19 ÇILE 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Doza Sîncar dîsa hate taloqkirin

Danişîna doza Parlamenterê DEP’ê yê Mêrdînê Mehmet Sîncar ku hatibû qetilkirin, taloqî 10’ê kanûnê hate kirin

Parlamenterê Partiya Demokrasiyê (DEP) ê Mêrdînê Mehmet Sîncar di 4’ê îlona 1993’yan de li Êlihê hatibû qetilkirin. Di doza qetilkirina Sîncar de tetîkkêşê hîzbîkontrayê Cîhan Yildiz tê darizandin. Danişîna dozê li 6’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat lidarxistin. Hevjîna Sîncar, Cîhan Sîncar, parêzerên wan Mehdî Ozdemîr û Yakup Guven di danişînê de amade bûn.

Dozger, di danişîna berê de ji bo mutalaayê dem xwestibû û dîsa daxwaza demê  kir. Dadgehê bi daxwaza temamkirina kêmasiyên di dosyayê de, danişîn taloqî 10’ê kanûnê kir.