Koma Lêkolînê ya Enflasyonê (ENAG) ku aborînas û akademîsyenan ava kiriye, daneyên meha tebaxê yên enflasyonê aşkera kir. Li gorî ENAG’ê, Endeksa Bihayê Mezexêr (E-TUFE) di meha tebaxê de ji sedî 5.86 zêde bûye. E-TUFE, di 12 mehên dawîn de ji sedî 181.37 zêde bûye û ji serê salê ve jî bûye 91.62.
TUÎK’ê jî enflasyona salê weke ji sedî 80.21 û meha tebaxê jî ji sedî %1,46 nîşan dabû.