Zanyar, rojnameger, nivîskar Apê Mûsa, di 20’ê îlona 1992’yan de ji aliyê JÎTEM’ê ve li taxa Cûmhûriyetê ya Amedê hat kuştin. Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG), wê sibê Apê Mûsa li taxa Cûmhûriyetê ya Amedê ku lê hatibû kuştin û li gundê Sitîlîlê yê navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê li ser gora xwe bê bîranîn. Bîranîna li Amedê wê saet di 11.00’an de û bîranîna li Nisêbînê jî wê saet di 16.00’an de bên lidarxistin.
Li bendê ye ku gelek rojnameger û nûnerên rêxistinên sivîl tev li her du bîranînan bibin.