Lingê meşa Gemlîkê ya Bûrsayê jî ku bi pêşengiya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Federasyona Komeleyên Hiqûq û Piştgiriyê ya Malbatên Girtî û Hikûmxwaran (MED-TUHAD FED) bi şîara “Li dijî siyaseta tecrîdê ji bo parastina azadiyê em dimeşinm Gemlîkê” tê lidarxistin, dest pê kir.
Beriya du heftan li Çûkûrova, Marmara, Ege û li bakurê Kurdistanê ji bo Meşa Gemlîkê bername û çalakiyan dest pê kir û bang hatin kirin. Duh rexmî astengiyên polisan jî li Îzmîr, Mêrsîn, Edene, Amed û Wanê bi hezaran kesî starta Meşa Gemlîkê da.
Îro jî li Stenbol, Yalova, Bûrsayê Meşa Gemlîkê dest pê kir. Kesên ku bajarên cuda bên wê li qada Newrozê ya li taxa Arabayatagi ya navçeya Yildirim a Bûrsayê li hev kom bibin û ber bi Gemlîkê ve dest bi meşê bikin. Beriya meşê polîsan li têketina gelek navçe û bajaran noqteyên kontrolê danîn û bi hinceta qedexeya walîtiyê destûr nadin tu daxuyanî û meşan.
Polisan, qada Newrozê ya girse lê li hev kom bû dorpêç kir û kesên hatin qadê di Lêgerîna Agahiyên Giştî (GBT) re derbas kir û hewl da têketina wan a qadê asteng bike. Dîsa avahiyên HDP’ê yên Bûrsayê jî ji aliyê polisan ve hatin dorpêçkirin û têketin û derketina wan qedexe kir.
Li aliyê din polisan Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Gemlîkê jî dorpêç kir û deriyê wê radan. Li Înegolê jî avahiya HDP’ê polîsan dorpêç kir.
Rexmî astengiya polisan girse li qada Newrozê li hev kom bû. Ji navçeyên Kestel, Nîlufer û Gursûyê gelek kes hatin qadê. Destûr nayê dayîn ku girseya Yalovayê jî bê Bûrsayê. Polisan girseyê dorpêç kir û gef binçavkirinê dixwin.