Foruma Aştî û Çareseriyê ya Ewropayê (EFFP) ji bo çareseriya pirsgirêka kurd a demokratîk bi sernavê “Em dixwazin hêvî û pêkaniya aştiyê mezin bikin” deklerasyonek weşandin. 300 kesên navdar ên di navde siyasetmedar, hiqûqzan, nivîsrar, rewşenîr, akademîzyen, sendîkavan û parazvanên mafên mirovan jî hene îmze avêtin bin metna deklerasyonê.
Foruma Aştî û çareseriyê ya Ewropayê anî ziman ku di 1’ê Cotmeha 2024’an de di aliyê siyasetê de dest dan hev û vê yekê pirsa “Gelo pêvajoyek nû ya çareseriyê tê destpêkirin?” anî aqilan. Forumê destnîşan kir ku li gel demek derbas bû jî hêj tu hewldan û gavên şênber nehatine avêtin û dijberî vê yekê gav tên avêtin û wiha cih da deklerasoynê “Geşedanên dawî gotinên ‘Bêyî pêvajo dest pê bike bi dawî bû” didin gotin. Li aliyekî piştî hevdîtina malbatê cezayên dîsîplînê hatin birîn, li aliyê din li Esenyurt, Mêrdîn, Êlih û Xalfetiyê qeyûm tayînî şaredariyan kirin.
Lê tevî her tiştî em dixwazin pirsgirêka kurd bi rêya aştî û demokratîk çareser bibe. Em dixwazin muzakere rê li pêşiya aştiyek mayinde û çareeseriyek demokratîk veke. Ji bo çareseriyê em dixwazin hemû aliyên ku aştî û çareseriyê dixwazin tev li vê pêvajoyê û hewldanê bêne kirin. Em dixwazin tev bibin aktorên çareseriya aştî û demokratîk.”
300 kesên navdar ji bo çareseriyê bang kirin
300 kesên navdar ku di nava wan de nivîskar, siyasetmedar, rewşenbîr, akademîsyen, hiqûqnas, sendîkavan û parazvanên mafên mirovan jî hene, ji bo çareseriya pirsgirêka kurd bang kirinn.