12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Siberoj di zimanê me de veşartî ye

Zext û zora li ser zimanê kurdî bi gelek şêweyan bandora xwe li ser civaka me dike. Ne tenê rojnameger û nivîskar para xwe ji van zextên li ser ziman digirin; di encama van zextan de gelek stranbêj û hunermend jî ji ber dozên ku li wan hatine vekirin neçar mane ku berê xwe bidin welatên xerîbiyê. Yek ji wan stranbêjan jî Farqîn Azad e. Me xwest bi boneya 15 gulanê roja zimanê kurdî li wî guhdarî bikin.

Tu dikarî hinekî behsa şert û mercên salên xwe yên destpêka muzîka kurdî bikî? Bi taybetî jî êrîş û qedexeyên ku hûn pê rû bi rû diman?

Min ji destpêka dibistanê ve stran digotin. Mamosteyên min hertim dengê min diecibandin û stran bi min didan gotin. Wê demê Mehmet Geren mamosteyê min bû û gelekî bi min re eleqedar dibû. Di wê demê de ew mamosteyê hêja ji aliyê kontrgerîla ve hate kuştin. Min zêde li stranên klasîk guhdarî dikir. Wek; Hozan Şiyar, Şivan Perwer, Aram Tigran, Mihemed Arîf Cizrawî. Gava ku em hatin metrepolên Tirkiyeyê jî min di malê de jî hertim stran digot. Di 1989’an de min li Kocaeliyê çayxaneyek vekir. Di wan salan de şagirtên zanîngehê yên welatparêz dihatin çayxaneyê. Di nava wan de heval Çetin û Nurcan hebûn. Herdû hevalan jî li tembûrê didan. Ez bi nêzî sed hevalên xwendakar re çûm seyranê û wê demê wan dengê min keşf kir. Piştre min û hinek ji wan hevalan me komek ava kir. Navê koma me Serdîlan bû. Di salên 90’î de sazî û dezgehên kurdan li metropolên Tirkiyeyê vebûn. Li Stenbolê Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) hat vekirin. Di nava vê saziya çandê de Elî Temel, Turhan Yapiştiran, Celal Ekîn, Rotînda, Beser Şahîn, Koma Çiya, Koma Azad, Koma Serhildan û Koma Govendê tê de bû. Em bi mêvandarî çûn vekirina saziya Navenda Çanda Mezopotamyayê. Min Apê Mûsa li NÇM’ê nas kir. Min jê re hinek stranên dengbejiyê gotin û wî jî got êdî li vê saziyê bin û xwedî li çand û zimanê xwe derkevin û ji bo parastinê werin NÇM’yê. Ez di sala 1991’ê de tev li NÇM’ya Stenbolê bûm. Beriya ku ez tev li saziyê bibim min albûma bi navê ‘Zimanê kurdî zimanê me ye’ derxistibû.

Em dibînin ku hûn di sala 93’yan de tev li Koma Azad bûne lê beriya wê jî xebatên we yên muzîkê hene tu dikarî hinekî behsa xebat û pêvajoya destpêka Koma Azad bikî?

Ez di sala 1992’yan de vegariyam Kurdistanê. Di sala 1993’yan de jî NÇM li Amedê vebû û ez tev li saziya NÇM’ê ya Amedê bûm. Gava ku min dest bi xebatên çandê kir min dizanîbû ku ez ê bi zext û zorê re rû bi rû bimînin. Parastina çand û hunerê ji bo me parastina rûmetê bû. Bi vê yekê me dest bi xebatên xwe kir. Di Komên NÇM’ê de xebatên kolektîf hebûn û gelek xebatên baş pêk dianîn. Komên din jî gelek caran alîkarî didan vê komê. Di xebatên tekakesî de jî xebatên hevpar hebûn. Wek Şehîd Hogir. Di vê saziyê de jiyana xwe domandin û gelek qedirbilind bûn. Em ji ber xebatên xwe gelek caran hatin binçavkirin. Di salên 90’î de gelek kesan stranên tirkî digotin. Ji ber vê yekê tenê stranê kurdî gotin jî pisrgirêk bû. Ji xeynî Koma Xerzan, Koma Agirê Jiyan, Koma Çiya, Koma Mezra Botan, Koma Rojhilat, Koma Rewşan, Ganî Nar, Xanemîr, Dengbêj Kazo kesek din bi kurdî stranan nedigot. Gelek caran ji me re pirsgirêk derdixistin. Gava ku em derdiketin ser dikê me mehek berê gotinên stranan dişandin ji berbirsiyar re. Ewlehiyê digot ev stran dibe yan ev stran nabe. Gava ku me stranên ‘li gorî wan qedexe’ digotin, hêzên ewlehiyê em binçav dikirin. Niha gelek kes stranên kurdî dibêjin lê ew tev li saziyekê nabin. Lê mixabin li gorî xwe tercîheke wiha dikin.

Dema em bala xwe didinê bandora muzîka kurdî ya di salên 90’î de li ser gelê kurd zêdetir xuya dike lê piştî salên 2000’î êdî ew bandor kêm dibe, tu sedema vê yekê bi çi ve girê didin?

Di salên 90’î de stranên ku dihatin gotin ji aliyê gel ve gelek dihatin heskirin û lê xwedî derketin jî. Gel hem ji stranên xwe yên kurdî û hem jî ji hunermendên xwe gelekî hez dikirin. Di nava gel de germahiyek ji bo ziman hebû. Gel ji bo çand, huner û ziman birçî bû. Em bi xwe aşkera di nava gel de bûn û me xîtabî wan dikir. Em bi hevre di nava çalakiyan de bûn. Gel xwe bi me girê dida û em bi hevre bûn. Gel bi rastî jî ji huner, çanda û saziyên xwe hez dikir. Di pey salên 90’î de gelek sazî û dezgehên kurdî ji aliyê nemir Mûsa Anter ve hatin vekirin. Di nava ewqas zor û zexmetiyan de piştî salên 90’î vekirina saziyan ji bo gel bû moraleke baş. Muzîka me tesîra xwe li ser gelê me dikir. Gelek piştgirî didan me. Me albûmên xwe bi destê xwe ji gelê xwe re parve dikir. Di şahiyan de gava ku me albûmên xwe bi xwe re dibirin yek jî ji wan albûman di destê me de nedima. Piştî salên 2000’î êdî muzîka popûler derket pêş. Bi tesîra muzîka popûler êdî bandora çandî kêm bû. Navaroka wan bêwate û vala bû.
Gava ku hunerek bandora xwe li ser welatiyekî neke tu wateya wê tune ye. Di wê demê de me pirsgirekek wiha dijiya. Êdî di muzîkê de lêhûrbûn û lêkûrbûn pêk nayê. Êdî mesele bûye popûler û ji bo popûlerbûnê muzîk tê kirin. Ji bo vê hinek kes guhdar dikin û hinek kes jî guhdar nakin. Bandora teknolojiyê jî heye. Di vê demê de gelek kesên baş jî derketin. Em wana pîroz dikin û serkeftinê ji wan re dixwazin. Eger ku di nava sazî û dezgehan de cih bigrin dê gelek karên baş bikin.

Mirov dikare bibêje ew tesîra muzîka kurdî ya ku li ser civakê bandor dike, bingeha xwe ji hest û jiyana hunermend digire?

Gava ku tu muzîkekê çêbikî û ev muzîka te bandorê li ser gel bike, hewceye ku hestên hunermend xurt bin. Gotinên muzîkê, naveroka wê, dîmenên wê xîtabî gel bike. Lê mixabin di demên dawî de ev bandor kêm kêm bûye. Em dibînin ku gelek kes stranên gelêrî modernîze dikin û pêşkêşî gel dikin. Ev tişt ne afirandin e. Afirandin ya gel e. Di demên berê de gel van stranan gotiye. Ez nabêjim bila ev stran modernîze nebin, hewceye ku ev stran kevin nebin. Bila bên modernizekirin. Lê gava ku em tiştekî din çêbikin hewceye ku haya me ji naverok û gotinan hebe. Ji ber ku gelek gotin û muzîk tev li hev dibin û gelek tiştên xetere dertên holê. Ev stran hemû bîr û arşîv in. Gava ev naverok tev li hev bibin, deh sal şûnde gel wê naveroka xetere di qeydan de bibihîze û ew di bîrê de dimîne. Bila naveroka stranan neyê guhertin. Em bi hevalên xwe re gelek caran li ser peyvekê disekinin, ji bo çewtiyek dernekeve. Hevalên nû jî bila bi vê hesasiyetê nêzîk bibin. Bila stran bi hestê gel bên gotin. Ev stran mîrasên me ne û hewceye ku em wana bipazêrin. Em lê û lo tev li hev nekin.

Di demên berê de li bajarên Kurdistanê her konserek ku dihat lidarxistin bi hezeran welatî beşdar dibûn lê niha ev konser li kafeyan tên lidarxistin û kêm kes temaşe û guhdar dikin. Tu sedema vê bi çi ve girê didî?

Rastî jî berê di konserên me de bi hezaran kes tev lê dibûn. Di qadên mezin û vekirî de festîval û konser dihatin lidarxistin. Beşdarbûn gelek zêde bû. Îro em lê dinêrin êdî konser di nava kafeyan de yan jî li salonên girtî têne lidarxistin. Ev tişt wek modernîzmê jî tê xuyakirin. Hinek kes tên li wan guhdarî dikin û diçin. Lê derfetên hinek kesan tune ye ku tev li wan cihan bibin. Vê carê pirseke wiha dertê holê. Em ê çawa xwe bigihînin gel? Dibêjin teknolojî heye û hemû kes dikare xwe bigihîjîne gel. Rast e teknolojî gelek pêş ve diçe û hemû kes belkî bikaribe guhdar bike. Gelek kes li ser înstagram, twîtter, facebook an jî youtubê stranan parve dikin û welatî jî guhdar dikin. Lê mirov gava ku tiştekî zindî temaşe bike ew hîseke cuda ye. Em daxwaz dikin ku careke din derkevin derve û li qadan stranên xwe bibêjin. Wekî qada Newrozê bila gel û stranbêj bên cem hevdû. Gava ku mijareke awarte derkeve holê hinek hevalên me di qadên girtî de jî stranan dibêjin lê ev pir nayê tercîhkirin.

Ev 30 sal in ku tu bi awayekî profesyonel bi muzîkê re eleqedar dibî. Ji destpêkê heta niha der barê te de çend doz hatine vekirin, tu li rastî qedexe yan jî cezayên çawa hatî?

Ev 30 sal e di nava xebatên çand û hunerê de me û bi muzîkê re eleqadar dibin. Ez ne kesekî profesyonel im û ne hewqas serkeftî me. Ez strana dibêjim û karên arşîvê dikim. Di nava 30 salan de gelek doz li min hatin vekirin. Min bi stranekê pêşkêşvanî kiribû, li ser wê stranê doz li min hat vekirin û 20 sal ceza li min hat birîn û ez ji kar derxistim.

Ji ber vê doza ku li te hatiye vekirin niha tu ji welat gelekî dûr ketiyî. Gelo di xebatên te de guherîn, cudahî yan jî di warê afirîneriyê de çi cudahî heye?

Xerîbî xebatên mirov gelekî diguherîne. Ez li vê derê koçber im. Gava ku ez li welatê xwe bûm, em hemû heval li cem hevdû bûn. Di Koma Azad de em 5-6 heval dihatin ba hevdû. Di xerîbiyê de tu tenê yî. Hevalên ku ez bi wan re kar bikim ew jî li welatekî din dimînin. Salê carekê em tên cem hevdû. Lê em xebatên xwe didomînin. Albûma min ya nû meha gulanê li festîvala Çand û Hunerê ya Parîsê dê bê parvekirin. Di vê albûmê de 11 stran hene. Ev 11 stran li gelek deverên bajarê Kurdistanê hatine gotin. Ez ê stranên wan bibêjim. Albûma min a yekem e ku ez li xerîbiyê derdixim. Êdî em ê binêrin ka wê gelê me çawa binirxîne.

15’ê Gulanê roja Cejna Zimanê Kurdî ye û ji bo vê rojê tu dixwazî çî bibêjî?

Çand, dîrok û ziman nasnameya welatekî ye. Welatek jî bi parastina wan pêk tê. Sed hep welatê te heb in ger ku tu bi zimanê xwe nenivsînî, neaxivî û nefikrî bêwate ye û ev tunebûn e. Civaka me zimanê serdest bikar tîne û stranbêjên me zimanê serdestan diaxivin. Bi sedan sal in ku di Kurdistanê de asîmîlasyonê pêk tîne. Gelek çîrokên kurdî stranên kurdî hatine dizîn û li zimanê serdest hatine wergerandin. Ên ku xwestine Kurdistanê dagir bikin ewilî zimanê kurdan tune dikin. Hewceye ku gelê kurd li ziman, çand û dîroka xwe xwedî derbikeve. Ji ber ku nasnameya welatekî ziman e. Eger ku ziman, dîrok û çand tune bibe, hebûna me bêwate ye. Ez Roja 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî li hemû gelê Kurdistanê pîroz dikim. Em xwedî li rûmeta xwe derkevin. Bi zimanê xwe biaxivin, binivsîn û bifikrin. Ziman siberoja me ye.