Ji bo jinên kurd 25ê Mijdarê li gorî jinên din ên cihanê xwedî wateyeke cuda ye. Ji ber ku têkoşîn ji bo wan tenê ne rojek, li dijî hemû şêwazên îktidarê lêgerîna jiyaneke bêtundî ya azad e û nîşandayîna îradeya wan e. Tevahî jiyan, her roj têkoşîn e. Çima wisa ye? Tundî tenê weke pirsgirekeke civakî nayê yan jî weke pirsgirêkeke kesekî-şexsî nayê dîtin. Wisa pênase nakin. Tundî weke encama feraseta zilam a ku kokên wê beriya hezaran salan heta îro tê, weke feraseta netewe-dewletê bi şêwazên cur bi cur nîşan dide tê dîtîn. Her wisa bi zayendperestî, neteweperestî, olperestî û zanistperestiya li dijî jinan re têkildar e. Bi vî awayî li ser beden, ked, nasname, îrade û hebûna jinan dixwaze serdestiya xwe ava bike. Encama vê yeke jî ewil li malê xwe nîşan dide, li hundirê saziyên dewletê jî xwe saz dike.
Ji ber vê yeke jî jinên kurd tundiyê tenê wekî nêzikatiya şexsî ya zilaman nabîne, ew qarekterê dewletê yê zayendperest e. Bi vî awayî tehlîl dike, nêzik dibe û têkoşînê birêxistin dike. Ango tundî encamek e. Encama sîstema zilam-dewletê û civakê jî birêxistin bike. Jinên kurd bêguman analîza tundiyê ji perspektîfa rêberê gelê kurd Abdullah Ocalan digirin. Rêbêrê gele kurd, tundiya li hemberî jinan bi xespkirina berhem û afirîneriya jinan ji aliyê zilam ve girê dide. Desteserkirina berhemên jinan, civakbûna ku bi pêşengiya jinan hatiye avakirin ji aliyê zilam ve çawa ku gav bi gav hatiye belavkirin, tundiya li hemberî jinan jî wê demê dest pê kiriye. Tundiya ku îro li hemberî jinan li hemû qadên jiyanê tê meşandin koka xwe li dîrokê ye. Ango beriya hezaran salan tundiya li hemberî jinan dest pê kiriye. Zilaman piştî ku berhemên jinan desteser kirine, piştre jî ev yek wek îdeolojiya li dijî jinan bi pêş ketiye û li ser civakê jî hatiye ferzkirin.
Tundiya ku îro li dijî jinan tê meşandin, koka xwe ji vê rastiya dîrokî digire. Îro li her derê dewlet bi qanûnên xwe, bi saziyên xwe yên milîtarîst, polîtîkayên malbatê, nêzîkatiyên xwe yên zayendperestiya civakî gav bi gav tundiyê ji nû ve diafirîne. Heke em tenê li Kurdistanê binêrin, her parçeyên welat tundî bi çi awayî tê meşandin dê bê dîtin. Li Bakur operasyonên leşkerî, binçavkirin, polîtîkayên tayînkirina qeyûman, tundiya leşker û polîsan, belavkirina madeyên hişbir, kişandina jinên ciwan nav torên fihuşê; li Rojhilat, îdam, tacîz û tecawiz, fezkirina îtirafkariyê; li Başûr polîtîkayên feraseta eşîrtiyê û îktidarê yên li hemberî jinan; li Rojava jî êrîşên çeteyan. Wateya wan polîtîkayên ku li hemberî jinan li Kurdistanê tên meşandin jî ev e: Li hemberî jinan şerê taybet, komkujiya çandî, xizanîkirin, kuştin û di encamê de jî polîtîkayên bêcezakirinê. Dema ku mirov li vê yekê dinêre, li hemberî van êrişan têkoşîna azadiya jinên kurd jî tenê li hemberî zilam, li hemberî tundiya nav malbatê nîn e, têkoşîna li hemberî sîstemê ye. Hedef û armanca têkoşînê azadkirina jinan û hemû cikakê ye. Bêguman tenê bi vê re jî sînordar nîn e. Têkoşîneke azadiya hemû jinên cîhanê bi pêş dixe û bi perspektîfeke wisa nêzîk dibe.
Ji ber vê yekê jî jinên kurd bi wateyeke cuda nêzî 25ê Mijdarê dibin. Mîrateya ku ji têkoşîna 3 perperokan ango Patria, Minerva ve Maria Teresa Mirabal a ku li hemberî dîktatoriya Komara Domînîkê girtine, bi têkoşîna xwe bi pêş ve dibin. Kokên azadiya ji dîrokê tê, bi têkoşîna xwe watedar dikin. Ango ji 3 perperokan heta Sarayan xeteke nû ya azadiyê hatiye avakirin. Ji ber vê yekê jî, li Kurdistanê bi perspektîfa azadiya jinên kurd, ev roj ji rojeke bibîranînê derketiye, ketiye ser xeteke şoreşgerî ya domdar. Ev xet jî vehugertina civak û ferasetê dixwaze pêk bîne. Cudahiya tevgera azadiya jinên kurd jî ev e. Li cîhanê tevgerên jinan piranî guhertina qanûnan, pêkanîna hin reforman an jî parastina jinan dixwaze û ji bo vê têdikoşin. Lê têkoşîna azadiya jinên kurd vê yekê bes nabîne. Dixwaze civakê biguherîne, feraseteke nû ava bike, jiyaneke nû bi pêşengiya jinan li ser esasê azadî û wekheviyê biafirîne.
Jinên kurd vê têkoşînê jî li ser bingeha hin xalan didomîne. Destpêkê îdeolojiyeke jinên kurd heye. Îdeolojiya rizgariya jinan bi rêgezên xwe di warê hişmendiyê de perspektîfeke bêhempa dide. Ya girîng jî bi îdeolojiyê avakirina bingeheke zanistî ango bi zanista jinan-jineolojiyê- li nav civakê cihê jinan, dîroka jinan, afirîneriya jinan derdixe holê û feraseta zilam ev yek çawa desteser kiriye, tune hesibandiye derdixe holê û tehlîl dike. Di encamê de jî koka tundiyê radixe ber çavan û têkoşînê li hemberî vê rê nîşan dide.
Dîsa xaleke din a girîng jî xweparastin e, yanî parastina cewherî. Ji ber ku parastina jinan mirov nikare ji dewletê re bihêle. Parastin tenê ne fizîkî ye, parastina îdeolojîk (ku me li jor anî ziman) parastina aborî, parastina çandî, parastina li dijî êrîşên dîjîtal (ku di salên dawî de weke êrîşeke li hemberî jinan tê bikaranîn) pêwîst e. Ev hemû jî tên wateya parastina civakê bixwe.
Di encaman van de, weke pêwîstî û xaleke din a girîng jî rêxistinbûn derdikeve pêşberî me. Yanî rêxistinkirina civakeke demokratîk. Di vî warî dê perspektîfa jinên kurd rêxistinbûna hemû beşên civakê esas digire. Vê yeke jî bi komun, meclis, kooperatîf, akademiyên jinan dixwaze pêk bîne. Ji ber ku ev sazîbûna civakeke azad e.
Ev yek jî nîşan dide ku ji bo jinên kurd wetaya 25ê Mijdarê ne tenê parastina jinbûnê ye, avakirina jiyana azad a komunal e. Ev jî li rojavayê welêt pêk hatiye û gav bi gav xwe bi pêş dixe. Pergala hevserokatiyê, qanûnên jinan (hevpeymana civakî) yekîneyên xweparastinê, akademiyên jineolojiyê şênber bûne. Ji bo hemû jinên cîhanê jî bûye îlham û mînakeke bêhempa. Mîrateya têkoşîna ji dîrokê heta roja me gihandina hev, nîşan daye ku jiyana azad xeyalek nîn e, bi hêza rêxistinkirî ya jinan bûye heqîqetek.
Weke encam, em dikarin bibêjin ku 25ê Mijdarê rojek nîn e, xeta jiyanê ye. Ji bo jinên kurd bi qasî ku sekna li hemberî tundiyê ye, ewqas jî azadkirina jiyanê bixwe ye. Ji berxwedan û têkoşîna 3 perperokan heta têkoşîna Sarayan û şoreşa Rojava, xeteke azadiyê ya dîrokî ya domdar heye. Ev jî hêza xwe ji felsefeya Jin Jiyan Azadî digire.
