Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan li Amedê tev li civîna gel bû û geşedanên dawî nirxand. Bakirhan anî ziman ku li aliyekî hikûmet banga çareseriyê bike û li aliyê din operasyonan pêk bîne pirsgirêk çareser nabe û got: “Em ji bo çareseriyek demokratîk û aştiyane her dem amade ne.”
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê li Amedê beşdarî civîna gel bû. Civîna gel li Navenda Kongreyê ya Çand Amedê pêk hat. Gelek nûnerên saziyên civakî û demokratîk beşdarî civînê bûn.
Bakirhan, di civînê de geşedanên dawî yên di rojevê de nirxand û helwesta hikûmetê rexne kir. Bakirhan, anî ziman ku ew di pêvajoyek pir girîng de bi pêkhateyên gelek bi qîmet re tên cem hev û got: “Em ê bi hevre biryar biidin ku rêyek çawa bidin pêşiya xwe. Em ê fikrên xwe bi hevre bikin biryar û bi hevre têxin meriyetê. Tevî ew qas zilm û zextan em siyasetê dikin û bi hevre niqaş dikin, bi hevre biryaran digirin û bi hevre dixin meriyetê. Ji niha û şûnde jî em ê wisa bikin.”
Bakirhan anî ziman ku li cîhanê pergala kapîtalîst û emperyalist di bûnalimeke mezin de dijî û wiha got: “Yek ji qeyrana herî mezin parvekirina dahatinê ye. Li cîhanê tenê kara çend şîrketên mezin, bi tena xwe dikarin bi milyonan mirovan têr bikin. Lê kara ku milyonan xwedî bike, tenê çend kes dixwin. Ev nokokî dibe sedema qeyrana herî mezin. Navenda van qeyranan jî Rojhilata Navîn û Kurdistan e. Tenê şer di navbera Israîl û Filistînê de pêş nakeve. Îro şer li her derê belav dibe. Kurd û Kurdistan tam di navenda şer de ye.”
Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, destnîşan kir ku divê geşedanên li Rojhilata Navîn ji nêzîk ve bişopînin û wiha got: “Em ji bo çareseriyê rêya sêyemîn pêşniyar dikin. Ne xeta yekperest çareseriye pêk tine. Ne jî xeta ku li ser serweriya enerjiyê şer dike çareseriyê pêk tîne. Divê her kes azad li ser axa xwe bi nasname û rengê xwe bijî. Em 100 sal in li tirkiyeyê tune tên hesibandin. Di seri de kurt tune tên hesibandin. Ewlehiya herî mezin ne SÎHA ye. Ewlehiya herî mezin aştiya navxweyî ye. Welatên ku di nava xwe de pirsgirêkan çareser bikin û aştiya civakê pêk bîne nakeve nava qeyran û şeran. Welatên ku pirsgirêkên navxweyî çareser neke dê ji şeran rizgar nebe.”
Bakirhan, bal kişand ser têkiliya kurdan û tirkan û wiha got: “Dema em li têkiliya kurd û tirkan a dîrokê dinerin, ji Milazgîrê bigire heta Çanakkaleyê her tim têkiliyên li ser esasê rastiyê pek hatine xizmeta gelan kiriye. Em diparêzin ku têkiliya kurd û tirkan li ser bingeha demokratîk pêş bikeve. Binerin wekilê me Omer Ocalan piştî 44 mehan bi Birêz Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anî. Vê hevdîtinê di hemû kesan de hêviyek ava kir. Birêz Ocalan pir zelal peyam da. Got “Eger şert û merc bên avakirin ez dikarim li ser zemina hikuqî û siyasî pirsgirêkê çareser bikim. Ez ji xwe bawer dikim.” Em jî dibêjin ev şansek mezin e. Birêz Ocalan dixwaze ev pirsgirêk bi diyalog û muzakereyan pêk bê. KCK’ê jî Birêz Ocalan nîşan dide. Gel birêz Ocalan nîşan dide. Em ê bi hevre binerin ku ev zemîn li ser esasekî rast tê nirxandin an na. Hîn pêvajoyek nehatiye destpêkirin. Tu pêvajo tune. Mixabin qanalên wan wekî pêvajoyek hebe niqaşan dikin. Ev dê derbasi pêvajoyekê bibe an nebe em nizanin. Çiqas samîmî ne em jî nizanin. Em jî li ser çapemeniyê hewl didin pêvajoyê binirxînin. Em dixwazin ev pêvajo derbasî çareseriyê û muzakereyan bibe. DEM Partî ji bo muzakere û çareseriyê heye.”
Bakirhan, anî ziman ku ew ê van civînan li çar aliyê Tirkiyeyê pêk bînin û helwesta partiya xwe li her derê bînin ziman û wiha lê zêde kir: “Potansiyeleke me ya pir mezin heye. Yên aştiyê tîne ev kesên li vê salonê ne. Niha tu pêvajo tune ye. Yê pêvajoyê ava bike rêxistina me û hêza me ye. Eger rêxistina me bi hêz be dê gotina me jî bi hêz be. Gotina me bi kasî rêxistina me bi hêz e. Em ê rêxistina xwe mezin bikin û bi hêz bikin. Aştî tenê kurdan eleqeder nake. Aştî hemû kesên li Tirkiyeyê dijîn eleqeder dike. Wê demê divê em li her devera Tirkiyeyê xwe bi rêxistin bikin. Ji ber vê yekê erkek pir mezin dikeve ser milê me tevan. Divê em girîngiya aştiyê bigînin her kesên li Tirkiyeyê dijîn. Yê bi rêxistin bikin hûn bi xwe ne. Yên çareseriyê bînin û pêvajoyê bidin destpêkirin hûn bi xwe ne. Tu carî pergal bi xwe gavên çareseriyê navêjin. Ji ber ku gel dixwazin û zorê li hikûmetê dikin, çareserî pêş dikeve. Birêz Ocalan pir zelal got. Ev pir bi qîmet e. Birêz Ocalan dibêje ku zemîn bê avakirin ez heme. Wê demê em ji hikûmetê re dibêjin kerem bikin vê zemîne ava bikin. Li aliyekî niqaş didomin, li aliyê din zilm qeyran komkujî heye. Her roj ciwan tikevin tora tiryakê. Her roj jin tên qetilkirin. Her roj xweza tê talankirin. Her roj daran dibirin û otelan ava dikin.”
Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, anî ziman ku ew ê ji her demê bêtir li dijî binpêkirina mafan û zextan rawestin û têkoşîna xwe ji her demê bêtir mezintir bikin.
Bakirhan, anî ziman ku ew ji çareseriyê re hene. Her dem ji bo muzakereye destê wan vekiriyî ye û got: “Mifteya çareseriyê gel e. Em dibêjin ji çareseriyê re erê, lê ji tasfiyekirinê re na. Ji aştiyek demokratîk re erê. Ji bo komarek demokratîk, ji bo neteweyek demokratîk ew her tim alîgirê çareseriyê ne. Her dem alîkariyê çareseriya aştiyane û demokratîk in. Di şerê 40 salî de mirovên ku bedel nedane tune ne. Kilîta çareseriyê gel bi xwe ye. Yê pêvajoyê pêş bixin gel bi xwe ye.”