12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Apê şahid û şehîd

Em şahid in, erê. We Apê me yê porberf Mûsayê nemir û kalemêr bi bêbextî şehîd xist. Ew jî şahid bû, her tiştên we didît, loma we ew şehîd xist. Şahid û şehîd bû yek.

Şahid çi ye? Çima tê kuştin, çima hat kuştin şahida biçûk û narîn? Çavên şahid çima ditirsînin, çima bêdawî ne çavên şahid, çima êdî ne tenê çav in? Çavên şahid çawa wan li ser sûc, di nava tarîtî û qirêjîyê de digirin? Çavên şahid çima ewqas mehsûm û temîz in?

Em wan ji fliman jî nas dikin, ji jiyanê jî, ji vî zemanî jî ji wî zemanê jî. Şahid her û her hene, her û her destpak in. Lê tam ji ber vê yekê hedef in, tên kuştin. Çimkî dizanin ku şahid wek wan nînin, wek wan qirêj û sûcdar, wek wan devbixwîn… Loma jî ji wan ditirsin û wan dikujin.

Em kengê li derek şahidek bibînin, dixwazin ku sûcdar wî nebîne. Ji ber ku em dizanin dê belayek bê serê wî/ê. Em kengê şahidek bibînin, dixwazin xwe veşêre, dixwazin wê/wî veşêrin. Lew şahid in ên ku tirsê dixin dilê kujeran û vê dinyayê ronî dikin. Şahid in ên ku çeqel û şêran ji hev derdixin û nahêlin ku gur xwe bixe cîhê berxan… Ev dinya û welat, bi saya şahidan hê jî dijî. Ku şahid nebûna dê zûde kevir li ser kevir nemaya. Çavên wan in, ên ku çirayan vêdixin û rûyê celadan nîşanî me didin. Dilê wan e, yê ku di bin baskê bilbilan de veşartiye û dihêle ku em hê jî karibin rûyê xwe di avên zelal de bibînin.

Ji bo em jî şahid in, em şahidan baş dinasin. Em dizanin ku ruhê wan çiqas nazik û meşa wan çiqas dijwar e. Em baş dizanin ku qatil çima ji wan ditirse, dizek çima ji wan hez nake, derewçîn çima ji wan direve. Em jî şahid in lewre, me her tiştî bi van çavên li serê xwe dît. Ku ew nebûna dê jiyan wek xalîçeyek kurdî rêsandî bûya. Kêzxatûnan xeberên xweş banyana. Ku wan her tiştî dagir nekira û çavên me neçarê dîtina ewqas zilmê nemana, dê beybûn çar demsal geş bûna û tilîya xewnan xwînî nebûya. Dê van çavikên me yên reben û nazik neçarê dîtina ewqas tiştên hovane nebûna û neyşiyana û barek ewqas giran neketa ser milê me,barê şahidiyê…

Em şahid in, erê. We zarok kuştin û cinawiran mezintir kir. Cinawir bi we mezintir bûn lê zarok tim zarok man, nekarîn mezin bibin.

Payîza welatê me yê şahid hat Apocan. Lê yên ku bêrûmet in nikarin şahidiya zilma li ser beden û ruhê xwe jî bikin. Ne çavê wan çav e, ne dilê wan dil. Ew ji kujeran hez dikin Apê Mûsa. Ji yên ku pê li serê wan û jiyana wan dikin. Ew ji xulamtiyê hez dikin, ji tifa dagirkeran û ji pêlavên wan.

Bes ev welat jî şahid e Mûsayê kurd, welatê te ye û em jî şahid in. Şahidên xwe û her tiştî, şahidên te û herdemî. Tu yê şahid û şehîd jî bi me re yî jixwe, dibînî ku em li ku çawa şahidî dikin. Şahid wek te çeleng e jî, li cîhê xwe nasekine. Ne burokrat e, ne tembel ne jî hesabker. Kîtaba wî/ê heye lê bê hesab û kîtab dixebite. Şahid tu yî lewre, em jî li pey te. Wek ku ew kilam dibêje:

Heştê sal hemî zilm û zor te dît

Li dawiya emrê xwe bûy şehîd

Veger nîne lo Mamo rê min dît

Hoy Mamo şehîdê kal ey şehîd

Hê jî şahidan dikujin ezbenî, çimkî hê jî şahid in ku nahêlin kujer bi ser bikevin. Hê jî kelemên li pêş çavên wan ew in. Şahid… Yanî zarok û şopdarên te. Û em gelek in, her ku diçin zêdetir dibin. Jixwe tu dibînî. Çimkî tu hê jî heta bi heta jî şahid î, dibînî, dibêjî û pêşiya wan digirî.

Min çend sal berê li zindanê wiha gotiye; Şahido Şehîdo!

Darbesta min bi gulan dagirin

Min li ber keviya siya kena xwe veşêrin

Nehêlin bila darbest min nebe

Darbestê nekarî te bibe. Em li gel hev man. Em û tu şahid in ku tu hêzî nekarî destên me ji hev bike!

Tu Apê me yê nemir, em dozdar û şahidên te…