Li gorî agahiyan 3 komunîstên yewnan ên piştî erdheja li Mereşê ji Yewnanistanê ji bo tevlî karê lêgerîn û rizgarkirinê bibin bi dilxwazî hatin Armûtlû ya Hatayê, 4 roj bû tevlî karê lêgerîn û rizgarkirinê bûn. Hersê komunîst bêhincet hatin destgîrkirin.
Li gorî agahiyan navê kesên hatine binçavkirin Alexis, Tahsis û Mihail in. Li gorî agahiyan ew her sê kes radestî Şaxê Biyaniyan yê Eminyetê hatine kirin.