Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê li bajarokê Tilqebîn ê navçeya Silopiya ya Şirnexê di 15’ê tebaşê de bi daxwaza “Ji şer re na, a niha aştî” kom bûn. Ji Amed, Wan, Êlih, Mêrdîn, Colemêrg, Riha, Sêrt û Mêrsînê jî gelek Dayikên Aştiyê tev li çalakiyê bûn. Leşkeran êrişî çalakiyê kirin. Di êrişê de nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Zeynep Durgut û Mahmût Altintaş, nûçegihana JINNEWS’ê Derya Ren û gelek Dayikên Aştiyê hatin binçavkirin. 3 rojnameger û dayikên aştiyê ku leşkeran duh ew birin qereqolê hêj li qereqolê tên ragirtin.