12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li şûna ceza rûtbeya leşkerî a kujerê Akbûlût bilind bû

Xizmên Windayan û rêveberên ÎHD’ê di çalakiya xwe ya vê heftiyê de li aqûbeta Selahattin Akbûlût’ê di sala 1995’an de hat windakirin pirsîn û xwestin kujer bên darizandin.

Xizmên Windayan û rêveberên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê çalakiya bi daxwaza “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” di hefteya 748’emîn li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşûyolû pêk anîn. Di çalakiyê de wêneyên windayan ji alî xizmên wan ve hatin hildan.

 Encama polîtîkayên ewlehiyê ye

Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Abdûllah Zeytûn di çalakiyê de axivî. Zeytûn destnîşan kir ku binpêkirinên mafan dewam dikin û wiha got: “Erîşên beriya hilbijartinê, piştî hilbijartinê jî dewan dikin. Îşkence û binçavkirin zêdetir bûn. Herî dawî wesayîta zirxî li Erdem Aşkan xist û di encamê de Aşkan jiyana xwe ji dest da. Qezayê wesayitên zirxî yên di salên dawî de tên kirin, encama polîtîkayên ewlehiyê ne. Bi van polîtîkayên ewlekariyê pirsgirêka Kurd nayê çareserkirin.”

Vê hefteyê aqûbeta Selahattîn Akbûlût hate pirsîn ku ew di 21’ê Hezîran sala 1994’an de li gundê Şervan ê navçeya Bismil a Amedê hatibû windakirin. Vê hefteyê çiîroka winda ji aliyê Endamê Komîsyona Windayan a Şaxê Amedê Firat Akdenîz ve hat xwend.

Çîroka winda wiha ye:

“Selahattîn Akbûlût bavê yazdeh zarokan bû. Ji ber ku cerdevaniyê qebûl nekir, gelek caran ji aliyê hêzên dewletê ve rastî zextan hat. Bi heman hincetê gelek caran hat binçavkirin û gefa kuştinê lê dihat kirin. Di 21’ê Hezîrana 1995’an de li gundê Tatliçayir ê navçeya Bismilê ya Amedê ji aliyê cendirmeyan ve hat girtin. Dema cendirme li gund bû, 5 kesên bi cil û bergên sivîl bi wesayîta marka Torosê ya spî hatin, Selahattîn Akbûlût bi zorê li wesayîtê siwar kirin û gotin ku dê îfadeya wî li midûriyeta polîsan bê girtin. Leşker Mehmet û Levent ên ku dihatin nasikirin jî di nav 5 kesên ku ji bo Akbûlût hatibûn de bûn.

‘Li ser bedana Akbûlût şopa îşkencê û guleyan’

Piştre jî malbata Akbûlût gelek serlêdan li serdozgeriya Komara Bismilê dikin, tevî ku dozger bi devkî binçavkirinê qebûl dike jî piştre dibêjin kesekî wisa nehatiye binçavkirin. Hin nasên Akbûlût gotin ku 25 roj piştî binçavkirinê wî di nava leşkeran de li derdora Rawestgeha Taksiyê ya Ayhan a Amedê dîtine. Cenazeyê Akbûlût di 26’ê Sibata 1996’an de li Çemê Kûrûçay ê gundê Goma yê navçeya Bismilê di nava qûmê de hat dîtin. Li ser bedena Akdenîz şopa îşkenceyê û guleyan hebû.

Tu ceza nehatin birîn

Tevî hemû hewldanên malbatê yên hiqûqî di doza Akbûlût de tu pêşketin çênebûne. Der barê Fermandarê Tabûra Komando ya Navçeya Bismilê Îzzet Cûral de jî lêpirsîn nayê vekirin, berovajî Îzzet Cûral ji bo Serokatiya Daîreya Çalakiyan a Fermandariya Giştî ya Jendermeyan tê tayînkirin. Ji wê demê heta niha der barê kujerên Akbûlût de tu cezayên sûc nehatine birîn.” Daxûyanî bi çalakiya rûniştinê bidawî bû.

Êlih 

Xizmên Windayan û rêveberên ÎHD’a Êlihê jî di hefteya 584’emîn de çalakiya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” li ber Peykerê Mafên Mirovan ê li serê Cadeya Gulistanê li dar xistin. Di çalakiyê de wêneyên windayan hatin hildan. Rêveberên HDP, Partiya Çepên Kesk û OHD’ê tev li çalakiyê bûn .
Vê hefteyê li aqûbeta Îsa Gok ê di hezîrana sala 1994’an de li Êlihê hat windakirin pirsîn.  Hevseroka ÎHD’a Êlihê Rumeysa Denîz Kaya daxuyanî xwend û destnîşan kir ku heta ku kujer û winda bên dîtin dê têkoşîna wan bidome.
Rumeysa Denîz Kaya serpêhatiya windakirina Îsa Gok xwend û da zanîn ku di meha hezîrana sala 1994’an de şeveqî ji bo biçe kar ji malê derdikeve û carekî din venagere malê û her çiqas malbat lê digere jî wî nabîne. Kaya da zanîn malbat dixwaze gorek Îsa Gok hebe.