Di bin çavdêriya leşkeran de 2 sal in li herêmên Çiyayê Cûdî û Bestayê dar tên birîn. Darên ku li herêmên Keniyamîr, Birateto, Birapeşo, Deyndarok, Cinîwer, Belûzer, Rîsor, Serêrû, Tîkera, Qûrteka Pêşya, Girêdeyincê, Şerevan, Xirtkbestê û Navyan ên Bestayê tên birîn bi TIR û kamyonan tên barkirin û vediguhêzin bajarên cuda.
Komîsyona Hawirdor û Bajêr a Baroya Şirnexê dîmenên TIR û kamyonên daran bar dikin, weşand. Tevî van dîmenan jî hê ji rêxistinên hawirdorê tu bertek nehatine nîşandin. Hewceyê bibîr xistinê ye ku têkildarî mijarê de Baroya Şirnexê ji Greenpeace xwestibû ku bikeve nava liv û tevgerê lê saziya navborî ji bo qirkirina xwezayê ya li herêmê bersiva “nakeve ber qada me ya pisporiyê” dabû.
Serokê Baroya Şirnexê Rojhat Dîlsîz der barê mijarê de got ku ew şopdarê texrîbkirina xwezayê ne. Dîlsîz da zanîn ku li hemberî qirkirina xwezayê dê bi 300 parêzeran re bikevin nav liv û tevgerê.