12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Li Rojhilat serhildan veguherîn şerê kolanan’

Di 16’ê îlonê de piştî ku li peytaxta Îranê Jîna Emînî hat kuştin li dijî Rejîma Îranê serhildan pêk hatin. Serhildanên ku dest pêkiribûn pêl bi pêl mezin bûn û niha gihiştine qonaxe cudatir. Em li ser rewşa dawî ya serhildana Îranê bi çalakvan Zana Ûrmiye re avixîn.

Çalakvan Zana Ûrmiye di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku bi mezinbûna serhildanê re rêjeya tundiyê jî bilind dibe û ev tişt anî ziman: “Niha serhildana herî mezin li navenda Kurdistanê Sine û peytexta Îranê hene. Li van bajaran şerek tundtir heye. Li Tahranê gelek xwendekar xwe tev li serhildanê dikin. Em dikarin bibêjin ku serhildana heyî gihiştiye asta herî jor. Li Sine şer dijwartir e. Ji roja şemiyê ve serhildana li Sineyê derbasî qonaxekî nû bûye. Gel bi kevir û daran li dijî hêzên Îranê li ber xwe dide. Dewleta Îranê jî li dijî xwepêşandanan çekan bi kar tîne. Li her derî polîsên xwe bi cih kirine. Bi taybetî jî li Sineyê. Ji ber ku Sine paytexta rojhilatê Kurdistanê ye û niha navenda şer e.”

Şerê kevir û çekan dest pêkir

Zana Ûrmiye bal kişand ser hêzên ku dewletê li Sineyê bicîh kiriye û wiha got: “Ji Kirmanşan û Hemedanê gelek polîs û leşkerên xwe aresteyî Sineyê kirine. Bi sîlehên giran her derî girtine. Îran bi taybetî di 2015’an de ew hêzên taybet ên ku li Rojava bi kar anî îro jî li Rojhilat li dijî gel bi kar tîne. Heta niha li Sineyê bi dehan kes jiyana xwe ji dest dan. Gelek kes jî birîndar in. Ji ber ku berxwedêr aşkera nebin nikarin biçin nexweşxaneyan. Ji ber vê yekê kesên ku birîndar dibin li malên xwe jiyana xwe ji dest didin.”

Êrîşê can û malê gel dikin

Ûrmiye da zanîn ku heta niha gelek kes hatine girtin û wiha pê de çû:“Qereqol û navendên binçavkirinê bi gel tije kirine. Êdî ji ber ku li van deran cîh nemeye gelên ku binçav dikin dibin kompleksên werzîşê bi cîh dikin. Hêzên dewletê îro çend roj in zirarê didin erebe û malên gel. Çend roj berê jî zarokek 7 salî dema ku li ber şibaka mala xwe bû polîsan wî kir hedef û çavên wî kor kirin. Bi sîlehan her rojê êrîşê dibin ser gelek malan. Wehşetek gelek mezin heye. Înternet û telefon bi temamî li vir qut bûne.”

Bazara Tahranê cara yekemîn e ku tê girtin

Zana Ûrmiye destnîşan kir ku li Tahranê serhildan hene û van agahiyan da: “Li Tehranê serhildan hene. Ji bo serhildanên giştî bangawazî tên kirin. Bi taybetî di van çil salên dawî ya Komara Îslamî de cara pêşiye li Tehranê çalakiyên bi vî rengî çêdibin. Dema ku Komara Îslamî dest danî ser hikûmeta Şah, Bazara Tehranê piştgirî da Komara Îslamî. Piştî şoreşa 1979’an jî Tehran navenda desthilata siyasî, mezhebî ya Îranê bû. Tehran di dîroka siyasî ya Îranê de her dem cihekê wê ya gelekî girîng heye. Lê piştî ewqas sal cara yekemîn e tevî ku Tehran wekî navenda desthilatê jî tê nasîn jî niha bûye navenda serhildanê û cara yekemîn Bazara Tahranê ji bo piştgiriya van serhildanan tê girtin.”

Çalakvan Zana Ûrmiye bal kişand ser rewşa dawî ya Îranê û ev tişt anî ziman: “Îran di aliyekî de bi tundî êrîşê jin, ciwan û xwendekarên dibistanê dike ji aliyekî de jî dixwaze rêyên dîalogê ava bike. Ev rewş nîşan dide ku Îran ketiye rewşeke zehmet. Serildana gel wan bêçare hêştiye lê bi vê nêzîkatiyê dixwaze xwepêşandaran bixapîne. Niha jî li ser sînorên Rojhilat û Başûr amadekariyên leşkerî dike. Ji bo ku êrîşên başûrê Kurdistanê bike hêzên xwe ji her alî ve amade digire. Herî dawî çend roj berê Qendîl topbaran kirin. Tê gotin ku Barzanî û Îran li hev kirine û Barzanî qebûl kiriye ku dê hîzbên kurdî vekişîne Hewlêr û Silêmanî. Niha jî Îran cihên ku PKK û PJAK tê de ye amadekariyên şer dike. Li çiyayên di navbera Mahabad û Pîranşehirê topbaran kirin. Her wiha amadekariya operasyona lingê duyemîn dike.”

Îran bi deq û dolaban dixwaze civakê têk bibe

Çalakvan Zana Ûrmiye bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Dewleta Îranê di van rewşên dawî de ketiye bin zexteke mezin û teng bûye. Dixwaze hemû partiyên kurd bike hedefa xwe. Dema ku ev partiyên kurd jî li dijî van êrîşan li ber xwe  bidin wê demê ji dewletê re jî hincetan êrîşkirinê çêdibe. Bi vê rewşê dixwaze gelê kurd di nava vî şerê de tenê bihêle û gelê fars û muxalîfên din ji kurdan dûr bixîne. Ev dibe antîpropagandaya li dijî kurdan. Yanî wê bibêjin ku kurd bi van tevgerînên xwe dixwazin Îran û Kurdistanê ji hev cuda bikin. Nêzîkatiya wan ev e. Bi vî rengê dixwaze civakê parçe parçe bike û serhildanan bitepisîne.”