Şandeya DEM Partiyê di 27ê Sibatê de çû Îmraliyê û bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin kir. Şandeyê piştî hevdîtinê banga Abdullah Ocalan ya bi navê “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” li Stenbolê bi raya giştî ya cîhanê re parve kir. Banga Abdullah Ocalan li Kurdistan û welatên cîhanê eleqeyek mezin dît. Siyasetmedar Feleknas Uca li ser pêşwazîkirina banga Abdullah Ocalan a li Ewropayê nirxandin kir û got: “Li Ewropa dîtina wêneyê Rêberê Gelê Kurd kelecaneke gelek mezin ava kir. Di 27ê Sibatê de çavê milyonan li Îmraliyê bû. Her kesî dixwest ka li Îmraliyê çi dibe, dê peyameke çawa bê dayîn. Li Ewropa hemû bajarên ku kurd lê dijîn li derve peyam guhdar kirin. Bi girseyî û şahiyan peyama Rêber Abdullah Ocalan guhdar kirin. Ji ber ku wêneyê Rêber Apo hat parvekirin û tenduristiya wî baş bû, bi şahiyên girseyî hat pêşwazîkirin. Ne tenê di nava kurdan de, di nava gelê Ewropayî de jî piştî peyam hat xwendin kelecanek mezin ava kir. Di ragihandina Ewropayê de jî eleqeyek mezin dît. Hat dîtin ku Rêber Apo ne tenê Rêberê Gelê Kurd e. Me dît ku bi milyonan mirov li ser felsefeya wî dimeşîn û lê xwedî derdikevin. Dîmenê pêşwazîkirinê li Ewropayê jî bi coş û kelecan bû.”
Manîfestoya sedsalê ye
Feleknas Uca, li ser bandora banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî rawestiya û got: “Berî her tiştî divê mirov vê bangê baş fam bike û bibîne. Ev bang manîfestoya sedsalî ye. Dubare roja vejîna gelê kurd e. Roja vejîna 85 miyon gelê Tirkiyeyê ye. Di 2yemîn sedsala komara Tirkiyeyê de manîfestoya sedsalî pêşkêş kir. Vê manîfestoyê ne tenê ji bo gelê kurd, ji bo gelê cîhanê jî cihekî girîng girt. Êdî hemû gelê cîhanê dizane ku dema Rêber Apo tiştekî bibêje her kes jê bawer e. Dema ku Rêber Apo bi felsefeya xwe ya nû guhertin û veguhertin kir, di serî de ji qada jîneolojiyê bigire heta hemû qadên din gel piştevaniya vê guhertinê kir. Ev banga manîfestoya sedsalî ji bo hemû gelên cîhanê ye.”
Feleknas Uca, li ser erk û berpirsiyariya dewletê jî rawetiya û wiha axivî: “Ev peyam ji bo demdirêjî demokratîkbûna Tirkiyeyê hatiye dayîn. Rêber Apo bi vê manîfestoyê bingeha 50 salên pêş avêtiye. Her hevok bingeha çareserî û demokratîkbûna Tirkiyeyê ya dehan salan e. Em îro dibînin ku ji gerîla bigire heta partiyên kurdan û hemû gelê kurd li manîfestoya Rêber Apo xwedî derdikeve. PKKê daxuyanî da û piştgirî da Rêber Apo. Biryara agirbestê da. Ev gelek girîng e. Ev nîşan dide ku PKK çiqas bi Rêber Apo ve girêdayî ye. Niha êdî çav li rêye ku dewlet gavên şênber bavêje. Her kes li bendê ye ku êdî Tirkiye rêzgirtinê nişanî nasnameya gelê kurd bide. Li bendê ye ku ji bo heq, hiqûq û siyaseta demokratîk li Tirkiyeyê pêş bikeve. Ji bo vê yekê divê bingeha wê bê avakirin. Rêber Abdullah Ocalan jî dibêje pêwiste zemîna hiqûq û siyasî bê avakirin. Ji bo PKK kongreya xwe pêk bîne û xwe fesih bike, divê zemîna vê yekê bê avakirin. Bi komkujiyan, bi balafirên şer, bi êrîşên hewayî û bejayî ev pêş nakeve. Piştî agirbestê, çend rojin balafirên şer û SÎHAyên şer her roj difirin. Her roj Bendava Tişrînê bombe dikin. Başûrê Kurdistanê bombe dikin. Her roj mirov têne binçavkirin. Bi vî zimanî û bi van êrîşan zemîna hiqûqî û siyasî nayê avakirin. Divê dewleta tirk hemû hêza leşkerî ji dervê sînor vekişîne. Li aliyekî bombe bike û li aliyekî bêje ‘Bila kongreya xwe pêk bîne’ Ev çênabe. Heta ku Rêber Apo bi destê xwe li derve vê pêvajoyê bi rêve nebe, zemîna siyasî û hiqûqî pêş nakeve. Di şertên Îmralî de ev pêvajo pêş nakeve. Ya esasî divê Rêber Apo bi awayekî fîzîkî azad bibe.
Feleknas Uca herî dawî li ser erk û peyvira gelê kurd jî rawestiya û got: “ Divê di serî de Kongreya Neteweyî pêk bîne. Divê yekîtiya xwe pêş bixe. Divê kurd hemû bên cem hev û rêxistineke hevpar ava bike. Hemû aliyên kurd peyam erê kir. Niha li pêşiya kongreyê tu astengî tune. Sykes Pîcotê Kurdistan parçe kir, lê ev bang û kongreya yekîtiya neteweya kurd dikare sînoran bêwate bike. Divê gelê kurd li dora manîfestoyê bibin yek. Divê di 8ê Adarê û Newrozê de denge yekîtiyê pêş bixin.