Malbatên girtiyên nexweş ji bo girtiyên nexweş û girtiyên nayên berdan serbest bên berdan, li Amedê 105, li Wanê 78 û li Îzmirê 14 roj in didome. Li Îzmirê yek ji malbatên ku Nobeda Edaletê digirin malbata Bayram Kaymaz e. Dayika wî Medîne Kaymaz, diyar kir ku kurê wê Bayram Kaymaz 27 sal in girtî ye û wiha got: “Bayram li Îzmirê girtin. Li Girtîgeha Bûcayê 3 salan ma. Piştî ceza kirin birin Girtigeha Trabzonê. Li Trabzonê jî nêzî salekê ma cezayê wî xera kirin û birin Nazîlliyê.”
Medîne Kaymaz da zanîn ku dema Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan anîn Îmraliyê, li dijî girtina Ocalan çalakiya xwe şewitandinê pêk anî û wiha axivî: “Piştî xwe şewitand ew birin nexweşxaneyê lê ew derman nekirin. Tedawî nekirin û birin Girtîgeha Kiriklarê. Ji Girtîgeha Kiriklarê jî birin Bolûyê. Li Boluyê jî nêzî 2 salan ma, ji bo biçe Îmraliyê navê xwe nivîsî. Li Îmraliyê 5 salan li cem Serok ma. Di sala 6’an de şevekê ew ji Îmraliyê derxistin. Niha li Tekîrdagê girtî ye. Piştî şewba koronayê dest pê kir ji adara 2020’an heta niha ez tenê carekê çûm dîtina kurê xwe.”
Tenê dikarin 4-5 deqeyan biaxivin
Dayik Kaymaz bal kişand ser zext û tundiya li dijî girtiyan jî û wiha domand: “Piştî ji Îmraliyê şandin Tekirdagê niha di yek hucreyê de tê girtin. Destûr nadin kes biçe cem wî. 2 sal in tenê carekê ez û keça xwe çûn cem wî. Em tenê bi telefonê diaxivin. Ji 15 rojan carekê em tenê 4-5 deqîqeyan dikarin bi telefonê biaxivin. Ji roja ku ji Îmraliyê şandin Tekirdagê heta niha di yek hucreyê de tê girtin.”
Dema bi kurdî diaxivin qut dikin
Kaymaz bal kişand ser nexweşiyên kurê xwe û ev tişt anî ziman: “Piştî birin Tekîrdagê dema qawîş paqij dikirin şemitîbû. Piştî wê derzî lê xistibûn. Ji ber derziya şaş 2-3 mehan li erdê bû. Ji bo berçavkê divê biçe nexweşxaneyê. Lê kesên diçin nexweşxaneyê wan 14 rojan di qarantînayê de dihêlin. Divê piyê wî jî emeliyat bibe. Ji ber qarantînayê naçe nexweşxaneyê. Herî dawî ez û keça xwe çûbûn hevdîtina wî. Lê zêdeyî salekê ye em neçûne dîtinê. Salek e kes neçûye dîtina wî. Tenê em bi telefonê diaxivin. Dema ez bi kurdî diaxivin telefonê qut dikin. “
Her tiştê wan bi pereyan e
Kaymaz destnişan kir ku li girtîgehê ceyrana wan, ava wan, cilê wan û her tiştê wan bi pereyan e û wiha berdewam kir: “Nahêlin em cilan ji wan re bişînin. Me şimik jêre şand. Lê şimik nexist hundir. Tiştê nayê hesabê wan naxin hundir. Ji bo girtî cilan ji kantînê bikirin eşyayên ji derve naxin hundir. Pirtûkan naxin hundir.”
Rojnameyan nadin wan
Kaymaz bibîr xist ku 2 hefte berê bi telefonê axivîn û wiha got: “Bayram di telefonê de got ‘8 hevalên min di greva birçîbûnê de ne. Ji ber zext li ser wan zêde ne û wan nabin nexweşxaneyê, dîsa ji ber dermanan nadin wan ketine grevê.’ Got her tişt ji destê wan girtine. Nahêlin bi rehet bixwînin û rehet razên. Wext û bêwext bi ser qawîşan de digirin û lêgerîn dikin. Her tişt bi keyfî ye. Dîsa dema dikevin serşokê serê xwe dişon ava germ ji ser wan qut dikin. Her tişt keyfî ye. Radyo nadin wan. Berê radyoyek wan hebû. 2 sal berê radyo qedexe kirin. Televîzyon heye ew jî hemû qanalan nakişînin. Hemû rojnameyan nadin wan. “
Dewlet nemaye
Kaymaz li ser armanca çalakiyê û daxwazên xwe jî rawestiya û wiha pêde çû: “Heta girtiyên nexweş û girtiyên cezayê wan qediya ye bên berdan em ê çalakiya xwe bidomînin. Heta em hebin em ê çalakiya xwe bidomînin. Em vê zilmê qebûl nakin. Li Tirkiyeyê edalet tune ye. Dewlet nemaye. Heta niha rêveberên HDP’ê û parêzer ji baroyê hatin dîtina me. Her hefte parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan dikin. Lê nahêlin parêzer biçin. Ne girtîgeh e, dojeh e. Hemû peywirdarên li wir wekî hovan in. Rojekê di roja dayikan de em çûn. Me got ‘Roja dayikan e em dixwazin zarokên xwe bibînin’. Gotin ‘Rojên dayikan tune ye’. Ew qas hov in. Hemû peywirdarên li Girtîgeha Îmraliyê tev hov in. Ne mirov in.”‘
Me soz daye zarokên xwe
Kaymaz bang herkesî kir ku xwedî li girtiyan derkevin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Divê parazvanên mafên mirovan û hiqûqnas li girtiyan xwedî derkevin. Divê dewlet zanibin ku girtî ne bêxwedî ne. Em bang li hemû malbatan dikin ku dayik û xizmên girtiyan piştgiriyê bidin me. Yên karibin bên bila bên. Ev 23 sal in em aştiyê dixwazin. Ji bo daxwaza aştiyê 4 caran hatim binçavkirin. Em kurd in. Em bi vê zilmê û girtinê gavan paşve navêjin. Me soz daye zarokên xwe. Heta Serok li Îmraliye be aştî nayê vî welatî. Heta Serok azad nebe tu kes azad nabe. Tirkiye azad nabe.”