Li Îranê nerazîbûnên li dijî kuştina Mehsa Emînî bi destê (polîsên Exlaqê) yê Îranê berdewam dikin. Gelek kampaniyayên ji bo girtina şîna giştî li gelek bajarên îranê hatin destpêkirin her wiha gelek aliyên siyasî jî piştgiriya xwe dan van hewldanan.
Li bajarê Senendecê bi sedan kes daketin kolanan û kuştina Mehsa Emînî şermezarkirin, polîsan ji bo belavkirina xwepêşandêran bombeyên gazê bikar anîn. Li bajarê Saqizê jî xwepêşandan hebûn û di encama xwepêşandanên Saqiz û Senendecê de 40 kes birîndar bûn û 13 kes jî hatin binçavkirin.
Rayedarên Îranê raporên kuştina Mehsa Emînî ya 22 salî red dikin û dibêjin dê di nava 3 hefteyan de rapora sedema mirina wê aşkera bikin. Lê ji aliyekî din ve fîlmê serê Mehsa Emînî ji alî hin hakeran ve hatiye bidestxistin û di rojnameya ‘Îran Internasiyonal’ de hatiye weşandin. Li gorî fîlmê serî yê (CT scan) şikandin di aliyê rastê yê hestiyê serî de xuya dike. Her wiha di film de xuya dike ku xwîn çûye ser pişikên wê jî.
Gelek rêxistinên xwendekaran, sendîkayên karkeran, rêxistinên hiqûqî û yên mafê mirovan banga xwepêşandan û nerazîbûnan kirin ku gel li derve û hundirê Îranê dakevin kolanan û kuştina Mehsa Emînî şermezar bikin.
Her wiha li derveyî welat jî 8 partiyên muxalifên Îranê bi daxuyaniyeke hevbeş kuştina Emînî şermezarkirin û piştgiriya xwe ya bi xwepêşandanan re dan xuyakirin.