Tekoşer, kedkarê çapemeniya azad û lêgerînvanê heqîqetê Azîz Koyluoglu, di 27ê çileya 2025an li herêma Ranya ya Silêmaniyê di êrîşek Dewleta Tirk a dagirker de şehîd bû.
Têkoşer û rojnameger Azîz Koyluoglu ku 32 salên xwe li çar parçeyên Kurdistanê ji bo ronîkirina rastiyan û heqîqetê borandin, li paytexta lehengiyê û berxwedanê, li navçeya Çinar a bajarê Amedê yê bakûrê Kurdistanê, di sala 1976an de ji dayik dibe.
Di nava malbateke welatparêz de, bi çanda berxwedanê ya Şêx Seîd û Mazlûm Dogan mezin dibe. Lewma hîn di temenê xwe yê biçûk de rastiya kurd û Kurdistanê nas kir, ket pey lêgerîna heqîqetê.
Wekî her kurdek welatparêz, ew jî dikeve ser rêya heqîqetê, li gundê xwe dest bi tekoşîna jiyanê dike.
Ji ber xebat û tekoşîna xwe gelek caran dikeve zindanê. Di 16 saliya xwe de bi îşkence û zordariya Dewleta Tirk re rû bi rû tê. Lê wî biryara xwe ya jiyanek azad ji zû ve dabû û bersiva wî dibe mezinkirina têkoşînê.
Azîz Koyluoglu, li ser vê mijarê wiha dibêje; “Di temenê zaroktiyê de ez girtim û avêtim zindanê, weke gelek zarokên kurd îşkence û zorî li min kirin. Min fêmkir bêyî azadî jiyan nabe li Kurdistanê.”
Azîz Koyluoglu di sala 1994an de li Amedê dest bi kar û xebata şoreşgeriyê dike, piştre derbasî metrepolên Tirkiyeyê dibe û li wê derê careke din tê girtin.
Ji sala 1996 heta sala 1998an 3 caran tê girtin û di nava taritiya zinadanê de li berxwe dide, teslîm nabe û soza daye Mezlûman bi cîh tîne.
Piştî tê berdan, bi biryardariyeke mezintir meşa xwe ya azadiyê didomîne. Bi coş, heyecan dibe rêwiyê rêya heqîqetê, bênavber têdikoşe ku heqîqeta dijminên kurdan raxe ber çavan û civakê ronî bike.
Di sala 2000an de Azîz Koyluoglu, weke rojnameger û lêgerînvanê rastiyê, li Herêmên Parastina Medya, li deverên Qendîl, Xakurkê, Xinêrê têkoşîn û jiyana gerîlayên azadiyê bi dîmen, wêne û nîvisên ji raya giştî re radigihîne.
Bi salan bi eşqeke mezin, ji çiyayekî derbasî çiyayek din dibe, bi nivîs, gotar û kameraya xwe berxwedanî û lehengiya li çiyayên azad nîşanî cîhanê da, bû dengê rastiyê.
Azîz Koyluoglu di nava hevalên xwe de wekî kesayetek dilnizim, parveker û kedkar tê zanîn, li her cihekî ku têkoşîna jiyanek azad hebû, berê xwe dida wir.
Dema ku li Rojava Şoreya 19yê Tîrmehê (2012) destpê kir, ew jî di sala 2013an de berê xwe dide qada şoreşê. Li gelek bajar û gundên rojavayê Kurdistanê digere, nas dike û şoreşê ji cîhanêre radigihîne.
Di sala 2018an wexta ku Dewleta Tirk êrîşî Efrînê kir, bêyî dudilî berê xwe dide Çiyayê Kurmênc û berxwedana serdemê ku 58 rojan dom kir, şopand. Herwiha hovîtiya Dewleta Tirk nîşanî hemû cîhanê da.
Wexta ku dagirkeran di sala 2019an de êrîşê Girê Sipî û Serêkaniyê kirin vê carê li wir bû. Bi kamera, nivîs û nûçeyên xwe vê carê hovîtiya dagirkeran û berxwedana li dijî wê ragihand.
Azîz Koyluoglu, karê xwe yê rojnamegeriyê li başûrê Kurdistanê jî li ser rêya aşkerakirina heqîqetê meşand. Ji Hewlêr heta Kerkuk û Silêmaniyê rastiyên siyasî, civakî, leşkerî şopand, ji raya giştî ya Kurdistan û cîhanê re ragihandin.
Azîz Koyluoglu, di 32 salên vê rêwîtiya xwe re di her astek ragihandinê de erkên girîng girtin ser milê xwe, wekî nûçegihan, edîtor, gerînende, şîrovekar û perwerdevan bû parçeyek ji rastiya civakê, bû dengê gel.
Li her qadeke ku lê karê rojnamegeriyê meşandiye, bi dehan Rojnameger perwerde kirin, gihandin. Îro jî li Bakûr, Başûr û Rojavayê Kurdistanê rojnamegerên ku wî perwerde kirine, rastiyan radigihînin. Bi vî rengî bû yek ji stûnên Ragihandina Azad, bû hafizaya rastiyan.
Azîz Koyluoglu, herî dawiyê dema li başûrê Kurdistanê karê rojnamegeriyê dimeşand, roja 27yê çileya 2025an li ser Ranya ya Silêmaniyê di êrîşek hovane ya Dewleta Tirk ku li ser wesayita ew tê de bû pêk hat de, şehîd bû.