10 ADAR 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Li Kurdistanê rewşa zimanê kurdı̂

Mehemed Can Demir

Ji bo Kurdistanê divê ku rêxistin, lijne û komîsyonên ku kar û xebatên ziman dikin bi rêxistina DEM Partiyê re di nav koordînasyonekê de, mîna xebatên hilbijartinê li hemû bajar û navçeyan lijne û komîsyonên xwe ava bikin

Ji bo tunekirin û helandina zimanê kurdî hewldanên pergalê û polîtîkayên wî yê asîmîlasyonê ji hêla kurdan ve ji nêz ve tên zanîn. Lê mixabin ev qonaxa ku em hatinê, êdî ji bo pişaftina zimanê kurdî hewceyî bi polîtîkayên pergalê nemaye, ji ber ku êdî kurd bixwe zimanê xwe dipişêve û otoasîmîlasyonê pêk tîne.

Ev nakokî, bi taybetî jî di dema salên 90î de bi valakirina bi hezaran gundan û koçberkirina ber bi metropolên Tirkiyeyê ve gelê kurd di xwebixwe pişaftinê de cihekê girîng digire. Dema gundiyên kurd bi destê zorê ber bi bajarên Tirkiyeyê ve hatin koçberkirin, jiyana xwe di nav tengasiyên pir mezin de derbas kirin. Êdî ji bo wan pêdiviyan herî sereke bi destxistina debarekê bû. Loma edî dev ji çand û kevneşopiyên xwe û taybetî jî ji zimanê xwe berdan. Ji ber ku şertê jiyanê bi vî rengî li ser wan ferz kiribû. Helbet malbatên ku bi biryar nexwestin çand û zimanê xwe jibîr bikin jî hebûn, lê hejmara van kes û malbatan pir kêm bûn. Piraniya wan nekarîn xwe li hember karesatekê bi rengî hilgirin.

Helbet ev malbatên koçber têkiliya xwe ji welatê xwe, gund û bajarên xwe nebirîn, her dem di nav têkiliyê de man. Bi demê re, piraniya wan bûn dumalî, beşek ji wan di metropolan de man, beşek ji wan jî vegeriyan gund û bajarên xwe. Loma jî çûyîn û hatina wan a bi ser hev ve zêde bû. Ew zarokên ku li metropolên Tirkiyeyê ji dayik bûn û li cihê ku zimanê xwe fêr bibin, zimanê biyanî fêr bûn û mezin bûn. Dema ev zarokên ku fêrî zimanê dayika xwe nebibûn, malbatên van zarokan, hin ji wan ji bêderfetiya aborî, hin ji wan jî bi wesîleya betlaneyê, piranî jî havînan dihatin gund û bajarên xwe. Lê dema dihatin, bi çandek cuda, zimanek cuda (ku ev ziman zimanê serdestan bû) dihatin, tişta sosret jî ev bû ku bi wî zimanê xwe yê nû şanaz dibûn, dê û bavên wan jî heman helwestê didan nîşandan. Ji ber ku zarokên wan hînê zimanê fermiyetê bûne pê kêfxweş dibûn. Hin dê û bavên ku tirkî jî baş nizanibûn bi zimanê tirkî bi zarokên xwe re axivîn û piştgirî dan wan. Bi demê re ev rewşa kambax di nav wan malbatên niştecî de jî bû sedema dilkêşiyê. Êdî ew malbatên ku neçûbûn bajaran û zarokên wan tirkî nizanibûn jî wek tiştek baş di bin bandora wan zarokên nûhatî de man û êdî zarokên xwe jî ji bo tirkî biaxivin teşwîq kirin û piştgirî dan wan.

Êdî em hatin demek wisan ku di gund û mezrayên kurdan ên herî dûrî bajêr û navçeyan de kurdî bihîstin bûye tiştek awarte. Li gor lêkolînên min yên li ser herêma Bedlîsê û navçeyên wê, di serî de zarok, keç û xortên kurdan ji sedî 95 û jortir bûne tirkîaxêv. Helbet di vê rewşa kambax de rola medya dijîtal jî cihekî giring dilîze. Keç û xortên kurdan heta ne keç û xort tenê, ew kesên ku xwe welatparêz dihesibînin jî li ser tora dijîtal, di danûsitandinên xwe û parvekirinên xwe bi zimanê biyanî dikin. Ji ber ku xwe bi wê zimanê biyanî bêhtir aram dihesibînin. Gelek kesên welathez û qaşo zimanhez, di jiyana rojane de her tim kurdî diaxive û bi tirkî jî baş nizane lê dema dikeve medya dijîtal dibê qey medyaya dijîtal ji bilî zimanê tirkî tu ziman nizane, loma bi zimanê biyanî dinivîse û parve dike. Viya jî ji bo kurdan bi taybetî jî ji bo welatparêz û zimanparêzên kurdan trajediyek mezin e.

Ji bo Kurdistanê divê ku rêxistin, lijne û komîsyonên ku kar û xebatên ziman dikin bi rêxistina DEM Partiyê re di nav koordînasyonekê de, mîna xebatên hilbijartinê li hemû bajar û navçeyan lijne û komîsyonên xwe ava bikin (bi qasî dişopînim, bi piranî ev amade ye). Ev lijneyên ziman, komîsyonên xwe yên gundan jî amade bikin. Di gundan de girîngtirîn herêm bên tespît kirin. Li ser van herêman plansaziya xebatê bê deranîn. Ev herêm bi awayek rêkûpêk (sîstematîk) bên ziyaretkirin, di van ziyaretan de (li gorî derfetan) mirovên têrêkirî bên şandin. Heman wek xebatên hilbijartinan lê ne deng xwestin, li ser giringiya ziman, di pêşerojê de rola ziman, di netewebûnê de giringiya ziman û hwd. xebat bên kirin. Dema ev plansaziyên bi vî rengê tên çêkirin jî, ne wek demkî lê ji bo pêşerojê bên plansazîkirin, yanî divê plansaziyên demdirêj bên amade kirin.

Dîsa li gor lêkolînên min yê li ser rewşa kurdên li metrepolan, hema hema li her bajarên Tirkiyeyê taybetî jî li herêma Marmara, Ege, Anatoliya Navîn û li herêma Çûkûrovayê, bi sedan komeleyên gund, bajar heta komeleyên mezrayan yên kurdistaniyan hene. Ev lijne komîsyonên zimanê kurdî, li metrepolan li ser van komeleyan dikarin xebatên xwe yên ziman bimeşînin. Jixwe di rêziknameya hemû komeleyên herêmî de yekem xebatên wan divê li ser çanda wî herêma ku wan temsîl dikin de be. Ji ber ku dema çand tê gotin, di serî de ziman tê bîra mirov, jiber ku çand bê ziman nabe.

Rewş çi dibe bila bibe, divê ku em zimanê gelê xwe bi gelê xwe bidin hezkirin.