24 SIBAT 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Halîde Turkoglû: Peyamên Abdullah Ocalan girîng in

Berdevka Meclîsa Jinê ya DEM Partiyê Halîde Turkoglû: “Perspektîfên ku Birêz Ocalan ji bo çareseriyê destnîşan kir li dijî tundiya mêr dewletê, ji bo têkoşîna azadiyê ya jinan gelekî girîng in. Ji ber ku ev perspektîf jiyana wekhev a bawerî, nasname, zimanên cuda, jin û gelan ji xwe re dike esas.”

Berdevka Meclîsa Jinan a Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Halîde Turkoglû li navenda giştî ya partiyê civîna çapemeniyê lidar xist û bûyerên di rojevê de ne nirxand.

Halîde Turkoglû bal kişand ser êrîşên Dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û diyar kir ku desthilatdariya siyasî bi destê hêzên xwe yên paramîlîter ên SMOyê ji hewayî bombardûmanê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike.

Halîde Turkoglû anî ziman ku bi binpêkirina hiqûqa navneteweyî êrîşên hewayî li ser Bendava Tişrînê têne kirin û got: “Êrîşên li ser Tişrînê şerê desthilatdariyê yê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku li hemberî vî şerî li ber xwe didin, hewl didin bendavê biparêzin, lê belê dibin hedefa êrîşên hewayî yên desthilatdariya siyasî. Nêzî 50 mirov ji ber ku ax û çavkaniya xwe ya jiyanê parastin hatin kuştin, bi dehan mirov jî birîndar bûn. Li gel vê yekê jî mirovan dest ji parastina bendava xwe bernedan ku çavkaniya wan a jiyanê ye. Em ji desthilatdariyê dipirsin: Hûn ji gelên Rojava, ji jinên Rojava çi dixwazin? Mirov qadên xwe yên jiyanê yên bi kedeke mezin afirandine li hemberî we diparêzin. Dibêjin ‘Dest nede axa min, jiyana min a nû’. Dibêjin, ‘Ez li hemberî we ne metirsî me’ û bi pratîka xwe vê yekê nîşan dide.”

Di dewama axaftina xwe de Halîde Turkoglû anî ziman ku şert û mercên aştiyê diyar in û got: “Birêz Ocalan ê ku 26 sal in tecrîdkirî ye, şert û mercên aştiyê bi şênberî nîşan da. Hevdîtinên bi Birêz Ocalan re hatin kirin ji bo me jinan gelekî girîng in. Perspektîfên ku Birêz Ocalan ji bo çareseriyê destnîşan kir li dijî tundiya mêr dewletê, ji bo têkoşîna azadiyê ya jinan gelekî girîng in. Ji ber ku ev perspektîf jiyana wekhev a bawerî, nasname, zimanên cuda, jin û gelan ji xwe re dike esas.

Birêz Ocalan ku li hemberî siyaseta şer, nexşerêya aştiya bi rûmet pêşkêş kir, îro hîn jî tecrîdkirî ye. Ev tecrîd pêşî li aştiyê venake. Bêguman herdu hevdîtinên hatin kirin ji bo me hêja ne, lê belê divê ev hevdîtin li çarçoveyeke qanûnî bê bicihkirin. Rêya vê jî ew e ku tecrîd bi her awayî ji holê bê rakirin. Divê şert û mercên kar ji bo Birêz Ocalan bêne afirandin, gava destpêkê ya ber bi aştiyê bê avêtin. Ev yek herî zêde wê bi têkoşîna me jinan diyar bibe. Ji ber ku herî zêde jinan berdêlên giran ên şer dan. Yên ku pêşengiyê ji avakirina aştiyeke bi rûmet re bikin jin û ciwan in. Banga me li jinan hemûyan e: Werin em li dora aştiyeke bi rûmet bicivin, jiyaneke wekhev û azad bi hev re ava bikin.”