Di 15’ê hezîranê de li gundê Şedadê yê navçeya Bismil a Amedê malbata Taş û Alyamaç li ser 369 donum erd bi çekan şer kirin û 9 kes ji hev kuştin. Pirsgirêka erdê ku li serê şer hatiye kirin bi salan e didome. Bi salan malbata Alyamaç erd ajotiye. Malbata Taş vê qebûl nake û doz li malbata Alyamaç dide vekirin. Dadgeh malbata Taş mafdar dibîne û 123 donim dide malbata Taş. Lê malbata Alyamaç vê qebûl nake û ji ber vê dem deman di navbera her du malbatan de pirsgirêk derketine. Ev pirsgirêka di navbera herdu malbatan de herî dawî bi rijandina xwîna hev bi dawî bû.
Beriya niha jî li Bismil û gelek deverên din jî bûyerên bi vî rengî derketine û hejmareke zêde mirov di van bûyeran de jiyana xwe ji dest dane. Sedemên herî mezin ên van bûyeran erdên xezînê û di bin navê “yekkirina” erdan de pergala tapokirinê ne. Ji ber van her du meseleyan her sal li bakurê Kurdistanê malbat bi hev dikevin û hev dikujin. Lê tevî vê rewşê jî li ser vê meseleyê nayê sekinandin û çareserî nayê dîtin.
Di hejmara xwe vê heftê de me jî xwest em li ser vê meselê rawestin. Di vê çarçoveyê de me xwe gihand Serokê Odeya Endezyarên Çandiniyê ya Amedê Samet Ûcaman û mesele jê pirsî. Ûcaman, pirsên me yên der barê mijarê de bersivand û diyar kir ku mudaxaleyên ku li ser sînorên erdên tên kirin, çanda bi hezaran salan a civakê texrîp dike û cotkaran tîne dijberî hev û got ku heke pêşî li bûyerên mîna bûyera Bismilê neyê girtin wê di pêşerojê de ji ber bûyerên bi vî rengî koçberbûneke mezin çêbibe.
Pirsên me û bersivên Ûcaman weke li jêr in;
Weke ku hûn jî dizanin beriya çend hefteyan li Bismila Amedê li ser erdên çandiniyê komkujiyeke ku 9 kesan têde jiyana xwe ji dest da pêk hat. Weke ode der barê bûyerê de xebatek ango lêkolîneke we çêbû. Heke hebe daneyên li ber destê we çi ne?
Belê bûyera qewimî helbet dilêşiyeke giran e. Hem ji bo jiyana civakî hem jî ji bo nifşên ku civakê bi hev ve girê didin. Weke Odeya Endezyarên Çandiniyê piştî ku ev bûyer pêk hat em bi platforma bajar ku ji sed rêxistin, ode, sendîqeyan pêk tê re ketin tekîliyê. Weke platforma piştgirî û parastina bajar me bi hev re bernameyek diyar kir. Li ser navê sazî û dezgehên bajar me ji herdu aliyan re jî sersaxî xwest. Weke platform me ji herdu aliyan jî xwest ku jiyana xwe asayî bikin. Me bang li her du aliyan kir ku bi sukûnet tev bigerin. Pêwîst e qenalên diyalogê her dem vekirî bin. Em nehêlin ku civaka me bi vi rengî belav bibe û xwe biqedîne. Bi hezar salên weke gel em li ser vê axê bi hev re dijîn û her dem karibûye birînên xwe bi hêza xwe ya civakî bikewînin. Heke em ev hêza civakî weke îrade, ehlak, wijdan pênase nekin jiyana civakî seranser dikeve bin xetereyên mezin. Ji bilî vî tiştî divê herkes weke berpirsiyarek tev bigere û di van deman de gelek hesas be.
Bi qasî ku tê zanîn erdên her du malbatan li ser şer kiriye û hev kuştine erdê xezînê ye. Erdên xezînê çi ne û çima ji wan re erdên xezînê tê gotin?
Erdên ku xwediyên wan dewlet e ji wan re dibêjin erdê xezînê. Çiya, gir, zinar, gol, çem, kanî û rûbarên ku di qeydên erdan de nehatine qeydkirin jî di çarçoveya axa xezînê de ne. Dîsa erdên xezînê weke taybet û gelemperî têne dabeşkirin. Di hemû qanûnan de hatiye diyarkirin ku berpirsyarên van erdan kî ne û divê çawa bên bikaranîn. Li gorî qanûnan xwedîderketin û parastina van erdan di bin kontrola dewletê de ye.
Der barê erdên xezînê de çi dane li ber destê we hene. Mînak; li bakurê Kurdistanê erdên ku çandinî li wan tê kirin çi qasî ji wan erdên xezînê ne. Rêjeya erdên çandiniyê li tevahiya Tirkiyeyê û bakurê Kurdistanê çi ye?
110 hezar kilometrekare erdê xezinê li seranserê Tirkiyeyê heye. Li bakurê Kurdistanê ji sedî 24,5’ê araziyên çandiniyê yên xezînê ne. Disa li seranserê Tirkiyeyê 77,9 milyon hektar arazî heye lê ji 77,9 milyon hektarî tenê 26 milyon hektar erdê çandiniyê ye. Daristan, mêrg, araziyên xezînê jî daxîlî van daneyan e.
Li bakurê Kurdistanê, ji ber qanûneke ku der barê tapokirina erdan de hatiye derxistin jî gelek pirsgirêk hene. Bi vê qanûnê tê xwestin ku erdên tapokirî bi awayekî komî ji nû ve bên tapokirin. Armanca ji vê qanûnê çi ye?
Wateya vê qanûnê yan jî yekkirina axê wiha tê aşkerekirin; ji bo ku bi awayekî rehettir çandinî lê bê kirin erdên ji ber sedemên cuda parçe bûne, belawela bûne, hatine xirakirin bi teknîkên zanîstiyê bên sererastkirin. Dîsa di nav vê sazûmaniyê de ji bo ku ev erd bikevin şekle girêdana pergalê û avdanî, parastina axê û vejandin, jîngeha jiyanê ya hilberîneran baştir bibe rêyên ku di nav van erdan de biçin tên diyarkirin.
Nûkirina gund, geşkirina gund, diyarkirina dever û planên pêşketina gundan di heman plansaziya yekkirina erd de tên pênasekirin. Ji bo başbûnê plansaziya domdar hemû tedbîrên çandî û teknîkî di nav vê pergalê de tên nexşekirin. Her çiqas ev teknîkeke bizanistî be jî dema ku bêyî xweza û civaka herêman li ber çav bê girtin ev sererastkirin bê kirin tu qîmeteke wê nîne. Berovajiyê vê rewşê ev dibe sedema pişaftin û koordînasyoneke belavbûyî. Ev jî dibe sedema hêmanên netemam û xisarên cidî yên civakî û çandiniyê bi xwe re derdixe holê.
Mixabin li Kurdistanê ev qanûn ji bo polîtîkayên pişaftinê tê bikaranîn. Ji ber vê yekê li Kurdistanê herdem bûye sedema pevçûn û kuştinên navxweyî. Ev qanûn ji sala 1972’yan heta niha li Kurdistanê ji bo plansaziyeke bizanistî û çandiniyê nayê bikaranîn. Li hemû deverên Kurdistanê bizanebûn ev tişt hatine kirin ku gel bi hev bikeve. Plansaziya ku tê kirin bi kurtasî mirov dikare bi vî rengî pênase bike. Mantiqa “min kir û bû” nayê qebûlkirin. Li dijî vê hewldana şaş ji dozvekirinê bigire heta diyalogên fermî hatine kirin û hê jî tên kirin.
Bûyera Bismilê ne bûyera yekemîn e. Beriya niha jî gelek bûyerên bi vî rengî pêk hatine. Ji ber pirsgirêkên tapoyan di hemû bûyeran de jî aliyekî bûyeran dewlet e. Tevî ku çareseriya van bûyeran pêkan e jî bi kîjan armancê neçaserî tê tercîhkirin?
Di esasê xwe divê li hemû deveran rizaya aliyan bê girtin, ev kar di bin kontrola asayîşekê de û bi rizagirtinê bê kirin. Lê mixabin berpirsiyarên ku ev kar dikin hemû kar û şixulê xwe bêyî ku riza aliyan bigirin dimeşînin. Loma ku ji bo çareseriyê êdî gel dixwaze bi destên xwe sererastkirinan bike. Lê ev mudaxaleyên ku li ser sînorên erdên tên kirin, çanda bi hezaran salan a civakê ku bi hev re çandiniyê dike û piştgiriya hev dikin texrîp dike û cotkaran tîne dijberî hev. Ji ber vê yekê em dibêjin heke dewlet vî karî bike divê ku berpirsiyariyên xwe jî bi cih bîne. Berpirsiyarî “min erdê we tevlihev kir û ji we re parve kir, hûn êdî çi ji hev dikin bikin” nîne. Dîsa em dizanin di vê plansaziyê de tenê tapokirin tuneye. Di heman demê de di belavkirin û parvekirinê de erdên hin kesan tên biçûkkirin ên hin kesan jî tên mezinkirin. Sînorên mêrgan û gundan diguherin. Ev guhertin û pîvanên bêedalet dibin sedemên nakokî û pevçûnên mezin.
Ji bo bûyerên mîna bûyera Bismilê li Kurdistanê pêk neyên, divê cotkar çawa tev bigerin. Rê û rêbazên çareseriya pirsgirêkên vê der barê de li gorî we çi ne?
Mirov dikare vê mijarê bi du tiştan aşkere bike; yek jê berpirsiyariya devletê ye ku divê riza civakê li ber çav bigire û di plansaziya yekkirina erdan de bi vî awayi tev bigere. Heke riza civakê tunebe divê ev plansazî neyê kirin. Tişta duyemîn jî li Kurdistanê ji berê ve herdem civakê pirsgirêkên xwe bi jiyana exlaqî û diyalogê çareser kiriye. Divê em berî her tiştî li şûna pevçûnê, diyalog û jihevfêmkirinê bidin pêşiya xwe. Dîsa ev pirsgirêkên ku di yekkirinên erdan de derdikevin holê bi çanda civakî tenê nayên çareserkirin. Ji ber ku aliyê yekkirina erdan dewlet e ku vê guhertinê plansaz dike. Di vê mijarê de berpirsyariya mezin a dewletê ye. Divê bi rêyên qanûnî daxwaza duristkirina yekkirina erdan ji berpirsyaran bê kirin.
Bûyerên çandiniyê yên mîna bûyera Bismilê di hêla civakî de pirsgirêkên bi çi rengî bi xwe re diafirînin?
Weke tê zanîn ji xwe pirsgirikên çandiniyê û ewlehiya xurekan hem li Tirkiyeyê hem jî li Kurdistanê heye. Her wiha ev bê stratêjîbûn û şaşiyên siyaseta çandiniyê her ku diçe zêde dibe û kûr dibe. Em her roj vê yekê dibînin. Dîsa krîza avhewayê di xwezayê de guhertinên mezin çêkiriye. Di civakê de ji siyaseta ne rast a hikûmetê û krîza aboriyê herî zêde cotkaran bi awayekî neyînî para xwe jê girtiye.
Plana yekkirina erdan di xwe de çewisandin û pevçûnên mezin dihewîne. Ev fikareke mezin e ku di pêşerojê de bibe sedema koçberbûnek mezin û kuştinên navxweyî. Wê ev bi xwe re ne tenê valakirin û koçkirina malekê, valakirin û koçkirina gom, gund û belkî jî herêmên mezin bi xwe re bîne. Ji ber vê yekê wê seranser demografiya erdnigariya Kurdistanê serobino bibe. Berî valakirina gundan jî me ev yek dîtibû. Cotkar û gundiyên ku ji erdên xwe veqetiyan careke din venegeriyan ser erdên xwe û berê xwe dan bajaran. Li bajaran belengaz û xizan bûn. Tu tiştekî ku karibin li bajaran bikin tune bû.
Fikara me ew e ku ev tiştên ku çêdibin bibin sedemên koçberî û penaberiyê. Kesên koçber bibin heke li bajaran karekî ku bikin nebînin di pêşerojê de bibin sedema xerakirina civakê. Di encama vê de wê karên krîmînal li nav bajaran zêde bibin. Mirov dibîne ku dema li bajaran rêjeya bêkariyê zêde bibe, dibe sedem ku malbat ji hev biqetin û rêjeya sûc jî zêde bibe. Ev tişt hemû komplîke ne û bi hev re xerabûniyê çêdikin an jî diafirînin.
Samet Ûcaman kî ye?
Di sala 1972’yan de li navçeya Licê ya Amedê ji dayik bûye. Dibistanên seretayî, navîn lîseyê li Amedê dixwîne. Zanîngehê jî dîsa li Amedê li Zanîngeha Dicleyê endezyariya çandiniyê dixwîne. Piştî ku ji zanîngehê mezûn dibe li saziyên mîna Miduriyeta Bajar a Xizmeta Gundan, Îdareya Taybet a Bajar û KOYDES’ê weke endezyar dixebite. Di sala 2008’an de li Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dest bi kar dike. Heta sala 2016’an li Miduriyeta Parq û Baxçeyan a Şaredariya Amedê dixebite. Piştî tayînkirina qeyûm a ser Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bi KHK’ê ji kar hat avêtin. Ji sala 2016’an heta niha Serokatiya Odeya Endezyarên Çandiniyê ya Amedê dike.