34 partiyên siyasî yên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi wesîleya hilweşîna rejîma Baasê daxuyanî dan û diyar kirin ku HSDê îsbat kir ku ew hêzeke nîştimanî ya tevahî gelê Sûriyeyê ye û armanca wê avakirina Sûriyeya pirreng û demokratîk e.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku îradeya gelan her tim ji zilma zordaran mezintir e û bang li hemû pêkhateyên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat kirin ku destkeftiyên Rêveberiya Xweser biparêzin û li pişta Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) bin, ji ber ku ew li herêmên rizgarkirî parêzvanên ewlehî û aramiyê ne.
Di berdewama daxuyaniyê de hat diyarkirin ku HSDê hêzeke nîştimanî ya tevahî pêkhateyên gelê Sûriyeyê ye û armanca wê avakirina Sûriyeya pirreng û demokratîk e.
Di dawiya daxuyaniyê de ev xal hatin diyarkirin:
“Em berpirsê qonaxa bê ne û divê hemû bi cidî bixebitin û van xalên li jêr pêk bînin:
Divê bi rêya hevkariya bi hêzên nîştimanî yên li ser erdê re ewlehî û îstîqrar were misogerkirin.
Divê di navbera tevahî pêkhateyên gelê Sûriyeyê de bêyî paşguhkirin, diyaloga nîştimanî ya giştî hebe.
Divê Sûriyeyeke demokratîk, pirreng û nenavendî were avakirin ku mafê her pêkhateyekê ya birêvebirina karên xwe yên hundirîn hebe.
Partiyên ku li ser daxuyaniyê îmze kiriye ev in:
Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK)
Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD)
Partiya Kesk a Demokrat
Partiya Aştiya Demokratîk a Kurdistanê
Partiya Lîberal a Kurdistanê
Partiya Komunîst a Kurdistanê
Partî Demuqratî Kurdistanî-Sûrî
Partiya Çep a Demokrat a Kurd li Sûriyê
Partiya Çep a Kurd li Sûriyê
Partiya Sûriyeya Pêşerojê
Partiya Guhertina Demoqrat a Kurdistanê
Tevgera Nûjen a Kurdistanê
Yekîtiya Karkerên Kurdistanê (YKK)
Heya El Weteniya El Erebiye (Desteya Nîştimanî ya Erebî)
Partiya Nûjen û Demokrasiyê ya Sûriye
Partiya Rêkeftina Demokrat a Kurdî li Sûriyê
Tevgera Çaksazîyê-Sûriya
Partiya Roj a Demokratîk li Sûriyê
Partiya Aşûrî ya Demokratîk
Partiya Biratî ya Kurdistanê (PBK)
Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM)
Kongra Star
Partiya Muhafezekaran
Partiya Têkoşîna Demokrat
Tevgera Pêşeroja Kurdistanê
Partiya Demokrat a Kurdistanê-Rojavayê Kurdistanê
Heyet El Tensîq El Weteniye-Tevgera Guhertin a Demokratîk
Partiya Yekitiya Suryanî
Partiya Kombûna Nîştimanî ya Kurdistanî
Partiya Demuqrat a Kurd li Sûrî (Partî)
Partiya Yekitiya Demokrat a Kurd li Sûriyeyê (Yekitî)
Partiya Çep a Şoreşgerî li Sûriye
Partiya Suryaya
Partiya El Weten El Sûrî