Cenazeyên endama YJA-STAR’ê Leyla Aykût û endamê HPG’ê Nadîr Bûdancer (Alan Malazgîrt) ku du meh berê di êrîşa hewayî de hatibûn qetilkirin, radestî malbatên wan kirin. 21’ê hezîranê canezayên Leyla Aykût û Nadîr Bûdancer biribûn Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê. Piştî encama DNA’yê diyar bû, malbatên ku xwîn dabû, cenazeyên Aykût û Bûdancer wergirtin. Malbatan cenaze ji Goristana Bêkesan a Serê Solan a Colemêrgê hilgirtin. Cenazeya Leyla Aykût ber bi Elkê ve û cenazeyê Bûdancer jî ber bi gundê Toraka yê navçeya Malazgîr a Mûşê ve bi rê ketin.