Tirkiyeyê, şeva borî bi hinceta teqîna ku di 13’ê mijdarê de li Stenbolê pêk hatibû li dijî başûr û rojavayê Kurdistanê êrîşeke mezin a hewayî pêk anî. Di vê êrîşê de Tirkiyeyê li Rojava bajar û herêmên mîna Kobanê, Dêrikê û Şehbayê û li başûrê Kurdistanê jî Qendîl, çiyayê Asos û Xakûrkê kiribû hedef. Di vê êrîşê de rojnameger Îsam Ebdullah jî di nav de di seriya 30 kesî de jiyana xwe ji dest dan û gelek kes jî birîndar bûn.
Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, der barê êrîşê de ji Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) re axivî û nirxandinên girîng kirin. Berdan Ozturk, bertek nîşanî êrîşê de diyar kir ku hikûmeta AKP-MHP’ê li hundir û li derve ji bo ku pergala xwe bidomîne, polîtîkaya şer û îmhayê li dijî kurdan dide meşandin.
Ji ber du sedeman Kobanê hedef e
Ozturk, diyar kir ku li bendê bûne Tirkiye êrîşî Rojava û bi taybet jî Kobanê pêk bîne û wiha got: “Kobanê di pêşengiya jinan de li dijî çeteyên DAIŞ’ê berxwedaneke lehengî kir û destanek nivîsand. Di vî warî de Kobanê destpêka dawîbûna DAIŞ’ê bû. Serokkomarê niha Erdogan ku di vê pêvajoyê de bû serokwezîr, keniya û got, ‘Kobanê ket, wê bikeve’, lê Kobanê neket. Kobanê ne tenê li her çar parçeyên Kurdistanê hişmendiya netewî bilind kir, di heman demê de bû destpêka têkçûna çeteyên DAIŞ’ê. Hikûmetê her çiqas hemû derfetên xwe bi kar anîbe jî nekarî Kobanê û Rojava bixe. Aliyê duyemîn jî ew e ku hikûmetê li dijî kurdan şerekî topyekûn daye destpêkirin. Dixwazin bi vî şerî hêza xwe biparêzin. Vê yekê bi binpêkirina destûr û hiqûqa navneteweyî dikin.”
‘Salek e êrîş di rojevê de ye’
Ozturk, bi bîr xist ku plana êrîşa li ser Kobanê ne nû ye, tam salek e di rojevê de ye û ev tişt anîn ziman: “Dem bi dem bi awayekî vekirî tê îfadekirin. Tevî hemû hewldanên dagirkeriyê jî di sala 8’an a berxwedana Kobanê de careke din derketiye holê hikûmet nikare kurdan û gelên Kurdistanê bitirsîne û îradeya wan bişikîne. êrîşên hikûmetê bi giranî bi armanca dîzaynkirina siyaseta navxweyî ye. Girêdana teqîna li kolana Îstiklalê ya bi Kobanê re parçeyek ji vê polîtîkayê ye. Rastî hemû geşedan nîşan dide ku êrîşa li Taksîmê ji aliyê cîhadiyan ve hatiye kirin. Lê bi sosret armanc dikin ku desteka ji HDP’ê û dostên wê re hatiye dayîn tune bikin û hêzê bidin nijadperestan. Ji bo vegerandina hêza ku winda kirine, hem desteka ji HDP’ê û hevalên wê re tê dayîn asteng bikin, hem jî ji bo nijadperestan xurt bikin. Divê bi vî rengî were nirxandin.”
Ji bo kontrolkirina muxalefetê ye
Di berdewamê de Ozturk, diyar kir ku êrîşa li Taksîmê di atmosfereke ku di derbarê pêvajoya çareseriyê de spekulasyonan tê kirin de hatiye kirin û destnîşan kir ku ji ber êrîşên li dijî kurdan û pêkanînên tecrîd û çewisandinê yên li girtîgehan ne pêkan e behsa pêvajoya çareseriyê bê kirin. Ozturk, bi lêv kir ku axaftinên bi vî rengî ji bo têkbirina têkoşîna kurdan û dostên wan e û wiha got: “Afirandina hêviyê ya ku qaşo pêvajoya çareseriyê heye, ji bo têkbirina nerazîbûnên li hemberî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û nerazîbûna li hemberî şer e. Êdî di destê desthilatdariyê de tu arguman nemaye. Bi tenê pêdiviya wan bi şer re heye. Dixwazin ji ser hemû mûxalefetê têxin bin bandora xwe û bi vî awayî temenê desthilatdariya xwe dirêj bikin.”
Amerîka û Rûsya dizanin
Ozturk, diyar kir ku senaryoya Taksîmê çêkirina rewakirina êrîşê ye û beriya niha Amerîka û Rûsyayê destûr nedidan ku êrîş li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê were kirin, lê piştî vê senaryoyê Rûsyayê destûr da. Ozturk, bal kişand ser wê yekê ku êrîşeke bi vî rengî ya li ser Rojava bêyî Amerîka û Rûsyayê nayê kirin û wiha axivî: “Qada hewayî ya ku Tirkiye li Sûriyeyê ji bo êrîşan pêk tîne di bin kontrola Rûsyayê de ye û haya Amerîkayê jî ji êrîşan heye.
Ji bo têkoşîna kurdan jî Ozturk, da zanîn ku kurd di encama têkoşîna xwe ya li Kobanê, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de li cîhanê bûne hêz û ev tişt got: “Îro Rûsya bêyî ku kurdan hesab bike, wê destûrê bide. Amerîka dê rojek din destûrê bide, ev ne rewşên ku encam bidin. Yanî dema van hesaban dike, divê bizanibin planeke kurdan jî heye. Ne bi tenê li Tirkiyeyê, li Rojhilata Navîn jî heke bala xwe nedin kurdan û li ser kurdan hesaban bikin, wê ev hesab encamê nestîne. Dema tunekirin û bikaranîna kurdan derbas bû. Kurd êdî di her warî de hêz in.”
Êrîş çeteyan wêrek dike
Ozturk, hişyariya Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk Mazlûm Abdî ku gotibû “Encam wê bandorê li her kesî bike” bi bîr xist û got ku êrîşên bi vî rengî cesaretê dide çeteyên DAIŞ’ê û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Êrîşeke gengaz a ji bejahiyê ve wê van çeteyan hîn xurtir bike. Tevî ku her kes ji çeteyên DAIŞ’ê ditirsiya, îro gelê me yê hat bombekirin, li dijî wan şer kir û dawî li wan anî. Ji ber vê yekê divê Neteweyên Yekbûyî hem li ser xala ewlekariya sînor û hem jî di warê qada qedexeya firîna balafiran de li dijî van êrîşan bikeve nava tevgerê. Sûcê li vir hat kirin sûcê mirovahiyê ye, ne tenê li dijî kurdan e. Divê hemû saziyên navneteweyî, di serî de Neteweyên Yekbûyî, ji vî sûcê li dijî mirovahiyê berpirsyar bin. Ger ku îro li cîhanê mirovahî bi rihetî radizê, ev encama têkoşîna kurdan a li dijî çeteyên DAIŞ’ê ye. Ev berxwedan bi berdêlên mezin hat dayîn. Ji ber vê yekê pêwîst e ne tenê kurd, mirovatî jî were parastin. Divê her kes berpirsyariya xwe bi cih bîne.”