Li gorî nûçeyeke ku Ajansa Mezopotamya (MA) daye, 3 girtiyên ku li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmara 1 a Amedê dihatin ragirtin sirgûnî girtîgehên cuda hatine kirin. Lê agahî nehatiye dayîn ku girtî sirgûnî kîjan girtîgehan hatine kirin.
Girtiyên hatin sirgûnkirin navê wan wiha ne: Yûsûf Bûlga, Çeçen Kîlkaya û Dogan Ozbahçecî.