12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dekan bi derewê çûye xwendekaran

Kadrî Esen

Di 23’yê hezîranê de li Zanîngeha Alparslan a Mûşê, xwendekarên Fakulteya Fen û Edebiyatê merasîma derçûnê li dar xistibûn. Di merasîmê de dema ku xwendekarên Beşa Ziman û Wêjeya Kurdî xwestibûn pankarta “Şêrîn û xweş e zimanê kurdî” vebikin, ji aliyê peywirdarên ewlehiya taybet a zanîngehê ve hatibûn astengkirin. Lê xwendekaran bertek nîşanî vê astengkirinê dabûn û tevî hemû astengiyan jî pankarta xwe ya bi kurdî vekiribûn.
Ji xwendekarên Beşa Ziman û Wêjeya Kurdî Sabrî Aktaş û serokê Beşa Ziman û Wêjeya Kurdî ya Fakulteya Fen û Edebiyatê ya Zanîngeha Alparslan a Mûşê Ayhan Tek der barê mijarê de ji rojnameya me re axivîn û bertek nîşanî astengkirina pankarta kurdî dan.

Ji ber kurdî asteng kirin

Xwendekar Sabrî Aktaş (27), diyar kir ku li zanîngeha wan dema derçûbûnê her beş di merasîma xwe de pankarteke der heqê beşa xwe de vedike û wan jî xwestiye ji bo beşa xwe pankarteke bi kurdî vebikin û wiha got: “Li gorî me tenê ji ber zimanê kurdî pankarta me hat astengkirin. Gotin, ‘Heta niha kesî venekiriye’ lê rojek beriya me beşên din vekirin kesî ji wan re deng nekir. Pankartên wan hemû rêveberiya dewletê, şaredariyê û zanîngehê rexne dikirin.”

Dekan ferman daye

Aktaş, bi lêv kir ku astengkirina pankarta wan ne bi dilê hin mamosteyên wan ên beşa wan bûye û ev tişt got: “Mamosteyên me jî ji astengkirina pankarta me ya bi kurdî aciz bûn û li dijî astengkirinê bi peywirdarên ewlekariya taybet re ketin nîqaşê. Peywirdarên ewlehiyê digotin ku tiştek di destê wan de tuneye û dekanê fakulteya me ferman daye wan û gotiye, ‘Bila li eywanê venekin ez ê bi kurdî biaxivim’. Lê tenê got, ‘Hûn bi xêr hatin ser seran û ser çavan’. Dema ku me xwest li ber derî pankarta xwe vekin dekan bi xwe hat û xwest pankartê ji destê me bigire û vekirina pankartê asteng bike. Neheqî li me hat kirin.”

Me bawer nekir

Serokê Beşa Ziman û Wêjeya Kurdî ya Fakulteya Fen û Edebiyatê ya Zanîngeha Alparslan a Mûşê Ayhan Tek jî der barê mijarê de ji rojnameya me re axivî û diyar kir ku rêveberiya zanîngehê destpêkê nexwestiye pankarta bi kurdî bê vekirin û wiha got: “Dema ku me sedema venekirina pankartê pirsî angaşt kirin ku li tu beşê pankart nehatine vekirin û vekirina pankarta kurdî asteng kirin. Me vê astengkirinê fêm nekir û ji hinceta wan bawer nebûn. Tenê ji ber ku kurdî bû asteng kirin. Mixabin kesên ku asteng dikirin jî kurd bûn.”