mirov dema li dîroka civaka kurd vegere dê bibîne ku jinan çand, ziman û wêjeya ku bi sedê salan di bin desthilatdariya dagirkeran de bû parastiye û ta roja me ya îro zindî kiriye. Ji ber ku jin dibistana civak û mirovahiyê ye ku zarokan bi rêya zar, ziman û wêjayê wan mezin dike.
Jin û dîrok
Dîrok çavkaniya hemû zanistan e, bi taybet di nava zanistên civakî de cihekî pir girîng digire. Dîrok ji bo mirov bîrgeh e. Pêdiviya mirov û civakê bi vê zanistê heye, li vir pirsek li cem me çêdibe. Gelo dîrok çawa ji nifşekî derbasî nifşekî din dibe?
Dîrok bi xwe civak e, her tiştê der barê civakê de vedibêje. Ji ber ku civak jî bêyî jinan ava nabin, di vê demê de mirov dikare bibêje jin di avakirina hişmendiya dîrokê de xwedî risteke bingehîn e. Zarok di destpêkê ji dayik û bapîrên xwe fêrî dîrokê dibin. Bi rengekî hunerî hişmendiya dîrokê derbasî hişê zarokan dibe. Çîrok, gotin, sembol, çand, wêje û ziman bi rêya jinan derbasî civakan dibin. Heger em qala dîroka devokî û wêjeyê bikin dê ji me re xuya bike azarên jinan di derbasbûna serdeman de, ku bi şikandina hestên jinan dîrok hatiye xemilandin û temam kirin.
Jin û aborî
Aborî ji bo pêdiviyên jiyanê, kar û barên der barê civakê de ye. Wateya wê birêvebirina debara civekê ye. Di ked û debara malê de keda sereke ji hêla jinan ve tê dayîn. Kedkarên bingehîn ên aboriyê jin in. Jinan di milê aboriyê de gelek kar û xebat kirine, weke: kedîkirina lawiran, cotkarî û çandinî, tevnandin, rêsandin û hwd. Bi yekê jî pênaseya aboriyê di roja me ya îro de hatiye guhertin. Di dema civaka wekhev û li gel hev de civak û aborî cihek bûn, lê di roja me ya îro de ji hev du hatine dûrxistin û li ser bingeha keda jinan kedkar û avakirina wê ya ji aboriyê re bazirgantî û kargehên kar û bazirganiyê ava bûne.
Jin û tenduristî
Jinan di dîrokê de hewl daye ku ji xwezayê derman û rêbazên başkirina tenduristiyê de, hewl daye ku xwezayê têxe xizmeta tenduristiyê û bi pêş bixe, çi ji şînatiyan bigire dest û çi jî ji lawiran sûdên bijîşkiyê, bigire. Bingeha zanista tenduristiyê bi zanyarî û serboriyên jinan hatiye afirandin.
Jin û demografî
Demografî ji aliyê wateyê ve zanista hejmara şêniyan e û şêniyên dever û cihekî lêkolîn dike. Heger ku em anîna zarokan bigirin dest hebûna jinan bibandor e, ji ber ku jin zarokan tîne û dikare demografiyê biguhere, lê di dema me ya îro de mafê jinan hatiye xwarin û nifûsa zarokan di destê mêr deye û bi derketina dewlet û desthilatdariyê re mêr avaker e ji demografiyê re û ev hişmendî li hemû cîhanê bibandor e.
Di encamê de hemû zanistên civakî bi rêya jinan hatine bipêşxistin û avakirin û jin di wan de roleke sereke dilîzin. Lê di çanda desthilatdarî û dewletan de ev tişt veşartî ye û li berovajî mafê jinan hatiye bikaranîn. Di avakirina dewlet û desthilatdaran de jin weke amûreke ku di civekê de tê bikaranîn û tu girîngiya xwe tune ye. Di serweriya mêr de û bi derketina baviksalarî û zayendperestiyê de jinan tu girîngiya xwe di civakê de tune ye, nikare tu rolê bilîze, karkera malê ye û mêr wê wek makîna zarokan û karkera malê dibîne. Lê heger ku em li zanistê vegerin û baş lê mêze bikin dê ji me re xuya bike ku jin a ku zarokan tîne û dema ku ji dayîkbûna zarokan de, zarok jî bi civaka ku jinan ava kiriye mezin dibe. Heger em çiqasî keda jinan û li hemberî wê ked û azarên jinan vebêjin têrê nake lê bi gotineke balkêş, jin ew e ku zarokan bi rêya hestên xwe dilorîne û ew landika civakê ye.