12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

328 rêxistinên civakî xwest meclis pirsgirêka kurd çareser bike

328 rêxistinên civaka sivîl û demokratîk ên Amedê bi boneya 1’ê îlonê deklarasyonek parve kirin. Rêxistinên sivîl û civakî xwestin di mijara çareseriya pirsgirêka kurd de meclis berbirsiyariyê bide ser we.

Li Amedê 328 rêxistinên civaka sivîl, kar, ked û pîşeyî Deklarasyona Aştiyê ya bi boneya 1’ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê amade kirin, li Qada Şêx Seîd a Sûra Amedê parve kirin. Pêkhateyên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê û nûnerên saziyên deklarasyon îmze kirin tev li bûn.

Serokê Baroya Amedê Nahît Eren deklarasyon xwend. Eren, diyar kir ku armanca esasî ya mirovan ew e ku jiyaneke bêtirs, biewle û birûmet bijîn û wiha got: “Li pêş çavên civakên navneteweyî, li gelek deverên cîhanê şer û tundî heye û ev êş û bêrehmiye bi hemû wêraniya xwe didome. Tenê di 10 mehan de li Filistînê zêdetirî 40 hezar kes di şer de hatin kuştin. Mîna her carê, van êrişan herî zêde bandor li jin û zarokan kir. Tevî van rewşên neyînî jî em ê li dijî şer, mafê xwe yê aştiyê biisrar biparêzin.”

Divê meclis erka xwe pêk bîne

Eren bi lêv kir ku weke civakeke êş û wêraniya şer, pevçûn û tundiyê pir zêde jiyayîn, baş di ferqa hewcehî û girîngiya aştiyê de ne û wiha axivî: “Di demên berê de ji bo çareseriyên demokratîk ên meseleya kurd, çendek pêvajo hatin destpêkirin û civakên me girîngiyeke mezin pê dan. Lê mixabin ev pêvajo li gorî daxwaza civakê encamgir nebûn. Tevî ku pevçûn, operasyon û bûyerên tundiyê dîsa hatin destpêkirin jî, tevahiya civakê bi hêviya aştiyê, guftûgoyê û muzakereyan e û vê hêviya xwe bi baweriyeke xurt didomîne û diparêze. Hat tespîtkirin ku sedema tengijîna di pêşketina demokratîk a welêt de û krîza aborî ya heyî, yekser girêdayî israra di neçareserkirina pirsgirêka kurd de û polîtîkayên ewlekariyê ye. Hat destnîşankirin ku divê îradeyeke çareseriyê ya nû were avakirin, çek bêdeng bibin, astengiyên li pêşiya rolên aktoran bên rakirin û bi taybet jî TBMM di vê meseleya êşbar de ji bo çareseriyê berpirsyartiyê li xwe bigire.”

Eren destnîşan kir ku tundî, operasyonên çekdarî û qedexe li şûna çareserkirina pirsgirêka kurd, pirsgirêk hêj kûrtir kiriye û wiha bi dawî kir: “Israra di van polîtîkayên ewlehîperestiyê de zirar da aştiya civakî û pêkvejiyanê. Ev yek di pratîkê de hatiye dîtin. Girtin, binçavkirin û cezakirina kesên li ber stranên kurdî govendê digerînin a bi îdiaya propagandaya rêxistinê, di çarçoveya çareseriya pirsgirêka kurd de nîşan dide bê ka kesên ji naskirina mafên kolektîf, sosyal û siyasî direvin di nava xeletiyeke çawa de ne. Divê rojeva sereke û herî girîng a Tirkiyeyê aştî be. Lewma jî divê pêvajoyeke ku nîqaşên li ser aştiyê tên kirin were avakirin û ji bo vê bi hemû berpirsyaran re pêwendî bên danîn. Ev yek erk û berpirsyariyeke li dijî civak û welêt e. Di vê çarçoveyê de em bang li hemû aktor û dînamîkên civakî û siyasî dikin ku ji bo pirsgirêka kurd bi rêbazên aştiyane û demokratîk were çareserkirin û rewşa şer bi dawî bibe, berpirsyartiya xwe bi cih bînin.”