Li rojavayê Kurdistanê dînekî bi navê Smaîl hebû. Di navbera Qamişlo û Amûdê de her diçû û dihat û li gundên di navbera van herdu bajaran de digeriya. Selikek di destê wî de hebû her carê hin tişt dixistin nava wê selkê û li gundan digeriya û difirot. Carnan şekir, benîşt, qelem, nokên şekirî û tiştên wiha difirotin. Tiştên xwe dida bi hêkan. Dawiya rojê selika xwe tijî hêk dikir û dibir Amûdê difirot dikandaran.
Carekê dîsa ber êvarê ye Simaîl li gelek gundan geriyaye û selika xwe tijî hêk kiriye. Muxtarê gund jê re got; Simaîl hêk bi çiqasî ne. Simaîl got heba hêkan bi 15 qurûşa ye. Muxtar got; Smaîl heke ez tevan li ser hev ji te bikirim tu dê heba hêkan bi 10 qurûşan bidî.
Simaîl xwe gelekî aciz kir û got; kuro muxtar ma tu dîn bûyî. Heke ez hêkên xwe tevan bidim te îca ez ê çi karî bikim. Qey çavê te lê ye ku ez betal û bêkar bimînim.
Îca wiha xuyaye ku mesela Simaîl ne tîcaret û bazirganî bû, mesela wî tenê hewes bû. Dixwest ji te û xwe re bi behaneya kirîn û firotinê li gundan bigere. Bêguman ew li kîjan mala gund bûbûya mêvan jî gundî tev li wê malê diciviyan û ji xwe re li Simaîl guhdarî dikirin.