Îro Dadgeha Federal a Iraqê li ser giliyê ku li ser namzetê PDK’ê yê ji bo serokkomartiya Iraqê Hoşyar Zêbarî hatibû kirin, civiya. Dadgehê li ser namzetiya Zêbarî biryara dawî da û namzetiya wî ya ji bo serokkomartiyê red kir.
Heta niha PDK’ê bi fermî tenê Hoşyar Zêbarî ji bo serokkomartiya Iraqê wek namzet nîşandaye.
Her wiha dema ku parlementoya Iraqê ji bo kesên bixwazin xwe ji nû ve ji bo serokkomartiyê namzet nîşan bidin jî îro di saet 15:00’an de bi dawî bû.