12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dewlet sucdaran diparêze

Parêzer Gulşen Demîr têkildarî tundiya zayendî anî ziman ku dewlet faîlan diparêze û netew dewlet tundiya zayendî wekî amûreke şer bikar tîne û bi vê tundiyê dixwaze civakê kontrol bike.

Bi minasebeta 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Navneteweyî jin li her derê çalakiyên li dijî tundiyê pêş dixin. Jin bi baweriya bi hêza hevgirtinê ya ku her diçê xurt dibe banga “Jin Jiyan Azadî” bilind dikin. Jin di pêşengiya jinên kurd de êdî li hemû qadan têkoşînê bi rêxistin dikin û li dijî tundiyê parastinê pêş dixin.

Têkildarî tundî, sedema tundiyê, nêzîkatiya dewletê ya li dijî tundiyê û rola medya desthilatdariyê ya di tundiyê re  Rêvebera Navenda Giştî ya Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û endama Baroya Amedê Prz. Gulşen Demîr nirxandin kir.  Gulşen Demîr di destpêkê de pênaseya tundiyê kir û wiha got: “Tundiya zayendî ew tişt e ku her cure kiryarên ku hewldan û tehdîdên li ser zayendîtiyê di nava xwe de dihewîne û ji hêla kesek ve bêyî destûra bi avakirina razîbûnê li ser keseke din tê kirin e. Îstîsmara zayendî, êrîşa zayendî, tacîz, însest û tecawiza di nav zewacê de cureyên tundiya zayendî ne. Tundiya zayendî binpêkirina mafên bingehîn ên mirovan e.”

Prz. Gulşen Demîr li ser Îstîsmara zayendî jî rawestiya û destnîşan kir ku her cure reftarên zayendî bêyî rizamendiya yek ji aliyan tê kirin û ev agahî dan: “Dema ku dor tê ser zarokan, razîbûn nayê hesibandin. Her tevgerek zayendî ya ku ji bo kesên di bin 18 saliyê de tê kirin wekî “îstîsmara zayendî” tê hesibandin.”

Parêzer Gulşen Demîr li ser pênaseya êrîşa zayendî rawestiya û got: “Dema ku tevger bibe fizîkî, behsa êrîşa zayendî tê kirin.”

Prz. Gulşen Demîr li ser pênaseya tecawizê jî ev agahî dan: “Tecawiz, di nav xwe de hewildanên ketina vajînal, anal, devkî û penetrasyonê dihewînê. Însest û tecawiza zewacê (ev kes zewicîne û mêr bêyî destûra hevjîna xwe tevgerên zayendî dike) du cureyên herî berbelav ên tundiya zayendî ne.”

Dewlet faîlan diparêze

Parêzer Gulşen Demîr, li ser nêzîkatiya Dewleta Tirk a li dijî tundiyê jî rawestiya û wiha berdewam kir: “Mixabin Dewleta Tirk bi alîkariya çapemeniya xwe ya alîgir û hiqûqa xwe faîlan diparezê. Dosyeyên ku ji ber tundiya zayendî tèn vekirin gelek caran ji ber ku delîl tunene tên asêkirin û fail bêceza dimînin. Di van dozan de hewceyiya raporên psîkolojîk jî hene. Lê dewlet hewceyî nabîne ku ev rapor ji aliyê dezgehên bêalî ve bên amadekirin û ev rapor bikevin dosyayan. Ji xwe wexta li ser jinekê tundiya zayendî tê kirin gelek caran ev kes nikarin behsa vê tundiyê bikin û alîkarî bixwazin. Yan jî nikarin li ser faîlan mekanîzmayên hiqûqê bikarbînin. Sedema vî tiştî hem psîkolojîk e hem jî civakî ye. Ji ber ku gelek caran faîl bêceza dimînin yan jî cezayên pir hindik distînin baweriya edaletê tune ye. Li Tirkiyeyê ev sûc ji aliyê leşker û polîsan ve wek polîtîkayên taybet yan şerê li ser jinên kurd tên bikaranîn. Ev nêzîkatiyek dîrokî ye. Mêr di şeran de ji bo ku karibin erdekî yan jî welatekî dagir bikin pêşî êrîşê jinên wî welatî.”

Tundî ne tekakesî ye

Gulşen Demîr, destnîşan kir ku tundiya zayendî ya li ser jinan ne tenê kiryareke takekesî yan jî pirsgirêkeke exlaqî ye û wiha lê zêde kir: “Berevajî vê, bi hîmên civakî, dîrokî û sazûmanî yên zihniyeta baviksalarî re xwedî têkiliyên kûr e. Mekanîzmayên dewlet û polîsan kar dikin ku vê tundiya nedîtbar bikin, meşrû bikin an jî rasterast bikin amûr. Nêzîkatiya têkoşîna azadiya kurd a di çarçoveya jineolojiyê de ji bo vê pirsgirêka pir-qatî lêgerîna çareseriyeke radîkal dide.”

Tundiya zayendî kirine amûr

Gulşen Demîr bibîr xist ku di dîrokê de hêzên dewletê tundiya zayendî ya li dijî jinan weke amûra şer û tepisandinê bikar anîne û wiha berdewam kir: “Ji demên kevnar heta netew-dewletên nûjen, bedena jinan weke sembola kontrolkirina civakê tê dîtin. Bi taybetî di pêkhateyên dewleta otorîter de tundiya zayendî ji sûcekî ferdî nemaye û bûye polîtîkayeke sîstematîk. Mînak di şeran de êrîşên li ser bedena jinan weke stratejiyek ji bo şikandina namûsa civaka dijmin û qelskirina berxwedana civakî dihat bikaranîn”

Gulşen Demîr herî dawî da zanîn ku polîs û hêzên ewlehiyê jî beşek ji vê pêkhateyê ne û got: “Ev mekanîzmayên ku tê çaverêkirin ku ewlehiya civakê pêk bînin, di gelek rewşan de tundiya li ser jinan vedişêrin an jî bi awayekî aktîf beşdarî vê tundiyê dibin. Di serpêhatiyên jinên kurd de, gelek caran mînakên hêzên ewlekariyê yên dewletê, tundiya zayendî weke tehdît û navgînên tirsandinê bi kar tînin. Ev rewş bi awayekî vekirî nîşan dide ku dewlet çawa di asta sazûmanî de hêza xwe ya li ser bedena jinan diparêze

Tevgera jinên kurd her ku li dijî  mêr û polîtîkayên dewletê yên ku tundiya zayendî ya li ser jinan esas digire têdikoşe, jin jî ji bo pêşxistina mekanîzmayên xweparastinê teşwîq dike.”