Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê di 18’ê nîsana sala 1992’yan de hate damezirandin. Piştî îlankirina OHAL’ê bi riya KHK’ê tevî gelek sazî, televizyon, komele û weşanxaneyên kurdî xebatên wê hatin qedexekirin. Pê re dildarên ziman û çanda kurdî di bin banê Komeleya Kurdî de ji nû ve hat avakirin û xebatên xwe birêxistin kirin. Hevseroka Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê Remziye Alparslan der barê xebatên Enstîtuyê de ji rojnameya Xwebûnê re axivî.
Hevseroka Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê Remziye Alparslanê xebatên Enstîtuyê bi giştî wiha derbirî, “Xebatên me li ser xeta berê ya Enstîtuyê dewam dikin. Me ji çend hêlan ve ew xebat dewlementir kirine. Atolyeyên ziman bi çend zaravayan tên birêvebirin. Perwerdeyên me bi sê zaravayan (kurmancî, zazakî û soranî) bi domdarî hene, hin serdeman li gorî îmkanan me atolyeyên bi zaravayên wekî kelhûrî û hewramî jî vekirine. Atolyeyên me li gorî daxwaz û serlêdanan bi polên rûbirû jî bi yên online tên birêvebirin.
Zarokên 4-6/7 salî yên bi kurdî dizanin, yên 8-12 salî yên bi kurdî dizanin û yên ku di heman temenî de ne lê bi kurdî nizanin di polên me yên zarokan de perwerdeyê dibînin. Ev perwerde jî ji 21’ê sibata 2021’î û pê ve dewam dikin.
Li Komeleyê xebatên weşanê jî tên kirin. Kovara Zendê ji hejmara xwe ya yekemîn a ku di sala 1994’an de derketibû û pê ve weşana wê berdewam e. Gotarên li ser wêje, dîrok, ziman û çanda kurdan tên weşandin. Hejmara wê ya dawî bi dosyeyeke taybet derket ku li ser TZPKurdiyê ye.
Dîsa pirtûkên hînkirina ziman, pirtûkên zarokan, pirtûkên çîrokan û berhevkariyê, lêkolînên di gelek waran de û ferheng hin ji weşanên me yên din in.”
Remziye Alparslanê der barê berfirehkirina xebatên Enstîtuyê de wiha got, “Em dikarin bibêjin di hin waran de xebatên heyî hatine berfirehkirin û dewlemendkirin. Xebatên me bi tevahî bi keda mamosteyên Enstîtuyê tên kirin. Di her asta xebatan de keda wan gelek zêde û bê hempa ye. Kar û xebatên weşanê ji aliyê Desteya Weşanê ve tên meşandin. Wekî din, Komîsyona Perwerdeyê jî kar û xebatên perwerdeyê bi rê ve dibe.”
Alparslanê ji bo eleqeya ziman û çandê ya kurdên li metropolê jî got, “Li metropolan bi giştî û bi taybetî jî li Stenbolê hejmara kurdan zêde ye. Qala bi milyonan kurdan tê kirin ku li Stenbolê dijîn. Wekî ku tê zanîn, ziman parçeyekî girîng ê nasnameya mirovan e. Kurd ev demeke dirêj e ji mafê perwerdeya ji dibistana seretayî heta zanîngehê bêpar hatine hîştin. Kesên ku bixwazin hînî zimanê xwe bibin bi saya atolye û kursên bi vî rengî derfetekê dibînin ku bi ziman, çand û dîroka xwe binasin. Komele ne tenê cihê fêrbûna ziman e her wiha cihekî wisa ye ku mirov lê bikare bi derdoreke kurdewar jî binase û di gelek waran de xwe bi pêş bixe.
Ji bo hemû atolyeyan eleqeyeke baş heye. Di her serdemê de derdora 350-400 xwendekaran serî li atolyeyên perwerdeya ziman didin ên ku ji bo mezinan tên lidarxistin. Atolyeyên me di sê serdeman de bi rê ve diçin: serdema biharê, serdema payîzê û ya havînê (ji van ên sereke bihar û payîz in). Û bi saya dersên online ji gelek bajarên din û derveyî welêt jî her kes dikare serî li atolyeyan bide û tevî dersan bibe. Polên zarokan jî, bo mînak di serdema borî de hejmara serlêderan li derdora 60’an bû”.
Hevserok Remziye Alparslanê der barê peydakirina materyal û mamosteyên ziman de axaftina xwe wiha dewam kir, “Materyalên ku berê jî hatibûn amade kirin ew jî hene û dîsa mamosteyan bi keda salan ew amade kiribûn û hê jî tên bikaranîn. Ji bilî wan jî her serdem di ber dayîna dersan de dîsa materyalên alîkar jî tên amade kirin. Her wiha li ser sepanên online jî hin materyal tên amadekirin û bikaranîn.
Mamosteyên Komeleyê xwendekarên Komeleyê ne ku jê wek mamoste derçûne. Ev mamoste di gelek xebatên Komeleyê de cih digirin. Xebatên Komeleyê bi kedeke kolektîf û hevpar û bi destê mamoste û kedkarên zimên bi awayekî dildarî tên meşandin.
Li Komeleyê dersên online piştî pandemiyê bi rêk û pêk dest pê kir û ji wir û pê ve ji bilî du astên bilind ji bo her astê bi polên rûbirû re yên online tên vekirin. Eleqeyeke baş heye ji bo atolyeyên online, li bajarên ku saziyên ziman lê nîn in û li derveyî welêt jî kes dikarin bi xêra înternetê xwe bigihînin perwerdeya ziman. Stenbol metropoleke mezin e derfeta hatin û çûnê jî her tim pêkan nîn e, ji bo hin kesan ev rê hêsantir e.”
Alparslanê li ser xebatên kovara Zendê destnîşan kir ku Zend ji xebatên Enstîtuyê yên esas e û wiha derbirî, “Kovara Zendê yek ji xebatên esasî ye û bixwe jî wek hafizeyekê ye. Zend bi mebesta ku xebatên li ser ziman, dîrok û çanda kurdan bi awayekî zanistî biweşîne û li xebatên heyî xebatan zêde bike hatiye avakirin. Ji bo gelek kesên ku di van qadan de dixebitin hem bûye çavkanî hem jî bûye îlham. Em dikarin bibêjin ku Zend rol û mîsyona xwe bi cih aniye û tîne.
Remziye Alparslanê der barê Ziman a Xelata Feqî Huseyn Sagniç de ev agahî da, “Piştî ku Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê di sala 2016’an de hate girtin, navberek ket hin xebatan û Xelata Feqî Huseyn Sagniç jî yek ji van bû. Piştî avakirina Komeleyê jî Xelata Feqî Huseyn Sagniç careke din nehate dayîn.”
Hevseroka Enstîtuyê Remziye Alparslanê gotinên xwe wiha bi dawî kirin, “Ev bajar li aliyekî ne bajarekî kurdan e lê belê li aliyekî din jî wekî bajarekî kurdan bûye mala kurdan. Potansiyela wê mezin e. Gelek cih û deverên wê gelekî ji hev dûr in û heke mirov bikare xwe bigihîne nifûsa kurdan a vî bajarî mirov dikare hişyariyekê di warê pişaftin û xwepişaftinê de ava bike û hişmendiyeke zimanparêz li gel wan çêke. Li gorî bajarên kurdan ku em li wan jî dibînin rewşa ziman zehmet e, li metropolan ji destdayîna ziman di asteke din de pêk tê. Wek parçeyekî aktîvîzma zimên jî gelek xebat dikarin werin kirin. Wek metropolekê, zehmetî û dijwariyên Stenbolê jî hene lê heke mirov bikare baş bixebitîne potansiyeleke wê ya mezin jî heye ji bo hînkirina ziman, daxwazkirina perwerdeya bi zimanê dayikê ku yek ji armancên sereke yên hemû xebatên me ye.”