Bi destpêkirina hişmendiya mêrperest li her derê cîhanê mêr bi hincetên cuda tundiyê li jinan dikin. Yek ji civaka ku herî zêde rastî tundiyê tê jî civaka êzidî ye. Civaka êzidî ji ber baweriya xwe rastî êrişan tê lê jinên êzidî hem ji ber baweriya xwe hem jî ji ber jinbûna xwe du qat zêdetir rastî tundiyê tên.
Em der barê êrişên li ser jinên êzidî pêk tên û wateya 25ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li Jinan a Navneteweyî bi Hevseroka Rêveberiya Xweser a Şengalê Cîhan Celo re axivîn.
Hevseroka Rêveberiya Xweser a Şengalê Cîhan Celo di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser tundiya ku li hemû cîhanê berbelav e û ev tişt anî ziman: “Tundiya li dijî jinan li her derê pir zêde ye. Bi taybetî di çarçoveya pevçûnên çekdarî yên li Rojhilata Navîn de ev tundî zêdetir e. Jin û zarok di van şeran de êşê dikişînin. Lê belê, tiştên sereke ku îro ji rabirdûyê cuda dikin, rola jinan a li dijî van şeran e. Berovajî serdemên berê, jin niha rolên xwe diyar dikin. Ev yek têkoşînek domdar ji hêla jin û civakê ve hewce dike da ku bi rêya qanûnî, pêşvebirina beşdariya siyasî ya jinan di pêvajoyên aştiyê û bilindkirina hişmendiyê ji bo têkoşîna li dijî çanda tecawizê, li dijî vî şer bikin.”
Cîhan Celo di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt anî ziman: “Raporên medyayê piştrast dikin ku jin li çaraliyên cîhanê ji bo şer û pevçûnên berdewam berdêla herî giran didin. Ji tundî û êrîşa cinsî bigire heta koçberî û wendakirinê, ku bi bandora tevlihev li ser tenduristiya wan a derûnî û laşî dike, ev hemû ji hêla aliyên şer ve wekî amûr tên bikaranîn. Tişta ku êzidiyan, sala 2014an, kişand yek ji mezintirîn komkujiyên serdema nûjen bû. Ji ber vê yekê, ji bo êzidiyan girîng bû ku rabin û li hember êrişên ku armanc dikirin dîrok û çanda me ji holê rabikin, li ber xwe bidin. Ji ber vê yekê rojên wek 25ê Mijdarê ji bîranînekê wêdetir wek berxwedana li dijî qirkirin, koçberî û tundiya zayendî ya sîstematîk, tê pêşwazîkirin. Ev roj derfetek e ku êşa me were naskirin, edalet û hesabpirsîn ji bo sûcdaran were xwestin, piştgiriya hewldanên ji bo ewlekirina mafên wan ên bingehîn were kirin û pêşerojek ewletir û dadperwertir were avakirin.”
Cîhan Celo da zanîn ku rêberê gelê kurd Abdullah Ocalan di têkoşîna wan a li dijî tundî û qirkirinê de xwedî rola pêşeng e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bi felsefeya Jin Jiyan Azadî êzidiyên jin têkoşîna xwe nûjen kir. Jinan ji bo azadî û parastina nasnameya êzidiyan pêşengî kir û li dijî jenosîdê xwe birêxistin kir. Wan xwe birêxistin kir û yekemîn hêzên parastina jinan ava kir da ku civaka xwe biparêzin û pêşde biçin, rola xwe ya siyasî û civakî xurt bikin, piştgiriya psîkolojîk û civakî ya pêwîst ji bo rizgarbûyan peyda bikin, hişmendiya navneteweyî ya li ser jenosîda li dijî êzidiyan bilind bikin û beşdariya wan a çalak di avakirina pêşerojek dadmendtir de ji bo xwe û civaka xwe misoger bikin.”
Cîhan Celo wiha dawî li axaftina xwe anî: “Me li hember hewldanên jiholêrakirinê û tundiyê li ber xwe da û Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî (TAJÊ) ava kir da ku îradeya jinên rêxistinkirî îfade bikin û bikaribin biryarên xwe bidin. Jinên kurd niha li hemû cîhanê ji aliyê rêxistinbûnê ve bûne mînak. Ev rêxistinbûna wan jî li nav civaka wan rê li ber tundiyê digire. Bi xurtkirina rola siyasî û civakî ya jinên êzidî û pêşvebirina beşdariya wan di avakirina saziyan û pozîsyonên serokatiyê de dê tundiya heyî ji holê rabike.”
