Li gorî agahiyên ku ji aliyê Alî Yerlîkaya ve hat dayin, di operasyonê de ku saet di 02:00 de destpê kir, endamên DAIŞê gule berdan hêzên ewlekariyê. Di şer de 7 polîs birîndar bûn û ji birîndaran 3 kes li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dan. Di dema operasyonê de 6 kesên li navnîşanê hatin kuştin, 5 jin û 6 zarok bi rengekî ewle hatin veguhestin. Hat ragihandin ku operasyon saet di 09:40î de bi dawî bûye.
Alî Yerlîkaya di daxuyaniya xwe ya têkildarî operasyonê de diyar kir ku di operasyonên meha dawî yên li dijî DAIŞê de 137 kes hatine girtin, têkildarî 97 kesan jî biryara kontrola edlî hatiye dayin.
Alî Yerlîkaya anî ziman ku di vê çarçoveyê de li 15 bajaran li 108 navnîşanên cuda bi hevdemî operasyon hatine kirin, operasyona li Yalovayê jî parçeyek jî vî karî bûye.
