12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Gelê Cizîrê di Newrozê de xwest tecrîdkirina Ocalan bi dawî bibe

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê pîrozbahiya Newrozê bi dirûşma “Dem dema serkeftinê ye” li Qada Newrozê bi tevlibûna sedhezaran kesan hat kirin. Gel di pîrozbahiyê de bênaver dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bêserok jiyan nabe” û “Bijî Newroz ” berz kir û govend gerand. Aktivistên TJA, DBP, Hevşaredarên Cizîrê Bêrîvan Kutlu û Mehmet Zîrîg, Parlamenterên HDP’ê yên Şirnexê, rêveberên KESK’ê, Meclîsa Jinan a HDP’ê,  MEBYA-DER, Dayikên Aştiyê, Hevşaredarên Silopiya û nûnerên ÎHD’ê Dayika  Orhan û Mehme Tûnç Esmer Tûnç û malbatên Asiya Yuksel û Pakîze Nayir ên li Silopiyayê hatin qetilkirin tevlî pîrozbahiyê bûn. Di pîrozbahiyê de destpêkê endamê Komîteya Amadekar a Newrozê  Mesut Nar axivî û bal kişand ser tecrîda li Îmraliyê û xwest di serî de li Îmraliyê û li hemû girtîgehan tecrîd bê rakirin. Xwest ji bo azadiya girtiyna têkoşîn bê dayîn.

Hevserokê HDP’ê yê Şirnexê Sebahattîn Denîz anî ziman ku ew di salvegera 30’emîn a qetlîama 1992’yan de bi ruhê berxwedanê hatine qadê û wiha got:  “Em kesên ku wê demê di Newrozê de jiyana xwe ji dest dan bi bîr tînin.”

Hevşaredara Cizîrê Bêrîvan kutlu jî wiha got: “Ew ê heta dawî li gel gelê xwe bin. Em dest ji têkoşînê bernadin û heta ku têkoşîna me bi ser keve em ê li ber xwe bidin.”

Parlamentera Nûran Îmîr jî jî ser girîngiya Newrozê rawestiya û wiha axivî: “Nêzî hefteyeyeke bi milyonan kes li qadan azadiyê diqerîn. Divê dewlet dengê gelan êdî bibhise û guh bide daxwaza gelan. Îro gel azadiya Birêz Ocalan dixwaze. Daxwaza gel azadiya girtiyan e. Pirsgirêka kurd bi tecrîdê nayê çareserkirin, bi polîtîkayên tunekirin û înkarkirinê nayê çareserkirin.”

Piştî axaftina Nûranê agirê Newrozê ji hêla Dayikên Aştiyê ve bi dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” hat pêxistin.

Parlamenterê HDP’ê Omer Ocalan jî di axaftina xwe de bal kişand ser tecrîdê û bandora polîtîkayên tecrîdê ya li ser gel û wiha got: “Bi salane şerek tê meşandin û bi deh hezaran mirov jiyana xwe ji dest da. Tekane rawestandina şer dê bi saya Abdullah Ocalan pêk bê.”

Pîrozbahî bi stran û gerandina govendê berdewam kir.