13 Aralık, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Nûçegihanên MA û JINNEWS’ê hatin binçavkirin

Di çarçoveya lêpirsîneke Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de nûçegihanên Ajansa Mezopotamya û JINNEWS'ê hatin binçavkirin.

Di çarçoveya lêpirsîneke ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ve hatibû destpêkirin de nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê û JINNEWS’ê di serdegirtina malan de hatin binçavkirin.

Nûçegihanê MA’yê Selman Guzelyuz li Peyasa Amedê û Hakan Yalçin jî li Wanê di serdegirtina malê de hatin binçavkirin. Di serdegirtinê de polîsan dest danîn ser kovarên Modernîteya Demokratîk û Jineolojiyê û bi sedan pirtûkan.

Amed

Li Amedê jî polîsan girtin ser mala nûçegihana JINNEWS’ê Habîbe Eren. Piştî lêgerîna li nav malê nûçegihanên JINNEWS’ê Habîbe Eren û Derya Ren hatin binçavkirin.  Di çarçoveya heman lêpirsînê de nûçegihana JINNEWS’ê Oznur Deger jî li Qosera Mêrdînê hat binçavkirin.

Enqere

Li Enqereyê polîsan bi ser buroya Ajansa Mezopotamyayê de girt. Lêgerîna li buroyê didome. Di serdegirtina malan de nûçegihanên MA’yê yên Enqereyê Zemo Aggoz û Bêrîvan Altan hatin binçavkirin. Her wiha polîsan bi ser malên hin nûçegihanên din de jî girtin û lêgerîn berdewam dike.

Riha û Mêrdîn

Polîsan di çarçoveya lêpirsînê de avêt ser mala nûçegihanê MA’yê Emrullah Acar û Ceylan Şahînlî yên li Rihayê. Li malê lêgerîn hatin kirin û paşê Acar û Şahînlî kirin binçavan. Di serdegirtinê de polîsan computer, kamera û makînekêşên nûçegihanan desteser kirin. Her wiha polîsan avêt ser malbata Acar a li navçeya Kerborana Mêrdînê û gelek pirtûk desteserkirin.
Stenbol

Li Stenbolê jî polîsan avêt ser mala Midûra Karên Nivîsan a Ajansa Mezopotamyayê Dîren Yûrtsever. Polîsan li malê lêgerîn pêk anî û gelek pirtûk desteser kirin. Piştî lêgerîna li malê Yûrtsever binçav kirin û birin Midûriyeta Polîsan a Stenbolê.