7 COTMEH 2025

Gösterilecek bir içerik yok

28 sal in pênûsa heqîqeta azadiyê geş dibe

7ê Cotmehê salvegera şehadeta şervana heqîqetê Gurbetellî Ersoz e. Nûçegihana ANHAyê Hêlîn Asmîn derheqê rojnamegeriya Gurbetellî Ersoz de axivî û got: “Li ser şopa Gurbetellî Ersoz li hemû bajar û çiyayên Kurdistanê rojnamegeriya heqîqetê berdewam dike."

Gurbetellî Ersoz di 11ê tîrmeha 1965an de li Gundê Zîverê yê bi ser navçeya Palo ya Xarpêtê ve ji dayik bû. Bavê wê di dema ji dayik bûna wê de li Almanyayê bû, dema ku ew ne li wir bû navê keça xwe danî “Gurbetellî”. Bandora vî navî li ser jiyana wê nayê zanîn, lê israra dayika wê ya ji bo perwerdekirina wê, tevî ku bavê wê ji ber oldariya xwe çûyîna wê ya dibistanê red dike jî, wê dişine dibistanê. Israra dayika wê ya xwendinê bandoreke mezin li ser jiyana wê dike. Piştî ku dibistana seretayî diqedîne dayika wê, Fatma Ersoz, koçî Edeneyê dike da ku keça wê bikaribe biçe dibistana navîn. Gurbetellî Ersoz, Zanîngeha Kafkasê qezenc dike. Lê ji ber bavê wê nexwestiye ew li wir bixwînê, ew jî neçar dimîne ku ji nû ve bikeve azmûnê û zanîngehê qezenc bike. Di encama israr û têkoşîna wê de Beşa Kîmyayê ya Zanîngeha Çukurovayê qezenc dike û xwendina xwe li wir diqedîne.

‘Pênaseya jiyana azad’

Gurbetellî Ersoz piştî xwendina xwe ya lîsansê diqedîne, li heman Enstîtuya Zanistê ya Çukurovayê ya “Jîngeh û Enerjiyê” kar dike. Herwiha komkujiyên Çernobîl û Helebceyê di jiyana wê de xalên werçerxê daye avakirin. Gurbetellî Ersoz ku gelekî di bin bandora her du komkujiyan de maye wiha gotiye: “Ez ji kîmyagerên ku divê herî zêde bi Çernobîl û Helebçeyê re eleqedar bibûna pir matmayî mam. Min dest pê kir ku pir caran ji xwe bipirsim, ‘Ez çi me?’ û ‘Divê ez çi bikim?’ Gurbetellî Ersoz ku di heman demê de sê salan wekî alîkara lêkolînê xebitî dema ku mastera xwe dikir, di 10ê kanûna 1990an de bi hinceta ‘endametiya rêxistinê’ ye 15 rojan tê girtin. Gurbetellî Ersoz du salan li Girtîgeha Meletiyê dimîne. Piştî ku ji zindanê derdikeve şûnve li nûnertiya Edeneyê ya Ozgur Gundemê û Ozgur Ulkeyê dixebite. Li Tirkiyeyê jina yekemîn ku gerînendetiya weşana giştî ya rojnameyekî kiriye, xwediyê gotina “Min çiya di dilê xwe de nexşandin” Gurbetellî Ersoz e. Ew dibe yekemîn gerînendeya weşana giştî ya rojnameya Ozgur Gundemê.

‘Navê wê di dilê me de hatiye neqişandin’

Hêlîn Asmîn ji 10 salan zêdetire ku di çapemeniya azad de dixebite û niha jî nûçegihaniya Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) dike. Hêlîn Asmîn li ser şopa heqîqeta Gurbetellî Ersoz û çanda çapemeniya azad axivî û wiha got: “Li ser şopa Gurbetellî Ersoz li hemû bajar û çiyayên Kurdistanê rojnamegeriya heqîqetê berdewam dike. Gelek kovar, rojname, ajansên nûçeyan, televîzyon, radyo û malperên li Kurdistanê û Ewropayê xwe dispêrin vê mîrateyê. Ku yekemîn ajansa nûçeyan a jinan JINHA ye û ji wê heta JINNEWSê, heta yekemîn televîzyona jinan Jin TV, kovara jinan Jina Serbilind a li Ewropayê heta niha NEWAYA JIN tê weşandin. Yekitiya Ragahanidna Jin (YRJ) ku li Rojava hatiye rêxistinkirin di bin sîwana wê de Star Fm ku yekemîn radyoya jinan e, JIN Produksiyon weşanê dike û gelek kovar, rojnameyên ku jin bi xwe didin meşandin hene. Gurbetellî Ersoz ji bo min evîn û şopandina jinên kurd û Kurdistanê ye ku jiyana xwe bi raman, nivîs û berxwedan hûnandiye û di navbera peyv û guleyê de, di navbera xatir û xewnên jinan de ye, têkoşîn daye meşandin û îro di dilê her rojnamevanên jin de cihê xwe girtiye. Gurbetellî mîna navê xwe bûye bêrikirina ax, welat û azadiyê. Gurbetellî Ersoz wek edîtora yekem a jinên kurd kete dîrokê û bû sembola têkoşereke jin di doza azadiya welat û xaka Kurdistanê de. Di şertên herî giran de rojnamegerî kir, tu astengî û qedexeyên pêşiya xwe nas nekir û têkoşîneke bêhempa da meşandin. Bû şoreşger û rojnamegereke ku tarîtî hilweşand û şewqa heqîqetê di dilê rêhevalên xwe de geş kir ku heta roja me hatiye û bûye jiyan û kevneşopiya ragihandina jinên kurd. Wê bi pênûs, kamera û defteran xebat dikir. Di çarçoveya dagirkeriyê û şerê li ser civakî de, ew bi berxwedana xwe deng û rûmetên wan di gelê xwe de dihewîne. Ji ber vê yekê xwedîlêderketina çapameniya azad, xwedîlêderketina şehîdên çapameniya azad û erka xwe pêk anîne. Şopdarên Gurbetelliyê li Îranê Ayfer Serçe, li Mexmûrê Denîz Firat, li Şengalê Nûjiyan Erhan, li Başûr Nagîhan Akarsel, nûçegihana ANHAyê Dilîşan Îbîş û Dilovan Gever, li Rojava çend ji wan rojnamevanên jin in ku di vê oxirê de canê xwe feda kirine.”

Ew bi îradeya xwe ya azad derket pêş’

Seroka Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) Roza Metîna bi boneya salvegera Gurbetellî Ersoz nêrînên xwe anî ziman û wiha axivî: “Gurbetellî Ersoz di qada çapemeniya azad de xwediyê kedeke giranbuha ye. Ew bûye îlham û sembola têkoşîna di qada çapemeniya azad de. Li dijî êrîş û zextan tu carî serî netewand. Ji bo xwedîderketina li mîrateya jinên rojnameger ên wekî Gurbetellî Ersoz û hemû şehîdên çapemeniya azad 7ê cotmehê wekî Roja Rojnamegerên Jin ên Kurd hat îlankirin. Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) jî di salvegera Gurbetellî Ersoz de hat vekirin. Di vekirina MKGê de jî dîsa soza xwedîlêderketina ked, têkoşîn û mîrateya jinên rojnameger ên mîna Gurbetellî hat dayin. Jinên kurd ên rojnameger di bin banê MKGê de xwe bi rêxistin dikin. Ev ruhê rêxistinbûyinê ji Gurbetellî re ji me re wekî mîrateyekê maye. Mafê ragihandinê mafekî rewa ye. Jinên rojnameger ên kurd jî vî mafê rewa û rastiya civakî esas digre, ne ya îktidaran. Gurbetellî Ersoz jî li ser vî esasî li ser esasê parastina mafê heqîqetê li ber xwe dida. Loma jî şehadeta Gurbetellî ji bo me hem hestiyarî ye hem jî geşkirina ruhê têkoşînê ye. Di vê rojê de em tenê xemgîn nabin. Em di heman demê de soza xurtkirina berxwedana xwe didin.

Çimkî Gurbetelî ji bo me hêvî û serhildanek e. Jinên kurd ji dîrokê heta niha her tim bi serkeftinên xwe yên yekem bûne mînak. Gurbetellî Ersoz jî yekemîn gerînendeya jin a rojnameya Ozgur Gundemê bû. Ev gelekî girîng û dîrokî ye. Her çiqas ketibe zindanan her çiqas zext lê hatibe kirin jî di nava şertên dijwar de wê navê xwe di dîrokê de da nivîsandin. Ji bo têkbirina zihniyeta serdest a mêr jî helbet ev gaveke girîng bû. Wê serdemê gund dihatin şewitandin, valakirin, cinayetên kontragerîla pêk dihatin, rojname dihatin bombekirin, rojnameger di bin zext û îşkenceyê de bûn. Gurbetellî Ersoz bi gotina ‘Min dilê xwe li çiyayan neqişand’ di hafizaya jinên kurd û gelê kurd de cihê xwe girt. Bi vê helwesta xwe, tevgera jinan jî xurt kir. Herwiha wateyeke cuda lê bar kir. Li dijî binpêkirina mafên rojnamegeran serî netewand, li berxwe da. Gurbetelî Ersoz di têkoşîna xwe ya bi salan de di heman demê de li dijî zihniyeta baviksalarî jî li berxwe da. Wê nêrînek cuda û hişmendiya jinan di rojnameyê de derxist pêş. Herwiha li ser esasên parastina nirxên gelê kurd tevgerek da meşandin. Li dijî pênûsa bi desthilatdariya mêr hatiye nivîsandin, bû alternatîfek. Bi îradeya xwe ya azad derket pêş. Dema di girtîgehê de bû jî baweriya bi wê re tam û moralê wê baş bû. Li dijî daraza yekperest li berxwe da û li hemberî bêedaletiyê sekinî. Me jî xwest em MKGê di roja şehadeta jineke wiha wêrek û jixwebawer de vekin. Hêz û têkoşîna Gurbetellî ji me re bû mînak. Loma bi taybet di roja şehadeta wê de me xwest em careke dinê dubare bikin ku em ê li ser şopa jinên wekî wê jêhatî û zîrek bimeşin. Çimkî berxwedana Gurbetellî her tim rêya me ronî dike. Jinên ciwan dînamîkên hêja yên civakê û tevgerê ne. Loma hêz û rola wan li cihekî taybet disekine. Ew bi hêza xwe û bi rêxistinbûyina xwe dikarin civakê bi awayekî erênî bi teşe bikin. Dikarin ji bo siberojeke azad pêşengiyê bikin. Ev pêşengî di her qadê de lazim e. Yek ji qada birdozî û têkoşînê qada çapemeniya azad e. Loma li dijî zihniyeta baviksalarî, newekheviya zayenda civakî, li dijî zihniyeta tunehesibandin û înkarê lîstina rola jinan a di qada çapemeniya azad de hêjayî gotinê ye. Rêxistinbûyina di binê banê çapemeniya azad de rê li azadiyê vedike. Ev azadî bi taybet ji bo jinan gelekî girîng e. Ji ber ku yên herî zêde tên çewisandin jin in. Loma em ji jinên ciwan re dibêjin li dijî vê çewisandinê werin em di binê banê çapemeniya azad de hêza xwe bikin yek û ruhê yekîtiyê xurt bikin.”

‘Gurbetellî Ersoz sembola berxwedanê ye’

Rojnameger Rojda Aydin jî ku ji JINHAyê heta JINNEWSê ku ji 10 salan zêdetire di çapemeniya azad de rojnamegeriyê dike, der barê rojnamegeriya Gurbetellî Ersoz de hestên xwe wiha anî ziman. Rojda Aydin jî da zanîn ku bîranîna Gurbetellî Ersozê hîn jî îlhamê dide her rojnamegerekî ku bi pênûsa xwe li ber xwe dide û wiha got: “Gurbetellî Ersoz ne tenê rojnamegerek bû, di heman demê de jineke wêrek bû ku di bin şert û mercên herî dijwar ên jiyana xwe de hewl da bijî. Çîroka wê yek ji wan mînakên kêmpeydeye ku tê de pênûs û berxwedan, gotin û hêvî li hev tên. Îro, di demeke ku rojnameger di bin zextan de ne, bîranîna Gurbetellî Ersoz ne tenê bîranîna kesekê ye, di heman demê de tê wateya piştgiriya hemû rojnamevanên ku li pey rastiyê ne. Wê hilbijart ku bibe dengê wan kesên ku bêdengî qebûl nekirin, wê xwest ku bibe dengê mazlûman. Ji ber vê yekê em wek rojnamegerên jin ên çapemeniya azad tu carî têkoşîn û heqîqeta wê ji bîr nakin û nadin jibîrkirin. Gurbetellî Ersoz wekî yek ji navên sembolîk ên berxwedan û rastiyê di dîroka çapemeniya azad de cih girt. Ew rojnamevanek bû ku amade bû bedelê bide da ku rastiyên ku medyaya serdest hewl dida bêdeng bike yan jî paşguh bike, ji raya giştî re ragihîne. Wê bi têkoşîna xwe, bi pênûsa xwe di rojnameya Ozgur Gundemê de hem weke jinekê û hem jî weke mûxalîfekê li ber xwe da. Wê rojnamegerî ne tenê wekî pîşeyekê, di heman demê de weke awayekî berxwedanê jî pênase dikir. Hebûna wê îspat kir ku çapemeniyek di bin şert û mercên zor de jî bêdengiyê qebûl nake. Rola Gurbetellî di çapemeniya azad de xeteke berxwedanê ye ku divê îro jî wekî stûna rojnamegeriyê were bîranîn. Ez Gurbetellî Ersoz wek jineke berxwedêr pênase dikim ku bi pênûsa xwe eniya têkoşînê ava dikir û li dû rastiyê bû. Ew ne tenê rojnamevanek bû ku nûçe dinivîsand, lê di heman demê de xebatkareke rastiyê bû û ji bo şahidiya serdema tê de jiya, bedel da. Çîroka wê tîne bîra min ku rojnamegerî ne tenê ragihandina nûçeyan e, lê di heman demê de dengdayîna ji bo wijdana civakî ye jî. Ji bo min, Gurbetellî navê wan kesan e ku di dema bêdengiyê de axaftin hilbijart, ew kesên ku di tariyê de li ronahiyê digeryan e. Îro jî, ew di dilê her kesê ku di têkoşîna ji bo çapemeniya azad de şopa wê dişopîne de cih digire.”