Li navçeya Palo ya Xarpêtê di kana madenê ya kromê de hezaz pêk hat. Di bûyerê de 4 karker di bin axê de man. Ji 4 karkeran karkerekî xwe rizgar kir û 3 karker jî hêj di bin axê de ne. Ji bo 3 karkerên di bin axê de xebatên rizgarkirinê didome.
Walî Omer Toraman daxuyanî da û diyar kir ku lêgerîna ji bo 3 karkeran didome.