Stasyon û santralên kehrebeyê û tevahiya binesaziya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelek caran ji aliyê Dewleta Tirk ve tên bombebarankirin. Di encama bombebaranê de stasyona kehrebeyê ya Siwêdiyê û gelek stasyonên din ji xizmetê derketin. Aliyên têkildar zirarên li stasyonê sererast kirin û parçeyên hinekan guhertin, lê tevî vê yekê jî hin ji wan baş naxebitin.
Li stasyona Siwêdiyê ya kehrebeyê dide santrala bajarê Til Hemîsê, hin pirsgirêkên teknîk çêbûne. Di encamê de 35 roj e bajar û gundewarên Til Hemîsê bê kehrebe ne. Qutbûna kehrebeyê jî bû sedem ku xebatên bîrên avê jî bisekinin. Li ser vê yekê Şaredariya Gel bi hevkariya Gerînendetiya Avê wekî tedbîrên demkî avê bi rêya sarîcan li şêniyan belav dike.
Li gor nûçeya ANHAyê li ser agahiyên ji Desteya Enerjiyê wergirtine, amade kirine de tê gotin ku sedema qutbûna kehrebeyê pirsgirêkên teknîk ên di stasyona Siwêdiyê de ye. Desteyê diyar kir ku xebatkarên wê ji bo çareserkirina pirsgirêkê û peydakirina kehrebeyê 24 saetan dixebitin û ev agahî da: “Pêdiviya hin parçeyên stasyonê bi guhertinê heye û ev jî sedema sereke ya derengbûna sererastkirinê ye.”
Desteyê diyar kir ku hewldanên guhertina parçeyên xirabbûyî dewam dikin.