Êrîşeke herî berfireh a van salên dawîn li dijî çapemeniya kurd pêk hat. Di 8’ê hezîranê de ser malên rojnamegeran û cihê kar û xebatên wan de girtin. 22 rojnameger û berpirsiyarên karan binçav kirin. Dest dane ser tev arşîv, xebat û keda wan a bi salan berhev bûbû. Li gorî çavdêriyan bi rojan ji saziyan û ofîsan derneketin. Em encamê van serdegirtinan dizanin ku bi dehan salan e em beled û govanê wan in. Bi hestên talan û kelkûtkirinê dest pê dikin, bi rûxandinê ji nav derdikevin. Îcar jî encam ji yên din cudatir nebû.
Em berfirehbûna operasyonê tenê ji hejmara binçavkiriyan fêm nakin. Wesf û çawaniya êrîşê der barê kûrahî û berfirehbûna êrîşê de fikrên zelal derpêş dike.
Hikûmeta AKP-MHP’ê êdî temenê xwe tije kiriye û ketiye nav xema em ê çawa îktîdara xwe biparêzin, çawa ji destê xwe nekin. Her tişt pûç bûye, tenê şer û pevçûn di destê wan de mane. Ji bo şer û pevçûnê hespê xwe dibezînin. Her roj ji dewletên cîran re pirsgirêkekê derdixin, êrîşkariyê dikin.
Di vir de xala herî li pêş xweamadekirina ji bo dagirkirina Rojava ye. Hesabekî Erdoğan heye û dixwaze temam bike. Sînorê Rojava seranser dagir bike, Şoreşa Rojava têk bibe. Li Avaşîn û Zapê asê ma, serkftineke hêvî jê dikir bi dest nexist, dîsa berê xwe zivirande Rojava. Bi mehan e dîsa ji rojeva Erdogan û hikûmeta wî nakeve. Li pey serkeftinekê ye, hêvî dike ku hestên nijadperest rake ser piyan û demildest dîroka hilhijartinê diyar bike, gelê biserkeftinê têrbûyî bajo ser sandoqan. Bi vî awayî ji îktîdarê dûr nekeve, desthilatdariya xwe qewî bike.
Di vê qada berxewadanê de gelê kurd di her warî de kelemê ser riya serkeftina Erdogan e. Çapemenî jî kelemekî stûr e, li ser riya serkeftina Erdogan. Rastiyên ji gel û raya giştî yên vedişêrin radigihîne, bi belge û arşîv dike. Tenê ne ev, dibe çavkaniyeke moral, berxewdana gel zindî dike.
Di têkoşîna azadiyê de ev rastiyên giranbiha ne. Ji ber vê jî rejîma Erdogan a yekkesî har dibe. Naxwazin rastî bên zanîn. Dixwazin civak li hember rastiyan bêdeng be, tenê dengek derkeve, ew jî dengê defa çapemeniya desthilatdariyê be.
Desthilatdariya Erdogan, AKP û MHP’ê ji bo ji îktîdarê nekevin dagirkirina Rojava weke melhema bîrîna xwe ya rîşa pûç dibînin. Eger Rojava bê dagirkirin, bîrîna wan a bêderman wê belkî xilas bibe. Her kesê dengê xwe derdixe, di serî de jî çapemenî divê bêdeng be û di nav çar dîwaran de bê girtin.
Di bingeha êrîşa li ser çapemeniya azad a kurd, di vê çarçoveyê de ye. Em wesfa rojnamegerên hatine binçavkirin binêrin vê rastiyê darîçav dike.
Rojnamegerên hatine binçavkirin 16 ji wan hatin girtin, wan ragihandin pêk dianîn û çi diqewimî bi nîqaş û şîroveyên xwe raya giştî ronî dikirin, tîrêj didan ser rastiyên dihatin veşartin, ronî dikirin. Gelek ji wan berpirsiyarên qada xwe ne, gerînende, hevserok û berpirsiyar in. Ango êrîş dane ser mêjî û rehên bingehîn ên xwîn li dilê çapemeniyê dijenin. Dem û dewran tam li gorî denganîna plansaziya êrîşa Rojava pêk hatiye.
Çapemeniya Azad ji salên nodan vir ve her tim di bin zext, girtin, îşkence û kuştinê de ye. Bi sedan şehîd, girtî dane. Ev rastî li çar parçeyên Kurdistanê jî qewimiye. Li her çar parçeyên Kurdistanê dijminê rastiyan, dijminê doza azadiya kurdan çapemenî rasterast kirine armanca tîrên xwe.
Duh wisa bû, îro jî wisa ye, tiştek neguheriye, her çûye girantir bûye. Dijminê azadiya kurdan dijminê çapemeniyê ne jî. Ji ber ku çapemenî her tim bûye dengê azadiya kurdan, dengê rastiyên ew dixwazin veşêrin, neyên zanîn û bihîstin.
Çapemeniya Azad li gel ew qas şehîd, girtin û îşkenceyan serî netewand, ji hiş nebû wê îro jî vê sekna xwe biparêze. Çawa ku di dehan salên borî de Çapemeniya Azad bê sekn meşa xwe domand, wê dîsa gavên xwe hê xurtir bavêje, ranaweste. Dengê azadiyê nikare bê qutkirin, helbet cihên wan wê were tijekirin, ev peywira pîroz wê bê berdewamkirin. Ew ê tu car sînoran nasnekin, li her derê cîhanê ji bo rastiyan bişopînin û xwe bigihînin gelê kurd, cîhanê jê haydar bikin; carinan bi wênekêşên xwe, carinan bi pênûsên xwe, carinan çêkirina bernameyan û cur bi cur bi awayên ragihandinê me haydar bikin.
Em dizanin ku rejîma Erdogan neçar e, ji bo xwe xilas bike careke din azadiya gelê kurd kiriye hedefa xwe û weke riya çareseriya xilasiya xwe dibîne. Ev zextên li ser kurdan helbet dijwar in, her roj parçeyekî ji me kêm dikin. Lê ew jî dizanin hebûna me, berdewamiya têkoşîna me kurdan wan har dike, kincê hovîtiyê li xwe dikin neçar careke din xwe diceribînin. Neçarî ji hêzê na, ji bêhêziyê tê. Esas bêhêziya wan hêza me ye. Gelê kurd bi têkoşîna xwe heye. Di her qadên têkoşînê de pêşeng e. Wê her tim bibe çavkaniya harbûna wan.
Divê her kes li hember êrîşên hovane bibe dengekî xurt, bêdeng nemîne. Divê ew gelê ku di çeperên têkoşînê de li ber xwe dide tenê nemîne. Wê gavê em jî hebûna xwe ya takekes watedar dikin, dibin hêzeke kiryar. Hingê dengê çapemeniyê û hemû qadên têkoşînê wê bi hêz û xurt bibin.